Kurtiyek Ji Jinenîgariya Rezoyê Osê

 

Konê Reþ

Qamiþlo, 05/03/2010

 
     

       Navê    Ebdulrezaqê  Eliyê  Îsayê  Osê  ye. Roja 10.10.1950  li gundê Dekþûrî / Cizîrê-parêzgeha Hisiça, herêma Qamiþlo, hatiye jiyanê. Xwendina xwe, ya seretayî li gundê Tenûrî/ gundê sînordaþê Dekþûrî/ kuta kiriye. Ya navendî û lîse jî li bajarê Qamiþlo bi dest xistiye. Bi navên: Aro; Rezo; Stêr; Azad; Pirs; Ebdulrezaq Osê û  Rezoyê Osê di gelek kovar û  rojnaman de nivîsiye, wilo jî di malperan de,  ji  wan: Stêr;  Armanc; Dugir; Pirs; Metîn; Dengê Azadî; Zanîn.. Ji havîna sala  1970  de dest bi nivîsandinê kiriye.     Gelek gotar  û lêkolîn  belav  kirine. Wilo jî, helbest, keveþop  û nûjen, nivîsiye, þano di kovaran de belav kirine, folklor daye hev û belav kiriye, kurteçîrok nivîsîne, çîrokên zarokan dane hev û pênc pirtûk bi navê Dîk-Dîko; Libhinarê; Bavê Hepûn; Þengê û Pengê; Finda Þemal çap kirine. Wî bi Kurdî nivîsîne û Dr. M. Nejarî guhertine zimanê Erebî û bi hev re di bin navê danehev û pêþkêþkirina herdu navan hatine çapkirin.

 

Bi kurtî, eve hin ji keda Mamoste Rezoyê Osê:

 1 - 1972 - 1974  Endamê  komîta  berpirsiyariya  kovara "Þoreþgêr", ku li bajarê Berlîna Rojava derdiçû, maye.

2 - Di van salan de jî bûye endamê komîta çapderîn, ku sê pirtûk  li  Berlîna  Rojava  çap  kirin: Dîwana  S. Hêzanî, bi Kurdî. Helperkên  Kurdî, yên folklorî, bi zimanê Elemanî. Miletek berxwedanê di ber  hebûna  xwe de dike, bi zimanê Elemanî.

3 - 1977, kursê fêrbûna zimanê Kurdî li bajarê Mosko, ji grûpek xortên Kurd, yên zanîngehê re vekiriye.

4 - 1977, Bûye endamê komcivîna damezrandina "Hevbenda Kawa  bo wêjeya Kurdî" dameznerên vê hevbendê: Bavê Nazê; Dr. M. E. Najarî; Dr. S. Mulla û Rezo bûn, ku li Mosko pêk hat. Vê hevbendê gelek pirtûk, bi zimanê Erebî, çi wergerandin, çi jî afirandin/ dane weþandin.    

5 - 1978, 1980 Bûye endamê "komîta amadekar" bo pêkanîna yekbûna komeleyên xwendevanên Kurd li Ewropa, ku di bin çavnihêriya mamoste Ezîz Mihemed de kar dikir.

6 - 1980, 1981 Berpirsiyariya belavoka " Ronakbîr ",li Sûriya, kiriye.

7 - 1982, 1984  Bi Bilûrvan re serkêþiya fêrbûna "Kursênzimanê Kurdî" li binekova Cizîrê kiriye.

8 - 1983, 1993 Berpirsiyariya kovara "Stêr", bi Bilûrvan re, weku damezrêner, paþê  bi  Dilovan û hin rewþenbîrên din re kiriye.

9 -  1993   Endamê  komîta  berpirsiyar  e  di kovara "Pirs" de.

10 - 2002, Endam û yek ji damezrênerên Komîta xelata Cegerxwîn e.

11 - 2003, Bûye endamê komîta þêwirdarên kovara"Pêl" ko li Elmaniya der tê. Vê salê jî bûye endamê PEN a Kurd.

12 - 2003, Vexwendî çalakiyên sedsalaliya Cegerxwîn, li Amedê û Izmîrê, bûye. Li wir "Xwendinek di berhemên Cegerxwîn de" pêþkêþ kiriye.

13 - 2004, Endam û çalakdarê komcivîna duwemîn ya "rojên wêjeyê li Amedê" bûye û beþdarî kiriye.

14 - 2005, Endamê konferansa PENa Kurd û PENa Tirk bû, ku di bin çavdêriya PENa Navnetewî û UNESCO de li Amedê pêk hat.

15 - 2005, Vexwendiyê festîvala rewþenbîrî ya yekemîn li  Duhokê  bû, da lîkolînekê  li ser " hevoksaziya Kurdî ". pêþkêþ bike. Lê ji ber sedemên rewþa navwelatî, di navbera Sûriya û Îraqê de, nikarîbû amade bibe, tenha lêkolîna xwe rê kir.

16 - 2006, Endam û çalakdarê festîvala rewþenbîrî ya duhemîn li Duhokê bû.

17 -  2008, Endam û çalakdarê festîvala Cegerxwîn li Hewlêrê bû.

18 -  2008, wergêrê xelata yekemîn ya fablê li Wanê bû.

 

Ji bil ku gelek distnivîsên wî yên cur bi cur hene, amade ne ji çapê re.

 

Not: Doh, êvara înê 04/03/2010, saet 9ê þevê, Yezdanê mezin, piþtî nexweþiyek dirêj emanetê xwe ji  nivîskar, rojnamevan û welatparêzê kurd Rezo Osê stand. Em jî bi dilekî þikestî û keser koçkirina wî ji Medya Kurd re radigihînin û we serwextî vê oxirkirina wî a xemgîn û diltezîn ku ne di çax û demê xwe de hat, dikin. Hêj zû bû ji koçkirina mamoste Rezo Osê re.. Hêj pêdiviya rewþenbîriya Kurd pê hebû.. Lê sed mixabin, eve halê dinyê, wek ku kurdan gotiye; Dinya baqê nîvciye...

Iro, roja Înê, 05/03/2010, piþtî limêja nîvro, wê darbesta wî, ji Qamiþlo, ber bi gundê wî Dekþûrîyê ve birêkeve û wê lê bê veþartin.

Serê malbata wî sax be, serê gelê kurd sax be û serê rewþenbîriya Kurd sax be, ev rêk li pêþiya me teva ye.

 

Qamiþlo, 05/03/2010

 

 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org