|
Ji
Binxetê em 100’mîn
hejmara rojnameya Agirî
piroz dikin Konê Reþ
Ez jî kêfxweþ dibim ku dewla xwe di nav ava bîra rojnameya AGiRÎ
de dakim û hin ji bîr û baweriyên xwe bo derçûna hejmara 100mîn bînim
ziman. Di destpêk de tev rêvebirên wê pîroz dikim, di serê wan de
mamoste Mistefa Hicrî sekretêrê giþtî yê PDK Îranê, yê ku ji berî
þeþ salan ve, partiya wî ev
biryara dîrokî standiye bi weþandina vê rojnameya ciwan û bedew, bi
kurdiya latînî.. Ez ji dil û can spasiyên xwe jêre pêþkêþ dikim. Ji dor
du salan ve ez vê rojnameyê diþopînim û kêfa min jêre hatiye, ew jî
ji ber gelek sedeman: 1 – Bi
kurdiya me ye; latînî û kurmanciya me ye. Em xweþ di babet û naveroka wê
de digihêjin. Ev yek sebaretî min gelekî giring e. Nexasim divê
tevliheviya ku þêweyê soranî hin bi hin li Kurdistana me a azad dibe
standerd û þêweyê me bi paþ de vedigere..
Ji ber ku di van herdû
salên dawîn de, li dor standardkirina zimanê kurdî gelek giftugo hatine
li darxistin û hin hewildan hene ku zimanê kurdî li baþûr bibe soranî
û piço-piço kurmancî pûç bibe. Bi behana ku þêweyê soranî xwedî dîrok
û cigirtiye û kurmancî nikare wî cihî dagire...!! Lê rojnameya AGIRî
xweþ bersive ji wan kesan re, ewên mîna Ferhad Þakelî û Muhsin Ciwamer
ku bi zikreþî þerê þêweyê kurmanciya bakur dikin û hewildidin ku
zarokên Zaxo û Duhokê ji avê re bibêjin Aw û ji jinê re bibêjin
afret.. Mixabin. 2 – Ez
ne konevan im di ware siyasî de, lê ez xweþ serwextî dîroka kurdistana
Rojhelat im, ji þêx Ubêdellahê Nehrî, Simko axayê Þikakî, Pêþewa
Qazî Mihemed û herdu þehîdên nemir Qasimlo û Þerefkendî ku ev
rojname nav û dengê wan bilind dike. Ez jî ji dil spasiya vê partiyê
dikim. 3 – Îro
roj, ji me kurdan tê xwestin ku em ziman û ferhenga xwe biparêzin û bi
zimanê xwe di nav miletên cihanê de xwe bidin nas kirin.. Erê.. Lê li
gorî ku min rojnameya Agirî þopandiye, ez dibînim ku piraniya babetên wê
siyasî ne, ez nabêjim ku ferhengî û wêjeyî têde nin e. Lê di
baweriya min de kêm in.. Xwezî ji ji wilo zêdetir bana… Tevî ku bi
gotarên Kak Besam Mistefa, Adar Jiyan, Omîd Eserxan, Hemîd Muxtarî û
Ebdullah Hicabî, van biraderên ezîz tê xemilandin, gotarên wan xweþ û
bedew in û bi rêka wan em serwextî gelek tiþtên balkêþ dibin, lê
xwezî em di rêka Agirî re bêtir serwextî çand û wêjeya Kurdistana
Rojhelat jî bibin.. 4 - Bêguman
zimanê Agirî gelekî xweþ e û gerek bibe zimanê standard ji tev kurdan
re.. Wek rojname; Agirî rojnameyeke di terzê rojnameyên dewletên pêþketî
de ye, bi nûçe û babetên xwe dewlimend e, li gor demê ye. Û wek ku
kurdan gotiye: Goþt bê hestî nine. Belê
dawî ez dikarim bibêjim ku bi vê gava dîrokî re xewnên Mîr Miqdad
Bedirxan, mîr Celadet Bedirxan, Cegerxwîn, Musa Anter, Adip Karahan û
Huseyin Deniz bûn rastî...Hem
jî xewnên me bûn rastî.. Em jî ji dil û can ji vê gava dîrokî re
dilîlînin û þabaþ dikin...Û pêre pêre kurmanciya me bi me þêrîntir
dibe
Pîroz be gelê kurd li we derçûna hejmara 100mîn a
AGIRÎ!. Mijde bo we þehîdên peyva kurdî a resen, va zarokên we
xwe ji dûv doza we a pîroz nedane alî, xewnên we dikin rastî!. Konê Reþ Qamiþlo Jêder:
Rojnameya AGIRÎ, hejmar:100. 30 ê Çêriya Pêþîn a 2008
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org