Ji
wan gere !
Ji
wan gere !
Serxwe
çûne..!
Riçinekî(Gîhayekî) bi difre ne,jibîr kirine ku va payîz tê, darê xwe dihejîne.. Vê payebûna derewîn ji wan re nahêle...
Þev
dirêjin . Þev bi dûv þevê de rêz dibin.Tu jî mîna cirnê kevirî ye,çendî
hêza mîkutê textikî bi ser te de bê xwarê ,bêtir tu qewîn û navdar
dibî...
Ne
xeme !
Riçin
ji pêlêkirina rojan û pêyan re ye...Xwe bi danîna pilan û projeyên
ku, tu wan ji qurm ve rake newstîne ..Va payîz hat ,bi hatina ecacokek ji
ecacokên wê re,wê ji ber çavan winda bibin û di þûnd wan de, wê
xakek tazî û rût xuya bike...
Qet
bawer neke ku riçinê bi paye, bibe ewir û baran jê bibare an bibe refê
kevokan di ser welatekî aram re bi firin...Her cihê wan li xuwarê ye û
ji kaboka min û te pêve bilindtir nabin...Ne dikarin te veþêrin û ne di
karin ronahiyê ji dor te bidin alî..Here pêþ ..pêþ ji te re ye..Riçinê
havînê nikare te bi westîne,çendî stiriyên wan hebin nikarin bi te,ji
ber ku riçin qet nabe þîndar ..Û wek ku kurdan ji mêj gotiye :Kesê
ne kes be nabe kes ,kurtanê kerê nabe etles.
Ji
wan gere, em dikarin ji bîr bikin..Her dem dergehên me ji xewnên nû û
hevalên nû re vekirîne..Lê qet em riçin ,gîha û zexeliya ku di devê
deriyê me de,di nav gul û kulîlkên me de þîn tê, jibîr nakin...
Gul
û kulîlk ji kêrên birrînê direvin.Lê ku kêr mîna kêrên gelac û
Bekoyan bin,ew bi dûv wan de dibez in..Vêca pêwiste em bi wan re biken
in,ji ber ku tu zerera wan nîne,rojên wan kurt in û li dahola
vala didin...
Ji
wan gere..Teqize tu wan xweþ nas dikî ..Tu zanî ku ew, ava di zikê xwe
de naçelqîn in,li cihê gerim di ger in,beroþa kîjan malê li agir be
,ew mêvanê wê malê ne...Pirê caran benekî rengîn di gerdena xwe de
girêdid in,texmekî biha bi ser bedena xwe de berdid in,pêlava wan boyax
kiriye,dêmê wan têre xuya dike,lê ew nehêjane bihayê cilên xwe..
Mane
tu nizanî,ew mîna gîhayê di hewþê de ne,tu carî nikar in bibin mîna
dara di hewþa min de ..Tevî wilo jî,bi wan re bi gurnije û bikene,li wan
guhdarî bike û baweriya wan bîne ku tu ji wan bawer dikî..Baweriya
wan bîne ku ew mirov in rind û giring in û qet li pêþiya wan nesekine
...
Ji
wan gere û rê bide wan, ku di vir û derewan de bibez in...Her ew ji xwe pêve
nikar in nameya xwe bigihîn in tu kesên din,ji bilî yên wek xwe..Sibe an
dusibe wê hin ji wan re bibêjin : Pêzevengino,keysebazino,gelacino ..! Di
cihê xwe de rawest in...Hingê bi dengekî bilind ,bi kêfa xwe û li pêþ
wan bikene û her bikene.. Piþta xwe bide û wan û wan
di bêbexti û poþmaniya wan de bihêle...
Ez
bawerim ku tu xuleyekê ji temenê xwe
di bendewariya keysebazan de boþ derbas nakî.Çax û demê ku
badilhewa bibohire ji zêr bihatire.Wê demê di hizûra guran de xerc
neke...Bilive pêþ û li paþ ne zîvire..Jiyan bê rawestandine û her dem
dar þipya ne û þipya dimir in..
Ji
wan gere..Va payîz bi lez û bez êrîþ dike,kirasê daran ji wan dike û
rastiya wan þanî me dide..Di be sibe an dusibe baran bibare û tev serpêhatî
bibin dengvedan, tevlî xuþxuþa ava çemên ku berê xwe didin deryayê
bibin.Hingê tê ji riçin û gîhayê di hewþa xwe de bibehite,bê çawa bûye
xwelî û tev li binê binî,di nav lingên te de kom bûye...
Ji
wan gere..Razana rastiyê di quncikên tarî de dirêj nake.Lehî û þapa
ku ji çiya tê xwarê,wê zû bi zû razanê ji xew þiyar bike..Pêwîste
tu bawer bikî ku,zêr û zeber bejin û bala jinên xerab spehî nake..Çax
û demê xwe bi gelac û Bekoyan re derbas neke,piþta xwe bide wan û were
em bi hev re bahozekê bi afirînin...
Na
hevalo na,kanî ne ji zoran re derdibin,û ne jî teyrên Baz ji têkçûnan
li asmana di firin,dibe ku ji bêhintengîk bê dengî be,an ji ber çakîk
xweristî be..Belkî baweriyek be ku gotina rast û durist tale, þivîlekên
hikiþandina bi ser çiyayên bilind ve çetîn û dijwar be...
Lê
bela di bîra te de be, ku roj tiþtekî nepen û veþartî di bin kirasê
xwe nahêle,tu jî cewher û yaqûtan ji xenzîran navêje.
Konê
Reþ
Qamiþlo
10/10/2005
copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org