Jîn, Keça Min !

( Diyarî ji giyanê zavayê Seed Hesen Dellî re )

 

Konê Reþ

 

 Jîn , keça min !

Adar e

Beriya Mêrdînê

Beriyeke dûz û bê pîvane

Dora girê Hecînasrê

Þîn dike ji dexlane

Ji çar kenaran ve

Xêliyên te û Seed li hev civyane

 

Jîn, keça min !

Min dît û ne dît

Min Seed dît û ne dît

Xwezka min ew bidîta
Û agir bi rewrewka vê çolistanê keta

Careke din koçerên zozana bê tirs

Ji sînorê bi mayn û têlbidirî

Berê xwe dabana germiyana ...

 

Jîn keça min !

Min jî divîbû, ez Seed bibînim

Pêre biaxifim, bikenim, bigirîm û

Xeman daweþînim...

Te û wî li Doda û Hecînasrê bigerînim

Ji we re serpêhatiya xwe û vê jiyana derewîn

bibêjim û bi bibilînim..

Lê sed heyf û mixabin keça min,

Govend çep gerya

Dahol dirya, zirn çirya

Erê ew govend çep gerya

Çep gerya ...

 

Jîn, keça min !

Di deverên teng de

Em tev gunehan

Li ser piþta qederê diþidînin

Qederê sûcdar dibînin...

Xwe kor dikin û

Çavên xwe ji sedemên bingehîn

Diguherînin..

Bawer bike keça min

Qeder bêriye ...

Ku Seed zanîba wê

Di dibista Hecînasrê de

Bibe mamoste

Di saziyek dewletê de

Bibe mamûrekî hoste

Li Almaniya nedbû penaber

Û mirovekî miþexte...

 

Jîn, keça min !

Ava çemê Ceqceq miçiqî

Kirasê bûkaniya te reþ xeriqî

Navê Seed di nav navên Adariyan de biriqî

Êdî bes bigirî bes bigirî..

Bi Sumeya re bikene bi tiqtiqî

 

Jîn keça min !

Meke girî meke girî

Seed teyr bû

Ew jî bi refê xwe re firî

Çendî Sumeya girî

Bele bigrî bela bigrî..

Va li ser girê Hecînasrê

Ji nû me mehra we birî...!

Welatiyên bi rûmet :

Bilîlînin bilîlînin

Mekin girî

Mekin girî

 

 

 

Qamiþlo   11 / 03 / 2006

 

 

Ev çend gotin li Hecînasrê, di guhestina termê Zavayê min Seed Hesen Dellî de hatiye

xwendin.

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org