|
Jinenîgariya
Aramê Dîkran* 1934
- 2009 Konê Reþ
Dîkranê Sakoyê Mêlo, li Diyarbekirê dizewice û keça wî
a meszin Baytzar li wir çêdibe( Temenê wê di ser 80 salî re ye,
hêj saxe, mala wê li Brukselê ye û kurê wê Ewadîs hunermendekê zîrek
e..). Zarokên wî yên din tev li Qamiþlo çêdibin; Aram di sala
1934 an de, Kîvork di sala 1937 an de(Berî çend salan li Belcîka
koça dawî kiriye), Serkîs di sala 1940 î de(Hêj saxe, li bajarê
Qamiþlo dimîne, dema ku malbata Dîkranê Sakoyê Mêlo di sala 1966 an de
çû Ermenistanê, bi tenê kurê wî Serkîs li Qamiþlo ma..Hingî bavê wî
bêriya wî dikir, ev gotin ji Aram re nivîsîn û Aram kir stran: Çima
nayê ez wî bibînim… Rêka min dûre, çavê min wî nabînî..), Hayîk
di sala 1943 an de(Niha li Holenda dimîne), Zavînar keça wî a herî
biçûke, ew jî li Qamiþlo çêbûye û niha li Belcîka ye.
Dîkranê Sakoyê Mêlo (Bavê Aram) û seydayê Cegerxwîn
dostên hev yên nêzik bûn. Gelek caran Cegerxwîn xwe di mala wan de vediþart…
Aram ji biçûkaniya xwe ve hez lêdana amûrên muzîkê wek tembûr û
cimbiþê dikir. Ango di 15 saliya xwe de wek tembûrvanekî ermenî ku bi
kurdî, ermenî û siryanî distrê û di nav xelkên Qamiþlo de dihat
naskirin.. Di rêka bavê wî re, dostaniya wî bi seydayê Cegerxwîn re
çêbû û helbestên wî kirin stran… Hêjayî gotinê ye ku, gelek gotinên
stranên Aram yên bavê wî bixwe ne. Wî di hunermendiya xwe a dor 50 salî
de, bi kurdî, ermenî, erebî, siryanî, yûnanî û tirkî stran gotine.
Belê zêdetir bi kurdî stra ye û wek hunermendekî kurd hatiye nas kirin.
Aramê Dîkran; di salên xwe yên dawî de, jiyana xwe li Atînayê,
paytextê Yûnanistanê derbas dikir.. Ta ku di roja 06/08/2009 an de, ji
ber xwîndawerivîbûna ser mejiyê wî ket nexweþiyekê ji nexweþxaneyên
Atînayê de û di sibeha 08/08/2009 de, jiyana xwe ji dest da.. Belê sed
mixabin rayedarên Tirkiyeyê destûr nedan ku li Amedê bê veþartin wek
ku wî dixwest... Li ser vê yekê malbata wî biryar dan ku termê wî li
Brukselê veþêrin. Û wiha wê di roja duþemê de 17/08/2009 an, piþtî
merasimeke layiq pê, wê wî di goristana Jette de a li taxa
“Boulevard de Smet de Naeyer” veþêrin. Hêjaye gotinê ku
Þaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr ji bo beþdarbûna
termê Aramê Dîkran û xwesteka wî, çûye Brukselê û hin axa Amedê bi
xwe re biriye ku li ser gora wî
bireþîne... Sê
zarokên wî hene, du keç bi navê; Eyçîmîk û Sîvan û
kurek bi navê Agob. Ta roja îro birayê wî Serkîsê Dîkran (Bi
navê Bavê Dîko tê nas kirin) û zarokên xwe li Qamiþlo dimînin. Bav
û diya wî di salên heftêyan de li Ermenistanê koça dawî kirine.
Yezdanê gewre tevan bi dilovaniya xwe þad bike. Bela serê gelê Ermen û
Kurd sax be.
Qamiþlo
16/08/2009
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org