|
Bi
Kurt Kurmancî Kiye
Rewþenbîr Û Kiye Rewþenbîrê Kurd? Konê
Reþ
Rewþenbîr; ilm, zanîn û serwextiya giþtiye. mirovên rewþenbîr
jî, ew mirovên ku di nav me de dijîn û serwextî piraniya cûreyên ilm
û zanînê ne û her dem û gav bi dûv zanîn û nûbûnê de dibezin da
ku civata me bi rengekî þaristanî û demokratî bi pêþkeve û civata me
di xweþî û þadiyê de derbas bibe.. Erê mirovê rewþenbîr; xwedî zanîneke
giþtî û têvele, wek: tore, bi tev cûreyên xwe ve, dîrok, bi þaristaniyên
mirvaniyên xwe ve, erdnîgarî, bi çiya û deþtên xwe ve, civat û polîtîkî,
bi fen û xapên xwe ve.. Ango mirovê rewþenbîr ji her cûreyên ilm, zanîn
û toreyê dizanin..Û çendî di zanîn û serwextiya xwe de kwîr û
milevan bin, wiha ew ji rewþenbîrên rast û durist têne dîtin. Di vî
warî de em nikarên kesên wek: Bijîjkan(Doktoran), bervedêran(Avokatan)û
endezyaran ji rewþenbîran bibînin, eger ew di rewþenbîriya giþtî de,
bi rengekî têvel ne milevan û serwext bin. Rewþenbîrên rast rewþenbîr bin, ewên ku her dem
û gav bi dûv rastî û heqiyê de dibezin, gelek caran ji ber vî karê
wan, sergêjek li wan geriyaye, di ber bîrûbaweriyên xwe de hatine
girtin, sirgunkirin û kuþtin wek; Ismaîl Beþikçî di roja îro de û
Helacê Bexdadî di heymê derbasbûyî de.. Di her heyamî de rewþenbîrên
wî heyamî hene û ta ku çerxa felekê li dar be û mirovanî li ser riwê
zemîn hebe wê rewþenbîrên rast û durist jî hebin.. Belê rewþenbîrên kurd kîne? Rewþenbîrê kurd di
gel þert û mercên li jor me gotin; Ewên ku tûrikê wan yê ilm û zanînê
ji du çandan hatibe dagirtin, yek jê, çanda fermî ye, ewa ku di dibistan
û zankoyên biyaniyan de fêr bûne wek: Erebî, Farisî û tirkî.. Ya din
çanda kurdî ye, ewa ku ji biçûkanî ve di civata kurdî de fêrbûne û
bûye perçak ji giyanê wan.. Ango rewþenbîrên kurd evin yên ku, ji du
çandan bi hev re tûrikê xwe dagirtibin û sûdeya ku ji herdu çandan dîtbin
û tevî bixin xizmeta ferhenga kurdî de… Di baweriya min de, ev yek tiþtekî gelekî erêniye
ji rewþenbîrên kurd re. Vêca gereke rewþenbîrên kurd, wê çanda
biyaniyan a ku fêr bûne, bixine bin xizmeta ziman û çanda kurdî de..Ne
ku çand û zargotina kurdî a ku ji bav û kalên xwe fêr bûne bixine bin
xizmeta ferhenga biyaniyan de.. Mirovê rewþenbîr roleke mezin di pêþketina civatê
de dilîze, ji xwe rewþenbîre yê ku civatê ber bi pêþ ve dibe, rewþenbîre
yê ku li hemberî desthilatê disekine.. Rewþenbîr û desthilat du hîmenên
dijî hevin, rewþenbîr spî ye, desthilat reþ e. Û ta ku dinya hebe wê
reþ û spî raserî hev bin, wê di nav wan de þer be û wiha ta dawiya
dinyê.. Bi gotineke din, rastiya ku rewþenbîr lê digere tenê dêmekî wê
heye, ew dêm spîye. Yê rewþenbîr her dem û gav li wî dêmê spî
digere û dêmê reþ û tarî di hetikîne, ji cemawer re beyan dike.. û
wiha da ku civata ewê rewþenbîr têde dijî, ber bi xweþî, geþî û
azadiyê ve here.. Bêguman rewþenbîrî berî her tiþtî hilberîn û
afirandine.. Belê yê ku ne þareze, zîrek û serwext be, nikare berhevkarî
û wergêriyê jî bike.. Ne her tiþt têne berhevkirin û wergerandin, pêwîste
ew tiþtên ku berjewendiyên gel di wan de hebin, di xizmeta xweþiya gel
de bin bêne wergerandin û berhevkirin.. Pêwîste ew berhevkarî û wergêrî
di xizmeta gel de be. Berhevkarî û wergêrî jî berpirsyarî ye.. Belê, Ji þert û mercên rewþenbîrên kurd ku bi
kurdî bixwîne û binivîsîne, sûdeya ku ji tore, çand û folklorê
biyabiyan dîtibe - ango dewletên dagirker-, bixwe bin xizmeta ziman u
toreya kurdî de…Rewþenbîrê kurd ewe yê ku, bi zimanê dê û bavê
xwe girêdayî be, di mala xwe de bi kurdî xeber bide, serwextî zargotina
gelê xwe be.. Ku jê bê xwestin straneke kurdî an çîrokeke kurdî bibêje!
Gereke zanibe, jiber be û bibêje, bi kêmayî yekê zanibe.. Hem jî, bi kêmayî
gereke 25 pend û gotinên pêþiyan zanibe… Pediviye ku rewþenbîrê
kurd çend malik ji pêþgotina Mem û Zin a þêx Ehmedê Xanî ezber
kiribe, hem jî, sirûda netewî kurdî Ey Reqîb ji ber kiribe..Di gel ku
serwextî dîrok, serhildan û erdnîgariya kurdistane be… Þertê ku giftugo li ser nabe eveye; Ku rewþenbîrê
kurd bi kurdî bixwîne û binivîsîne, zimanê kurdî zimanê axaftina
mala wî be.. Hem jî divê ku serwextî tevgera rizgariya kurdî be, bi tev
baskên wê ve, û eger þaþiyan di baskekî tevgerê de an di civatê de
bibîne, gereke bê tirs û bi cegerdarî wan þaþiyan li ber çavê
welatiyan raxîne.. Dawî ez dibêjim ku rewþenbîr paleye di civata xwe
de, palevaniya þaþî û nexweþiyên civata xwe dike, da ku civata wî, di
xêr, xweþî û pêþketinê de bijî… Erê di baweriya min de, mirovên
wiha rewþenbîrên kurd in. Konê
Reþ Qamiþlo
13/07/2008 Ji
Rojnameya Agiri
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org