Ji berî 107 salan ve çavê me li rojnameyeke rojane ye
Konê Reþ
Dema
ku mirovek bixwaxe pêþketin û þaristaniya miletekî nas bike û bizanibe
bê çendî ew gel pêþketî ye,berî her tiþtî çavê xwe li
rojnamegeriya wî digerîne,çavê
xwe li desthilata çaran digerîne.Bi rêka vê desthilata çaran/
rojnamegeriyê/ dikare hikum bike li ser þaristanî û pêþketina wî
miletî ..Mixabin ta roja îro em miletê kurd ji her sê desthilatên
bingehîn yên ku miletan radigirin û di þaristaniyê re derbas dikin bê
parin.
Qey
ew jî qedera me kurda ye,me jî ew her sê desthilat ji bîr nekirine û
her û her em bi dûv qezenckirina wan dene..
Belê
va 107 sal di ser desthilata me
ya çaran re derbas dibe û hêj rojnameyek me ya rojane nîne,tevî ku
rojnamegeriya me di sirgunê de(Stenbolê)avis bûye û di sirgunê
de(Qahîre) zaye û di sirgunê de(Þamê)tîpên latînî jêre
hatine dîtin. Ma gelo çima rojane nehatiye weþandin û nayê weþandin..?
Tevî ku hejmara me gelê kurd bûye di ser 40 melyon nefer e..û wek ku me
diyar kir rojnamegeriya me di sirgunê de çavê xwe vekiriye û hêjî ew
sirgun cih û warê wê ye ku em rojnamegeriya baþûrê kurdistanê ji vê
mijara xe bidin alîkî ..Bê guman sedem eþkere û diyarin wek ku hûn tev
dizanin...
Heger
em bên ser rojnamegeriya kurdistana baþûr,ewa ku ji sala 1992 an de piþkivî
û pêþket ,ew rojnamegerî hem di nav car dîwarên têlbidirî de dîlkiriye,hem
jî tîpên ku pê tê nivîsandin ne li gor daxwaza bêtirî 70% ji gelê
kurd de.
Û
em bêjin ne bêjin cudahiyek di navbera þêweyê zimanê me û birayên me kurdên soran de heye û tevî ku ji çend
salan ve du rojnameyên wan (Xebat û Kurdistanî niwê) rojane bi
zimanê kurdî têne weþanadin,û em bi wan serbilindin ,lê kela dilê me
kurdên bakur û baþûrê rojavayî welat hênik ne kirine,me kesayetiya
xwe di wan rojnameyan ne dîtiye..
Çiko em zarokên Melayê Cizîrî
ne ,zarokên Ehmedê Xanî ne, Zarokên mîr Miqdad ,mîr Celadet,
Dr. Kamîran û Ebdulrezaq Bedirxan in,em zarokên rojnameya Kurdistana
dayik in,em zarokên kovara Hawar ,Roja Nû,Ronahî û Stêr
in,em Zarokên wan tîpên ku mîr Celadet Bedirxan ji me re danîne
...
Em
zarokên wan kesane, ewên ku rojnameyeke rojane bi zimanê kurdî ,tîpên
latînî ji wan re xewn û xeyal bû wek:Enwerê Mayî,Mûsa Anter,Adîp
Karahan,Salih Elyûsifî,Husên Deniz,Qedrî Can,Cegerxwîn,Osman Sebrî,Goran,Tewfîq
Wehbî ..hwd
Îro
roj em dilþad û bextiyarin ku piraniya kurdan berê xwe dane nivîsandina
bi zimanê kurdî tîpên latînî...û bi vê helkeftinê ev gotina Mîr
Celadet Bedir Xan bi xurtî xwe tîne ser zimanê min:( kuro !
Eybe ,þerme ,fihête an hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin an
nebêjin em kurd in..)
Di
vê derheqê de, ez ji dil û can spasiya wan kesan dikim ewên ku xwe di
ber ziman de di westînin û bi saya serê wan ,piþtî 107 salan va bi
dehan kovar û rojnameyên me bi tîpên latînî têne weþandin,lê
mixabin hêj rojnameyeke me ya rojane,bi tîpên latînî xwe di holê de bi
nav nekiriye..Em bi hêvîne ku vê yekê jî bibînin
û hêvî dikim ku bi berdewamî ev karê pîroz bê þopandin,þert
û merc di berdewamiyê deye.
copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org