|
|
-
- Jiyan
û Xebatên Dr. Celîlê Celîl
- Di
70 Saliya Temenê wî de
-
- Konê
Reþ
-
-
- Pêþgotinek
pêdivî:
-
- Di
havîna 1982 an de, li Qamiþlo, ez çav bi Dr. Celîlê Celîl ketim.
Ew yekemîn car bû ku dihat nav kudên sûriyê. Ji Heleb û Efrîne
dihat û kalemêrekî Ezîdî ji Efînê di gel wî bû. Di vê carê
de, min ew nas kir û bûm wek rêberekî pêre, di gel çend navdarên
Qamiþlo.. Wiha me tevan dengbêj û çîrokvan jê re komdikirin, ji
Silo Koro bigire ta bi Demir Elî, ji pîrejinan ta bi kalemêran ...Wî
jî bê westan, þev û roj dikin yek, û wek zarokê ku çav bi yariya
xwe keve, bi þahiyek bê pîvan gotinên wan di nivîsandin û tomar
dikirin...
 |
- Di
sala 1985 an de, careke din di gel kebaniya xwe Gulîzarê hat
Qamiþlo. Di vê carê de jî, gelek pêmayê bav û kalan, ji
windabûnê dahev û bi xwe re bir .. Di vê hatinê de, min jê
pirsî, gelo te zargotina kurdên Binxetê çawa dît ?
-
- Li
min vegerand û got: Behreke, min qurtek av jê vexwar û va
ez tî vedigerim...
-
- Di
sala 1988 an de, careke din ew û xwîþka xwe Cemîla Celîl
hatin nav kurdên Binxetê/ Cizîrê. Di vê gerê de jî, gelek
stran, metelok, nifir, û destnivîs bi xwe re birin...Di pey
van hatinan re, me gelek carên din jî hev dît... Di van hersê
caran de, ez pêre bûm, hem jî, ez jê fêrî danheva
zargotina kurdî bûm.. Wiha bi saya wî, hezkirina zimanê
kurdi bi min re mezin bû..Roja îro, ez wî wek mamostayekî ji
xwe re dibînim di warê eþq û danheva folklorê kurdî de û
her dem ez vê yekê tînim zaman.
|
-
- Bi
helkeftina ku di roja 26/11/2006 an de Dr. Celîlê Celîl derbasî
temenê xwe yê 70 salî dibe, kefxweþ dibim ku van gotinan derbarî
jiyan û xebata wî, ji xwendevanên gelê xwe re raxînim ber çavan.
Ji ber ku ev nivîsandin ji min tê xwestin, berî gelek kesên din. Ez
ji gelekan bêtir serwextî jiyan, kar û xebata wî me û ji hingê ve
pêwendiyên min di gel wî hene ...
-
- Fermo
hin ji nameya wî a dawîn ku di roja 20/11/2006 ji min re hatiye:
- ((
Konê Reþ, birazî ! Agirê dilê min ji bona karkirinê hîn gure, apê
te xwe kêm nekirye. Maþalla rewþenbîrên me li Sûryayê jî, îro bûne
bi hezara û hemû jî xizmeta xwe ji bona çand û civaka me bi xurtî
kar dikin.
-
- Xûþk
û birayên hêja ji Kurdistana rojava "Biçûk" !
-
- Dewra
xizmeta we mezine, we bi hêz û camêrîya xwe, kurdperwerîya helal li
ber xwe vekirye. Ez
meþa we li ser wê rîya ronak pîroz dikim.
- Celîlê
Celîl /
Wîena
20/11/2006 ))
-
-
- Wek
ku diyare, Kurdistan bi çiyayên xwe, hem jî bi þoreþ û serhildanên
xelkên xwe navdar e...Û tevî qedexebûna zimanê kurdî, perçebûn
û bindestiya gelê kurd, gelek lehengên bi nav û deng, di warê nivîsîna
bi zimanê kurdî, hunandina helbestê, folklor û weþandina kovar û
rojnameyan de, di nav gelê kurd de hatine xuya kirin...
-
- Eger
Bedirxanî di vî warî de ji pêþengan têne jimartin, belê gelek
malbatên din jî hene, wan jî di bin þert û mercên çetîn û
dijwar de li ber xwe dane û navê xwe bi mêranî di dîroka kurdan de
nivîsandine. Mirov dikare ji wan malbatan malbata Casimê Celîl jî bi
nav bike; Ev malbata Kurd, bi ola xwe Êzîdî, di sirgûnê de, 70 salî
bi berdewamî xizmet di ber ziman, dîrok, zargotin, çand û medya kurdî
de kiriye..û hejî neferên wê, bi berdewamî di vê kêferatê de li
ber xwe didin..
-
- Mebesta
min ji van gotinan; Eve ku di 26/11/2006 an de Dr. Celîlê Celîl yê
ku yeke ji vê malbatê, derbasî temenê xwe yê 70 salî dibe.
-
- Evê
ku bi dehan pirtûk li dor kêþeya gelê xwe nivîsandine, bi sedan
gotar belav kirine û bi hezaran çîrok, çîvanok, metelok, yarî û lîstikên
folklorî ji windabûnê parastine, dane hev û çapkirine ...
-
- Ji
mafê wi ye ku em di saxiya wî de, vê 70 saliya wî lê pîroz bikin,
û pêre beþdariya vêxistina 70 mûmî bibin, hem jî pêre wan mûman
bi temirînin..Di gel ku em jiyaneke xweþ, geþ û dirêj di bextiyariyê
de jêre bixwazin.
-
- Dr.Celîlê
Casimê Celîl Kiye ?
-
-
- Prof.Dr.
Celîlê Celîl kurê
Casimê
Celil e:1908-1998,
(Yê ku ji rewþenbîrên sereke bû di nav kurdên Sovyêta berê de û
tê hejmartin ji ronakbîrên pêþîn, yên ku bingehê rewþenbîriya
kurdî di Sovyêta berê de danîne. Ew di roja 24/10/1998 an de, li Yerîvanê,
komara Ermenistanê çûye ber dilovaniya Xwedê).
-
- Celîlê
Celîl,
di roja 26 ê meha yanzdan, sala 1936 an de, li bajarê Yêrêvanê
Ji dayika xwe çêbûye. Ji ber ku dê û bavê wî, sêvî bûn û li sêwîxanê
mezin bibûn, wan xwandina xwe a pêþin li wir girtibûn, ji ber wê jî
jîyan û karê wan bi bajarê Yêrêvanê ve hatibû girêdan, ango bibûn
bajari û zarokên wan bajarî xwedî bûn.
-
- Mala
Casimê Celil ji þeþ kesan pêk dihat: Casimê Celîl û
kebaniya xwe Xanima Celîl û her çar zarokên xwe: Ordîxanê
Celîl, Celîlê Celîl, Cemîla Celîl û Zîna
Celîl. Ji ber ku kurdîtî li bal wan gelekî xurt bû, mala Casimê
Celil li Yêrêvanê, di nava behra ermenîyan de wek dibistanek kurdî bû..
Û wiha jî xwe parastîye. Ji destpêkê ve karê Casimê Celil bi jîyana
rewþenbîriya kurdî ve girêdayî bû, dergehe mala wî her dem li ber
çûn û hatina kurdan, vekirî bû.
-
- Vê
malbatê ji roja roj de, Kurdîbûna xwe eþkere kiriye, veneþartiye û
kêm jî nekirye. Ew pirtûkên kurdî yên pêþîn, ewên ku di salên
30-î de li Yêrêvanê çap dibûn, li ber destê Casimê Celil amadeyî
çapê dibûn û di pirtûkxaneya mala wî de cî digirtin.
-
- Casimê
Celil, evîndarê pirtûkan bû. Bi taybetî pirtûkên ku qala kurdan
dikirin, yan jî ku bi zimanê kurdî bana...
-
- Û
wiha Celîlê Celîl di gel birayê xwe yê mezin Ordîxanê Celîl û
hedû xwîþkên xwe Cemîla û Zînê, di vê mala kurdperwer de hatin
xwedî kirin, mezin bûn û di jîyana xwe de li ser rîya xizmeta çand
û zanistiya kurdîtiyê fêrbûn û xwe ji vê rêkê dûr nexistin...
-
- Celîlê
Celîl di dibistana seretayî de, deh salan li Yêrêvanê (1944-1954)
bi zimanê ermenî, xwendiye, di pey re, di navbera (1954-1959). Li
ûnîvêrsîtêta dewletê, a Yêrêvanê di fakûlta dîrokê de
berdewamî kiriye.. Li ûnîvêrsîtê, di konfêransên komala zanistiyê
a xwendekaran de li ser dîrok û çanda kurdan wek lêkolîner gelek
axaftin kirine...
-
- Di
sala 1959 de, piþtî xwandina bilind, berê xwe daye bajarê Lênîngradê,
înstîtûta Rohilatnasîyê, ji bona xwendina li aspîrantûrayê û
wiha têza xwe a doktorayê bi navê (Serhildanên kurdan yên azadarîyê
di salên 1850-1880 an de), di sala 1963 an de wergirtiye. Di sala
1964an de, vegeryaye Yêrêvanê û li înstîtûta rohilatnasîyê heta
sala 1992 an, wek kurdzan kar kirye. Di Sala 1991 de li Moskvayê têza
profêsoriyê (hebîlitation) parastiye. Çend salan li ûnîvêrsîtêta
Yêrêvanêye ser navê Davît Anhaxt dersên kurdologîyê daye wek: Dîroka
kurdan, Dîroka rojnamagîrya kurdî, êtnologîya kurdî û yên mayîn.
Ji sala 1992 heta niha, li Awstryayê cîware. Ji sala 1994-a heta niha
li Ûnîvêrsîtêta bajarê Wîenayê wek kurdzan, ser ziman, dîrok,
çand û edebyeta kurdî kar dike û dersan dide. Di Akadêmîya
zanistiyê de, çend salan lêkolînên xwe li ser kurdzanîyê bi
berdewamî kar kirye. Di înstîtûta Pêdagogîyê de, ji bona
amadekirina mamostayên zimanê kurdî, wek kurdolog û dîroknas du sêmêstran
dersan daye...
-
- Lê
belê ji ber ku di mala wan de evîndarîya mezin ser çanda, ziman,
folklora kurdî, dîyanet û êtnologîya kurdî bi firehî hebû, wî
karê xwe ya lêkolînê li ser van mijaran jî berfire kirye.
-
- Li
akadêmîya zanistîya Ermenistanê dema ku karê xwe li ser dîroka
kurdî ya sedsalîya 19 û destpêka sedsala 20 dikir, rastî gelek
astengan hatiye. Hebûna zanîyarên ermenîya, yên ku lêkolînên xwe
li ser bûyarên wan sedsalîya dinivîsandin, bi çavê dostanîyê li
ser dîrokan kurdan nedinerîn. Ji ber wê jî, rê li ber dihat
digirtin û tim rexne lê dihatin kirin... Nedihîþtin lêkolînên xwe
li Ermenistanê bi weþîne. Li piþt wan kesan çend kurdên
hesûd û zikreþ hebûn, ji nivîskarên ermenan re bibûn pal
û piþt. Ji
ber vê jî nivîsarên wî yên dîrokî li dervî Ermenistanê dihatin
çapkirin, û bi taybetî li Moskvayê û Lênîngradê, ango Sankt-Pêtêrsbûrg.
Û vê yekê ew aciz dikir, û gelek bele jêre çêdikirin, ta ku hina
êrîþî wî dikir... Wî jî ji bona ku nêrvên xwe biparêze, heftê
du rojan; Þemîyê û yekþemê diçû gundên kurdan; Çîrok, stran
û destan didanhev û dinivîsandin... Paþê, di salên heyþtêyî de,
dema rê li ber vebû, sê caran (1982, 1985, 1988) bi demên dirêj,
berê xwe daye nav kurdên Sûryayê û lêkolînên xwe li ser çand û
folklorê wan berdewam kiriye...û wiha wî li ser matêryalên civandî
li Sûryê, sê cild amade kirine. Akadêmîya Ermenistanê, bi tenê
cildek ji wan berevokan bi navê (Zargotina kurdên Sûrîyê) çap
kiriye û hew..
-
- Prof.
Celîlê Celîl gelek lêkolînên li ser dîroka kurdan wek pirtûk weþandine
ji wan: Serhildana kurdan li sala 1880, Kurd li împeratoriya Osmanyê
di nava sedsalîya XIX ya pêþinda“, Ji dîroka jîyana kurdan a gelêrî
û sîyasî di dawîya sedsalîya XIX-despêka sedsalîya XX“, Dîroka
têkoþînên kurdan li sedsalîya XIX –XX (tevî çend dîroknasên
sovêta berê), „Rewþa têkoþîna kurdan li dewra nûda“ (tevî çend
dîroknasan).Ev pirtûk vekirî nehate firotin, her tenê dayîre û îdarên
zanistî û sîyasî li hemû komarên Sovyêtê û wezarata wergirtin).
Ji sedî zêdetir gotarên zanistî li ser cure-cûrên pirsên dîroka
kurdan di kovarên zanîyarîyê de li Sovêtê çap û belav kirine.
-
- Ji
salên 70-î de, dest bi civandin û lêkolînan kiriye, li ser qewl û
beytên êzîdîyan. Di vî warî de jî, bi ser ketiye. Wî dor 200 nimûneyên
qewl, beyt û duayên êzîdîyan civandine û cildekî kamil ji 700 rûperî
amadekirye. Dor 50 qewl û beyt di du berevokan de weþandiye. Li ser vê
jî hinek “Rewþenbîrên” kurd eciz bûne...?! Wekî „Celîlê
Celîl bi propaganda dîyanetê mijûle“...
-
- Li
ser ola êzîdîyan çend gotarên zanistî, çap kirine û di
kovarên zanistî de belav bûne. Baldarya wî li ser sûfîzmê jî
heye wek: Hûsêînî Helac, Îbrahîm Edhem, Huceta di navbera erd û
esman de û yên mayîn. Du sê nivîsarên wî yên din jî hene hêj
çap nebûne. Dema wî li Sûryayê lêkolînên xwe dikirin, destnivîsên
kurdî bala wî dikiþandin ser xwe, û wiha wî çend destnivîs dane
hev wek: (Þêxê Senan) a Feqîyê Teyra, ku bi hunera nezîrîyê
(Munazere) hatibû nivîsandin, wî ew destnivîs bi þertên zanistî
û berhevdana sê destxetên nû çap kiriye. Ya dinê (Seyfelmulukê) bû
a Sîyahpûþ, ku nivîsara wî heta hingê nehatibû çapkirin. Wî ew
destnivîs ji ser asasê çar nimûneyên cuda-cuda kamil kir û çap
kir.
-
- Di
gera xwe de, ew pêrgî destnivîsên gelek hilbestên hilbestvanên
kurdên ku hîn nehatine naskirin bûye, wî helbestên wan civandine û
di berevokekê de, bi navê (Keshkûla kurmancî) weþandine. Têde
70-80 hilbestên nû hene yên 30î zêdetir hilbestvanên kurdan. Pêre
jî sê poêm: (Hespê reþ ), (þerê Sîsêbanê)û (Dimdim), ku þaxine
nû bûn, wî ew ji arþîva destnivîsên lênîngradê peyda kiribûn,
û di vê berevokêda belav kirine.
-
- Berevokek
(Sêzde rûpelên balkêþ ji dîroka kurdan) weþandiye, ku ji her 13
nivîsar-lêkolînên wî ava bibû. Bingehê van nivîsara dokumêntên
nû yên balkêþ in, ji dîrok û çanda gelê kurdin.
-
- Di
karkirina Dr. Celîlê Celîl a zanyarîyî de, zargotina kurdan cîhekî
berfire girtye û karê wî bi pêþde biriye, wî tevî birayê xwe
profêsorê ûnîvêrsîtêta Sankt Pêtêrbûrgê Ordîxanê Celîl û
xûþka xwe a mûzîkar Cemîla Celîl li ser vê bergehê dora bîst
pirtûk-berevokên zargotina kurdan çapkirine, yên ku li ser bingeha
zanistyê hatibûn civandin û derskirin û çend pirtûk bi wergera xûþka
wî Zîna Celîl hatine wergerandin ser zimanê rûsî û lîtvanî û
çap bûne.
- Hêjayî
gotinêye ku Dr. Celîlê Celîl li ser bingeha bîblîotêka mala xwe,
li ser navê bavê xwe, Casimê Celîl Bîblîografîyekî stûr (ji 535
rûpera) ji weþanên kurdên Ermenistanê
amade kiriye.
-
- Pirtûkên
Dr. Celîlê Celîl bi gelek zimana hatine wergerandin wek: soranî,
kurmancî, erebî, turkî, farisî, ermenî, rûsî, lîtwanî, almanî
û hin ji wan du car û sê car hatine çapkirin.
-
- Ji
pirtûkên herî þîrin ber dilê wî, pirtûka ku li ser serhildana Sêx
Ubêydûllayê Þemdînanî ye... Ev pirtûka ku pêþmergên Kurdistanê
di salên serhildanê de, di þikeftên çîyayên Kurdistanê weþandibûn
û di nav xwe bela di kirin û di xwendin.
-
- Pirtûk-lêkolînên
wî yên nû, ku amadene ji çap kirine re gelekin.
- Di
van salan dawîn de, çalakiyên wî yên zanyarî bi berdewamî, bi
zimanê kurdî, rûsî û almanî têne weþandin.
-
- Dr.
Celîlê Celîl dibêje: (Karê min yê kurdologîyê belkî zêde bi
berhem nebûya, heger atmosfêra mala me ser evîndarî û parastina dîrok,
ziman û çanda kurdî nebûye. Di karê me yê zanîyarîyê da dewra
mezin a dê û bavê min Casimê Celîl û Xanima Celîl, piþtovanîya
birayê min Ordîxanê Celîl û xûþkên min Cemîla Celîl û Zîna
Celîl gekekî hebû..)
-
- Dr.
Celîlê Celîl, salên dirêj li Ermenistanê, li hevalbendîya
zanistiyê ya, rex sêntral komîtê a partîya Ermenistanê berpirsyarê
para kurdzanîyê bû. Hem jî
salên dirêj li (Hevalbendîya evîndarên pirtûkê), bûye serokê beþê
kurdî. Bi alîkarîya vê hevalbendîyê wî pirtûkeke bîblîografîyayê
ya biçûk, bi sernivîsara (Pirtûkên kurdî li Ermenistanê) çap
kirye.
-
- Di
sala 1979 de, bi pêþnîyara beþa kurdî a akadêmîya zanîyarîyêyê
li Bexdayê, ji bona karên wî yên bi nirx û giranbaha di
pileya kurdzanîyê de, navê endametiya þerefê (Andam miqaledarê
akadêmîya Zanistîya Îraqê) dane wî û birayê wî Ordîxanê Celîl.
Hem lî ew andemê PEN klûbê ye û çend salan li serkirdatyia wê de
cî girtiye...Her wiha ew andamê înstîtûta kurdî ya Parîsê ye, û
andamê hevalbendiya nivîskarên Ermenistanê ye.
-
- Di
sala 1994an de, li Vîenayê, tevî çend hevalên xwe înstîtûta
kurdzanîyê ava kirine û ji roja damezirandina wê ve û ta roja îro
ew serokê wê institutê ye...înstîtûtê heta niha dor 10-12 pirtûkan
li ser dîrok, edebyet û çanda kurdî weþandiye.
-
-
- BIBLIOGRAFIYA
PIRTÛKÊN DR.CELÎLÊ CELÎL
-
- 1.
Serhildana kurdan li sala 1880:
Moskva 1966. (Bi zimanê rûsî). Her wiha di sala 1979 de bi zimanê
erebî û
sala 1987.
(Bi kurdîya soranî li Bexdad,
di sala 1992 an de li Stokholim û di sala 1998 an de li bi Tirkî
- 2.
Çîr û çîvanokên kurdî: Yêrêvan 1971. (Bi zimanê ermenî).
- 3.
Mesele û metelokên kurda: Tevî Ordîxanê Celîl. Moskva 1972. Bi
zimanê kurdî û rûsî. Û li Zürixê 1976. (Bi zimanê kurdî).
- 4.
Gulçin. Tevî Ordîxanê Celîl: Yêrêvan 1972. (Bi
zimanê kurdî). Her ew. Dihok 1985. Bi tîpên erebî.
- 5.
(Kurdên împêratorya Osmanîyê li nîveka pêþîn
ya sedsalya XIX.). Moskva 1973. (Bi zimanê rûsî). Her ew. Kurdekanî
împêryatoryatî Osmanî. Bexda 1987. (Bi kurdîya soranî). Her ew.
Min tarix el-emarat fi el-embiryetoryet al-Osmanîyet. Dumiþiq
1987. (Bi zimanê erebî) Her ew. Anqara 1992. (Bi zimanê turkî. Her
ew. Kurdekanî împêryatoryatî Osmanî. Swêdên1996. (Bi kurdîya
soranî). Her ew. Kurdehayî Empêryatorî Osmanî. Têhran 1381. (Bi
zimanê).
- 6.
Çîrokê cimeta kurda.Tevî Ordîxanê Celîl. Yêrêvan 1974. (Bi
zimanê kurdî).
- 7.
(Sîyarê bahozê). Amadeker û werger Zîna Celîl û Algîrdas Alyonîs.
Vîlnîûs 1977. (Bi zimanê Lîtvanî).
- 8.
Zargotina kurda. Tevî Ordîxanê Celîl. Cilda I, II. Moskva 1978.
- 9.
Zargotina kurda. Tevî Ordîxanê Celîl. Cilda 1. Yêrêvan 1978.
- 10.
Kirdakan gîrki Hayastanûm, 1930-1980. (Pirtûkên kurdî li li salên
1930-1980). Yêrêvan 1981. (Bi zimanê kurdî, ermenî).
- 11.
Qisaed min el-folklor el-kurdî. Tevî Ordîxanê Celîl Beyrût 1982.
(Bi zimanê erebî).
- 12.
Zargotina kurda. Tevî Ordîxanê Celîl. Cilda 2. Yêrêvan 1982.
- 13.
Nehzet el-ekrad el-siqafîyet we el-qewmîyet (Nihayet
el-qurn el- eþir
bidayet el-qurn el-eþrîn.
(Dumþiq)
1984. (Bi zimanê erebî). Her ew. Jîyana rewþenbîrî
û sîyasî ya kurdan (Di dawîya sedsala 19-a û 20-ada). Swedên Ûppsala
1985. (Bi kurmancî). Her
ew. Nehzet el-ekrad el-siqafîyet we el-. (Fî el-qurn el-tase eþir
bidayet el-qurn el-eþrîn).
Beyrût 1986. (Bi zimanê erebî). Her ew. Hendê sîmayî jîyanî û sîyasî
û kultûrî kurd le kotayê sedeyî nozdeyem û seretayî sedeyî bîstemda.
Stokholm 1993. (Bi kurdîya soranî). Her ew. Îz îstorîî 351;çestvênno-polîtîçêskoy
jîznî kurdov v kontsê XIX- naçalê XX vv. Sankt-Pêtêrbûrg 1997.
(Bi zimanê rûsî). Her ew. Bujaneweyî roþenbîrî
û neteweyî kurd. Kotayîyê sedeyî nozdeyem-seretayî sedeyî bîstem.
Suleymanî 2000. (Bi kurdîya soranî). Her ew. Kurd aydinlanmasi.
Stenbol 2001. (Bi zimanê turkî).
- 14.
Gulançkzêrîn. Zargotina kurda. Tevî Ordîxanê Celîl. Yêrêvan
1984.
- 15.
Zargotina kurdê Sûryaê. Poêzîya. Yêrêva 1985. Her ew. Bi tîpên
latînî. Swêdên, Uppsala 1989.
- 16.
Têkoþîna
kurda li dema nû û nûjenda. Tevî
hevkara). Moskva 1987. (Bi zimanê rûsî). Her ew. Yênî ve yakin çaxda
kürt hereketî. Swêdên 1991. (Bi zimanê turkî). Her ew. El-hereket
el-kurdîye fî el-etr el-hedîs. Beyrût 1992. (Bi zimanê erebî). Her
ew. Yênî ve yakin çaxda kürt sîyaset tarîhî. Stenbol 1998. (Bi
zimanê turkî).
- 17.
Avsûnên kurdî. Tevî Ordîxanê Celîl û Zîna Celîl. Vîlnyûs
1987. (Bi zimanê lîtvanî).
- 18.
Kurdên Ermenistana Sovêtîyê. Bîblîografîya 1920-1980). Yêrêvan
1987. (Bi zimanê kurdî, ermenî û rûsî).
- 19.
Çîrok lêgênd û efsûnên kurdî. Tevî Ordîxanê Celîl û Zîna
- Celîl.
Moskva 1989. (Bi zimanê rûsî). Her ew, (parçek). Mixtarat min asatîr
û hikayat þerqîye.
Heleb 1996. (Bi zimanê erebî)
- 20.
Mesele û metelokê gelê kurda. Tevî Ordîxanê Celîl. Yêrêvan
1991.
- Her
ew. Wîen 2005. (Bi tîpê latînî).
- 21.
Çîrokên kurdî. Tevî Ordîxanê Celîl. Frankfûrt 1993. (Bi zimanê
almanî).
- 22.
Destanên kurdî. Tevî Ordîxanê Celîl. Stenbol 1994.
- 23.
Zargotina kurdan. Tevî Ordîxanê Celîl. Cilda I. Swêden, Bromma
1995.
- 24.
Dîwaro terame – bûkê, tu guhdar be. Hewlêr 1999. Her ew 2000. (Bi
zimanê turkî û kurdî).li Stenbolê.
- 25.
Avtobîografîya Ebdulrizaq Bedirxan. Berlîn 1999. Her ew. Dihok 1999.
Her ew. Biqet zu’e min mezkerat Ebdulrizaq Bedirxan. Bêrlîn 2000.
(Bi zimanê erebî). Her ew. Abdulrizaq Bedirxan Otobîyografya.
- Îstanbûl
2000. (Bi zimanê turkî û kurdî) ,Her
ew Bîrewerîyê Bedirxan. Hewlêr (2001).
(Bi kurdîya soranî).
- 26.
Sîyapûþ,
Seyfulmuluk. (Dastan). Wîen 2000. (Bi tîpên latînî).
- 27.
Sîyapûþ,
Seyfulmuluk. (Dastan). Wîen 2000. (Bi tîpên erebî).
- 28.
Sêzde rûpelên balkêþ
ji dîroka gelê
kurd. Wîen 2002.
- 29.
Feqîyê Teyran þêxê
Sen’anîya. (nezîrîye). Wîen 2003.
- 30.
Keþkûla
kurmancî. Sedsalîya X-XX. 2004.
-
-
-
- Konê
Reþ
- Qamiþlo
21/11/2006
-
-
-
|
|
|