|
DEWLETEK
Û ZIMANEK Konê Reþ Kelkela germa havînê ye. Xwêdan ji bedena mirov
tête xwarê, kes nikare
xwe li ber tîrêjên roka vê havîna Qamiþlo bigire. Çûk û çivîk li
asman têne birajtin...Ji bil ku hin tiþt û miþt di hinavê mirov de di
kel e, difûre û wek pêlên deryayê di ser hev re diqulipe.. Û bi demê
re di perpite. Dawîya dawî, tev ji mirov re dibin bîranên wek xewn û
xeyalan. Wek, palgehekê ji pêþerojan re.. Dibe ku mirov hin caran pala
xwe bide wan sûdeyê ji wan bigire û sebra xwe bi wan bîne.
Di vê germê de bûyerek, bîranînek, wefadariyek tu çi navî lê
dikî bike, bi xurtî li dergehê huþ, mejî û dilê min dide, ew jî eve;
Bîranîna 55 saliya koçkirina rehmetî mîr Celadet Bedirxan e. Mîr
Celadet Bedirxan, Evê ku ji berî 74 salan ve hawar û gazî Kurdan kiriye
û gotiye : (
Yekîtiya miletê kurd bi yekîtiya zimanê kurdî tête pê. Di yekîtiya
zimên de gava pêþîn jî yekîtiya herfan e.Yanî ji bona nivîsandina
zimanê miletekî, divêt zana û xwendewarên wî miletî bi tevayî ji
bona zimanê xwe elfabêyekê bibijêrin û heke di wî zimanî de çend zar
hene, zar hemî bi wê elfabayê bêne nivîsandin.)
Hawar, hejmar 10, sala 1932 an Belê,
wek ku diyare, ji sala 1991ê ve, em vê bîranînê li Qamiþlo bi bîr tînin.
Lê îsal 2006, du gotaran, hevpeyvînekê û çûna min a Kurdistanê pêtir
ez hejandim û livandim; Ji ber ku tev li dor zîlanekê digerin, ew jî zîlana
zimanê Kurdî ye. Gotara pêþîn a romannivîsê Kurd Laleþ Qaso bû, bi
navê ( Gelo ev Hikumeta Kurdistanê ye yan a Soristanê ye ? ), di rizgarî.com
de, roja 28 June 2006 belav bûye. Romannivîs Qaso di gotara xwe
bi kezebþewatî dibêje, dibilîne û dipirse: ( Gelo bi rastî
soran û hikûmeta wan nizanin ku di vê dewra kominîkasyona pir hêlî de,
heger xwendegehên bi kurmancî venebin, tirk û ereb û farisên ku zimanê
kurmancî pûç kirine wê hîn bêhtir pûç bikin û bi kurmancî re jî wî
çaxî miletê kurmanc bi carekê ve pûç bibe û av û av here ? Gotara
din a rojnamevan û xwediyê malpera Avestakurd.net e kak Dilbixwîn Dara
ye, bi navê ( Zimanê Medyayê ), di Peyama Kurd, hejmara 92 de, roja
29 June 2006 hatiye weþandin, Birêz Dara di gotara xwe de dibêje; ku
Soranî û Kurrmancî herdû bûne standart...û pêwîst dibîne ku Kurd bi
Kurmanciya ku piraniya Kurdan pê diaxêfin bibe standart ...Ne ku
her yek li gor devoka herêma xwe an navçeya xwe TV yan veke û rojnameyan
biweþîne ... Hevpeyvîn jî, kak Yeko Ardel bi Dr. Yekta Uzunoglu re
li darxistiye û di malpera Celadet.com de, roja 30 June 2006 belav bûye..Dr.
Yekta di bersivên xwe de wiha dibêje: ( Baþûrê
Kurdistanê hêdî hêdî dibe koloniya tirkan. Alek
dane me, serokê me kurd e, helbet baxtewari ye. Ez ditirsim serpêhatiya
welatên efrîkî yên salê 50 û 60 î were serê
Baþûr jî...)
Hem jî
tiþtin nû þanî me
dide di warê aboriyê de ....Bi rastî van hîmenên ÞÎN Û ÞAD (Þînþad),
ez êþandim û dehifdam ku van gotinan durêzî hev bikim û serê we jî
bi xwe re biêþînim, di vê bîranîna 55 saliya bavê zimanê kurdî yê
Latînî, mîr Celadet Bedirxan de.
Di nîsana 2006 an de, ez hatim vexwendîkirin bo (Festîvala
Bedirxan) a sisyan li Hewlêrê, paytexta Kurdistana azad û serbixwe li Baþûr.
Wek ku diyare, ev festîval her salekê li bajarekî Kurdî ye. Sala pêþîn
li Silêmaniyê bû, sala diwem li Duhokê bû û îsal jî li Hewlêrê bû.
Min jî, kar û barê xwe kir, berhema xwe ji bo xwendina di festîvalê
de, li dor navê Festîvalê û Bedirxaniyan amade kir. Bi kêf, þahî û eþiq,
mîna sofîyekî ku here Hecê, tevî asteng û dijwariyên sînor, min
xatir ji zarok, xizm û karên xwe xwest û berê xwe da Kurdistanê. Kurdistan:
Ev gotina mezin, ev xewna þêrîn a ku bi mijandina þîrê dayikê re, bi
me re mezin bûye, û piçik piçikên wê ketiye xwîna me de. Kurdistana
ku bavê min û we bi hisreta bihistek axa wê a azad bûn. Mirin û ev
azadiya ku îro lê heye nedîtin..Ez jî çûm, di Zaxo, Duhok, Þeqlawa û
Selahedîn re derbas bûm. Li Hotela (Burca Hewlêr) bûm mêvan û dor
heftiyekê li wir mam. Li
wir, min ji herçar perçeyên Kurdistanê, ermenistanê û sirgunê nivîskar
û rewþenbîrên Kurd yên bijarte dîtin. Ji Amedê(Diyarbekir), Batmanê
û Stenbolê, ji Mehabad, Sine û Ormiya, Ji Qamiþlo, Efrîn û Þamê, hem
jî, ji Silêmaniyê, Kerkûkê, Hewlêrê, Duhokê û Zaxo...Di gel emîre
Sînem Xan keça mîr Celadet Bedirxan, xanima yekem di Îraqa federal de (
First Lady ) Hîro Îbrahîm Ehmed û Serokê hikumeta
herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî. Em tev xêliyên Mîrê
Botan bûn. Her yekî ji me diviyabû ku dewla xwe di bîra Bedirxaniyan û
mîrnîþiya Cizîra Botan de dake û qurtek ava sar û cemidî ji bîra wan
vexwe ...Her yekî dixwest kevirekî, latekê an hîmekî herifî ji Burca
Belek li cihê wî vegerîne...Her
yekî ji me dixwest; Memo û Zînê vejînin û
Beko bimirîn in û bikujin...
Li Hewlêrê, me sihbetên bedew bi hev re derbas kirin û me ji nêzîk
ve hev û din nas kir, li rewþ û halê hev pirsî...li wir min gelek tiþtên
xweþ dîtin û ji kêf û þahiyan re, xew razî nebû ku bibe mêvanê çavê
min ..lê bi tenê tiþtekî giring, gelekî giring çavên min lê
neket..!! Tevî ku çavên min lê digeriyan; min zimanê Kurdî bi tîpên
latînî nedît; min kovarek, rojnameyek nedît ku em tev di bin sîbera wê
de xwe bidin hev, û bi rêka wê nûçeyên festîvalê, Hewlêrê,
Kurdistanê û Cîhanê bixwînin ..Mixabin û sed carî mixabin me ew
rojname nedît...Ev Kurdistana azad ku ji 15 salan ve bingehê wê hatiye
danîn, ji 15 salan ve gelê Kurd li wê herêmê, desthilatiya xwe bi xwe
dike. Bi al, hikumet, perlemento û wezîre... De
ka careke din em li mîrê zêrîn vegerin, û li xwediyê gotara ( Zilamek
û Zimanek ) vegerin, li mîr Celadet Bedirxan û dûrdîtina wî ji yekbûn
û standardbûna zimanê Kurdî re vepexêrin.. Mîr Celadet Bedirxan, evê
ku ji berî 64 salan ve gotarek di kovara xwe HAWARê de belav kiriye bi navê
(Zilamek û Zimanek), Kovara
Hawarê: 1942, hejmara: 40 Di
vê gotarê de bi têr û tesel li dor
vejandina zimanê ibranî
radiweste û rola Elyêzer bin Yehûda di vejandina vî zimanê mirî de þanî
me dide. Di sala 1922 an de gava Elyêzer bin Yehûda mir, zimanê ibranî yê
ku berî 30-40 salî ji wê hingê ve zimanekî mirî bû, wî ew ziman kir
zimanê miletekî. Îro ev ziman di Felestîn û Israil de zimanekî fermîye,
zimanê dewlet û hikûmetê ye. Elyêzer bin Yehûda xortekî cihû bû ji
welatê Ûris, bi zimanê ibranî qet nizanîbû, li ber halê miletê xwe
diket. Yehûda didît ku halê miletê wî ji halê her miletê din xirabtir
e. Cihû ne bi tenê bê welat û bê hikûmet in; lê zimanê wan jî nîne
û bi zimanên xelkê xeber didin. Qerara xwe da û di dilê xwe de got: divê
cihû jî weke xelkê zimanekî wan hebe û tevde pê baxêvin. Yehûda bi
xwe hînî zimanê xwe, hînî ibraniyê bû... Niha hewildan hene ku zimanê
Îbranî di nav civata miletê xwe de belav bibe...Di sala 1932 an de, dema
ku mîr Celadet Bedirxan kovara xwe Hawar li Þamê, bi tîpên latînî weþand
û naveroka wê bi berhemên nivîskarên kurmancan û soranan xemiland.
Hingê ew li yekîtiya Kurdan digeriya, ji ber ku wî yekîtiya kurdan di
yekîtiya ziman de didît, û yekîtiya ziman, bêguman di yekîtiya tipan
de ye..Li Afganistanê mêzekin; ji ber pir zimaniya gelên Afganistanê û
nebûna zimanekî standard, ku gelên wê tev xwe di bin sîbera wî zimanî
de bidin hev, yekîtiya Afganistanî têk diçe..Pakistan jî mîna wê, ji
ber pir zimaniya axaftina tê de, biryar stand ku zimanê îngilîzî bibe
zimanê fermî ji dewletê re.. Sebaretî
me Kurdan, ne xeme ku Kurd dû celebên tîpan bi kar bînin, dû celeban
standard bibînin, wek ku birêz Dara tîne zimên... Lê cihê daxê ye ku
celebek li ser hesabê celebekî mezin û girs bibe... Wek ku birêz Qaso di
gotara xwe de bi wêrekbûn dipirse û baweriyên xwe li ber xwendevanan
radixîne...
Xuya ye ku mîr Celadet Bedirxan ji berî 74 salan ve, bi tena xwe, bê
dewlet û hikûmet, bîra vê rojê dibir û ne divîbû ku di pêþerojan
de du alfabêyên standard ji zimanê Kurdî re werin bikaranîn. Dema dibêje
: ( yekîtiya miletê kurd bi yekîtiya zimanê kurdî tête pê. Di yekîtiya
zimên de gava pêþîn jî yekîtiya herfan e. Yanî ji bona nivîsandina
zimanê miletekî, divêt zana û xwendewarên wî miletî bi tevayî ji
bona zimanê xwe elfabêyekê bibijêrin û heke di wî zimanî de çend zar
hene, zar hemî bi wê elfabayê bêne nivîsandin..)
Hawar,
hejmara 10 an sala 1932 an.
Gelo roja îro, çilmisandin, ne avdana û guhdana zimanê kurdî bi
tîpên latînî li herêma Kurdistana azad û federal, gunehê kê ye.. ?
Gelo gunehê nivîskar û rewþenbîrên Badînan e ku zimanê latînî pêþnaxinin
û guh lê nakin an bi wê rola ku ji wan tê xwestin ranabin ..?! Gelo rola
rewþenbîr û nivîskarên Soran ji yên Badinan aktivtire û rê nadin
wan..?! Çima hikumeta herêma Kurdistanê û rewþenbîrên wê bi çavê
ku tê xwestin li birayên xwe di perçeyên din de na nerin yên ku bi latînî
dixwînin û dinîvîsînin..?! An tiþtin din hene û hêj dem nehatiye ?! Ev
tiþtana tev, di vê bîranîna 55 saliya koçkirina mîr Celadet Bedirxan
de, gotarê wî
(Zilamek û Zimanek), li dor Elyêzer bin Yehûda
tîne bîra mirov. Hem jî giringî û dûrdîtina wî; bê çendî di pêþerojan
de diponjî û nedivî bû ku kurd têkevin wiha gengeþe û alozî de..Lê
sed heyf û mixabin ku Xwedê jê razî Tewfîq Wehbî Beg, di vî warî de,
warê standardkirina alfabêya kurdî latînî û belavkirina wî di nav Badînan
û Soran de, xwe ji dûv da paþ û alîkarî pêre nekir, wek ku mîr
Celadet dixwest...Ji bo vê yekê mirov dikare li kovara Hawarê
hejmara 10 an sala
1932 an vegere.
Berî ku ez mijara xwe bi dawî bînim, çav bi gotarê kak Zekî
Ozmen xwediyê malpera Celadet.com ketim. Hêjaye ez çend hevokan ji gotara
wî, yê ku îro di eynî malperê de hatiye weþandin li dor van yekan ji
xwendevanan re raxînim. Birêz Ozmen bi kezebþewatî di vê bîranînê
de, vê nûçeya nû belav dike û bibêje: (
Van rojan nûçeyên behsa Windowsa kurdî tên kirin pêrgî mirov tên.
Mixabin tikes ne di ferqê de ye û tikes nabêje ku ev Windows wê ne bi
alfabeya Celadet afirandî be. Bêgoman
xebata Windowsa kurdî ya di navbera Hikumeta Kurdistanê û Microsoftê de
tiþteke girîng e lê belê mixabin ev xebat wê ji bo standartkirina zimanê
kurdî û standartkirina alfabaya kurdî ti xizmetê neke û ev xebat wê
bibe sedem ku hewlên standarkirina zimên û alfabeyê pêrgî zehmetiyên
mezintir werin. Erdal
Ronahî, ku digel çend hevalên xwe pergala xebatê ya bi navê Linuxê diwergerîne
kurdî, li ser van nûçeyan wisa got:” Ecêb e, hemûkes bi xweþbînî pêþwazî
vê xebata Windowsa kurdî dikin lê belê tikes nabêje ku piraniya kurdan
wê ji vê Windowsê bêpar bin. Windows wê bi zaravayê soranî be û wê
bi alfabeya erebî be...”)
Di vê kelkela germa temûzê de, di vê bîranîna mîr Celadet
Bedirxan de, min gotara wî (Zilamek
û Zimanek), li dor vejandina zimanê ibranî û Elyêzer bin Yehûda
xwend pêre pêre jî, min ji xwe re got: Mîr Celadet Bedirxan zilamek bû
bi karê dewletekê radibû.
Ziman mîna alê ye, pêwîste zimanekî me yê netewî hebe, em tev
li dor kom bibin, pê biaxivin, pê binivîsin û bi gotin û bêjeyên wî
zimanî hestên xwe derînin û hez hev bikin... Konê
Reþ Qamiþlo
12/07/2006 |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org