Lêgerînek li nav baxê Wêjeya Kurdî
li
Cizîra Binxetê
Konê
Reþ
Dema
roj mirina sinbilên genim bi çavê serê xwe dibîne bê hemdî xwe hêsrên
zevîyan bi tîrêjên xwe ziwa dike , di þikeftên salan de cih dizên û
bang dikin ... bi hêz li zarokên
xwe yên xerab radibin ewên ku rojên wan çirandin û dîwarên wan
herifandin û bênderên wan wêran kirin ... ; ji aliyê din ve
landika zaroyên xwe yên çê û wefadar dihejîne , ewên ku hewl didin
xwe ji bo avakirina her cihekî wêran û pînekirina her çihekî çiryayî
, ewên ku çelengî û mêraniyê li her derî diçînin û ronahiyê li
her goþeyên reþ belav dikin , da ku karibin bidin pey armancên hêja û
qenc ew armancên ku dikevin xizmeta jiyan û mirovantiyê .
Cizîra
Binxetê devereke
bi hêz û qewîne di nav cihan de , ronahîyê li ser bênderên xwe
dicivîne , rengên kulke zêrîn di asmanê xwe de belav dike û peyvên ku
ji hinavê wê derdikeve li ser peravên demên kûr û dûr dûrêzî hev
dike , ew demên ku tîrêjan ji rokê didize ji bo xemilandina wan pênûsên
ku basa xaka ku leheng anîne û asmanê ku barana serkeftinê barandiye ;
eve wêjeya Kurdî li Cizîra Binxetê , radihêje qamçiyê xwe û her
sibeh û her êvar
bi vî qamçî li êþ û birînên me dide .
Her
wêjeyek destpêk û qonaxên wê yên renge ... reng
hene ,
em dibînin ku rewþa rewþenbîriya Kurdî bi zor xwe li ser lingan digre ,
nû tena ... tena dimeþe û li vir ez dixwazim destpêk û qonaxên bingehîn
ji rewþenbîriya Kurdî li Cizîra Binxetê vekolim , ew destpêkên ku di
qonaxên giring û bi ber di dergehê dîrokê de derbas bûn ; bi rêka
van destpên ronîdayî emê derbasî nav rûpelên tevgera rewþenbîriya
îroyîn bibin .
Destpêka
wêjeya Kurdî ya nivîsandî li weþadina kovara ( Hawar ) ê vedigere ewa
ku Mîr Celadet Alî Bedir-Xan weþand di sala / 1932 / ê li bajarê Þama
þerîf û li nav Kurdên Cizîrê jî dihat belav kirin ; belê akam û
bandora yekem bi saya dîwanên Melayê Cizîrî û Mele Ehmedê Xanî û bi
saya tekiyên olî ku ku bajar û bajarokên Cizîrê di wê demê de belav
bûn wek : Xizna , Til Merûf , Hilwe , Êndîwerê , Amûdê û Qamiþlo ;
hem jî rol û akama dengbêjan pir mezin bû di parastina zimanê Kurdî de
wek : Silo Koro , Omerê Kor , Demir Elî , mala Þêxê Nado , mala Remo
... û tev dengbêjên kilasîk li devera Cizîrê ; piþt vî nifþî re
rola nifþekî din hat ew jî ne kêmî rola pêþîn bû wek : Rifet Darî
, Aramê Dîkran , Seîd Yûsif , Mehmûd Ezîz , Mihemed Þêxo ... û
gelekên din ku peyva Kurdî ya resen di nav têlên dengê xwe de parastin
.
Piþtî
vê qonaxê rola pênûsan tê , ku peþdarî di ronîkirina rûpelên
kovara
(
Hawar ) ê de kirin bi rêka rist û helbestên xwe wek : Cegerxwîn , Osman
Sebrî , Qedrî Can , Dr. Nûrdîn Zaza , Mele Ehmed Namî û Reþîdê Kurd
û gelek kesên din ; lê mixabin piþtî ku kovar rawestiya gelek
kesan ji van rewþenbîr û helbestvanan dev ji karê wêjeyî berdan û
dest bi karê sitasî kirin û hin kesan jî ji ber tirsê dev ji karê xwe
berdan û gelek kesan jî ji ber feqîrtiyê û bi destxistina gepa nanê
rojê devê pênûsên xwe girtin , lê Cegerxwîn ji ber akama êþ
û birîna miletê xwe berdewamî di afirandina xwe de kir bi wêrekbûn , bê
tirs û bê xem meþiya û li kesekî nesekinî giha ku derê û nivîsand ,
li ser dîwarên mala xwe , li ser dîwarên zindan û girtîgehan , li ser
rûberê balgeha bin serê xwe ... ta roja dawîn ji jiyana xwe wî pênûs
ji dest xwe berneda ji bo karibe her êþ û birînan , kêf û þadiyan ...
her tiþtê ku pêrgî wî bê
bigre û nema berde ... ; weha ta em digihêjin nifþê melan ewên
ku ketin bin akam û bandora Melayê Cizîrî û Melayê Xanî û Feqehê Tîran
wek : Mele Nûrî Hesarî , Mele Ehmedê Palo , Mele Ehmedê Zivingê , Mele
Ebdiselam Nacî , Mele Tahir , Þêx Ehmedê Þêx Salih û gelekên din ;
piþtî vî nifþî em dighêjin nifþê van helbestvana : Tîrêj , Yûsif
Berazî , Omerê Lelilê , Keleþ û Konê Reþ ... ; li vir seydayî
Cegerxwîn hewl da xwe ku wê valahiya rawestandina kovara ( Hawar ) ê
bigre û dest bi weþandina kovarakê kir bi navê ( Gulîstan ) di sala /
1968 / ê de , û ji vê pêngavê pêngavên din çêbûn , wek Mecîdê
Haco û Mele Tahir kovara ( Gelawêj ) weþandin di sala / 1979 / ê
de û Mele
Hesenê Kurd kovara ( Agahî ) weþand di sala / 1980 / ê de , lê
mixabin ku ev kovar tev ketin û di weþandina xwe de berdewam nekirn ,
nikarîbûn wê valahiyê dagrin û wêjeya Kurdî li Cizîra Binxetê bighînin
asteke bilind .
Di
destpêka sala / 1980 / ê , karwanên rewþenbîrî ji Kurdistana bakur û
baþûr ji ber zilm , zor û sitemkariyê xwe berdan Sûriyê û li vir
qonaxekê din roleke taybet di hola wêjeya Kurdî li Cizîra Binxetê lîst
, gelek ji qatên ekteletul û enteljinisya Kurdî , xwediyên xwendina
bilin xwe berz kirin , hingê wêjeya Kurdî ji vejiya û geþ bû , û bi
rengekî taybet piþtî vegera rewþenbîrên ku li dervî welat dijyan ku
bi livandineke rewþenbîrî rabûn û berî her tiþt dest bi hînkirina
zimanê dê kirin ew jî bi rêka weþandina kovara ( Stêr ) , hingê
helbestvan , nivîskar û rewþenbîr þad û bextiyar bûn bi vebûna
dergehekî nû li ber wan , li dora ( Stêr ) ê civiyan û ji bo berzkirin
û eþkerekirina dengê wêjeya Kurdî bi rêka dengên wan , bi saya vê
kombûnê hêz û navtêdan bi Rezo Osê û Zagros Haco re çêbû ku korsên
zimanê Kurdî li nav rewþanbîrên Cizîra Binxetê vekin ; ji aliyekî
din ve kovara ( Pêþeng ) bi zimanê Kurdî û rojnameya ( Gel ) bi zimanê
Erebî ji rex þehîdê nemir mamoste Samî Ebirehman hatin weþandin , bi vê
kovar û rojnameyê akam û navtêdan dan Kurdên Cizîrê û xwendin û nivîsandin
bi wan þêrîn kirn û ew serwextî gelek ode û goþeyên rewþenbîriya
Kurdî kirin .
Bi
rengekî berfireh û cidî em karin bibêjin ku hatina rewþenbîrên Kurd
ji komara Ermînya – Sovyata berê – qonaxeke giringe û roleke wê ya
mezin hebû , helbestvan û nivîskarên Kurd yên ku ji Ermînya hatin Cizîrê
rolek qewîn lîstin di þiyarkirina rewþenbîrên Cizîrê de , ew hay
kirin ku çavên wan li pêmayên bav û kalên wan be li kultur û floklorên
wan be û þîreta wan ya herî buha û zêrîn ku guhdariyê li zimanê
Kurdî bikin û ji wan : Dr. Celîlî Celîl , Ordîxan Celîl , Tosinê Reþîd
, Eskerê Boyîk , Teymûr Xelîl Miradof ,
Þeref Aþîriyan û
Elî Ebdirehman
û gelekên din .
Romannivîs
Bavê Nazê rolek wî ya berçav hebû bi rêka çîrok û romanên wî û
bi taybetî romana ( Çiyayên Bi Xwînê Avdayî ) ; bê goman em nikarin
rola stiranên hunermen Þivan Perwer yên netewî û Kurdperwerî jibîrbikin
.
Lê
di sala / 1984 / ê de mirina Seydayê nemir Cegerxwîn birînek kûr di dilên
rewþenbîrên Kurdan de vekir lê birîna rewþenbîrên Cizîra Binxetê
ji ya tevan xedar û dijwartir bû , bi hezaran xort , keç , kal , jin , mêr
û zarok di kolan û sikakên Qamiþlo bi laþê wî de herikîn , akama vê
serboriyê cihekî kûr di derûna rewþenbîran de kola , piþtî nirx û
qedrê Cegerxwîn dîtin û piþtî ku her sal bîranaîna wî ya salane li
dar diket ,
bi xwe hisiyan û bi dilkî gerim li pênûsên xwe vegeriyan .
Belê
serborîya herî reþ û mezin ku giyanê her Kurdekî qelaþt û derþna wî
hejand ... erê her Kurdek li seranserî dinyayê
bê cudaahî , birîna Enfalên deng pîs û kujtara Helepça þehîd
di sala / 1988 / ê de , di vê salê de rewþenbîrên Kurd li Cizîrê ev
êþ û birîn kirin bumbeyên ber teqandinê bi rêka pênûs û peyva
dijwar ji karibin van serboriyên reþ pirotesto bikin , dest bi li
darxistina þevbuhêrkên helbestan kirn û di
hevdîtinên rewþenbîrî de li hev kom bûn û kuþtin , wêranî ,
zilm , zor û setemkarî bi rêka dengên helbestvan û nivîskaran
pirotesto kirin .
Hem
jî weþandina kovar û rojnameyên serbixwe û yên partiyên siyasî bû
alîkar ji van dengan re û ji geþbûna rewþenbîriya Kurdî re wek :
kovara
(
Xunav / 1986 ) ê , kovara ( Gurzek Gul / 1989 ) ê .
Piþtî
serhildana melyonî ya pîroz li Kurdistana baþûr , wêjeya Kurdî li Cizîrê
derbasî qonaxekê nû û ewarte bû , qonaxeke ku ji hemû qonaxên berê
akam , hêz û navtêdan da rewþenbîr û nivîskaran û rê li ber nivîskarên
cidî vebûn li her bajar û bajarokên wê li Qamiþlo ewên ku bi zimanê
Kurdî dinivîsin wek :
Rezo
Osê , Konê Reþ , Ferhad Içmo , Dildar Mîdî , Xelîl Sasûnî , Derwîþ
Derwîþ , Hadî Behlewî , Ebdilbaqî Huseynî , Qado Þêrîn , Ferhad Çelebî
, Mihemed Þêxo û Hefîz Ebidrheman ...
Û
ewên ku bi zimanê Erebî dinivîsin wek :
Ibrahîm
Elyûsiv û Koma Hevdîtina Sêþemê , Ehmed Ismaîl , Ibrahîm Mehmûd ,
Taha Xelîl , Miþel Temo , Elî Elcizîrî ...
Li
bajarê Hesekê :
Seydayê
Tîrêj , Salihê Heydo , Mehmûd Sebrî , Dr.Mihemed Bekiro , Rêwî û
Ebidrehman Alûcî ....
Li
bajarê Serê Kaniyê :
Yûsifê
Berazî ,
Lawkê Hajî û Dîlan ....
Li
bajarê Dirbasiyê :
Xemgînê
Remo , Fethela Huseynî û Mahîn Þêxanî ...
Li
bajarê Amûdê :
Deham
Ebidilfetah , Helêm Yûsif , Mala Huseynî , Luqman Mehmûd , Imad Elhesen
...
Li
bajarê Tirbe Sipiyê :
Tengezar
Marînî , Kamîran Haco , Zagros Haco , Ezîz Tûma û Hoþeng Biroka ...
li bajarê Dêrikê :
Ehmedê
Þêx Salih / Êndîwerê / , Omerê Leilê , Salih Cango , Cemal Welî ,
Mihemed Qasim , Mehmûd Ebdo ...
Di
dawiya vê lêgerînê li baxê wêjeya Cizîra Binxetê bi geþbûn û reþbûna
wê ez dikarim gotineke sermed li þûna dawîyê deynim gotineke ku bibe
piraktîk wê ne bi tenê rewþa wêje ya Kurdî geþbîn bibe wê reþa
Kurdan di hemo waran de bê guhertin belê her û her barê giran li ser milên
rewþenbîrane , û piraktîkbûna vê gotinê ji wan jî tê xwestin bi
berek fireh , gotin ya Mîrê zimanê Kurdî ye Mîr Celadet Alî Bedir-Xan
e dema got : ( Kurd ji hev cuda dilopên baranê ne , cihê têne
daqurtandin . Ko gihane hev dibin lehî , lehîke boþ , tu kes , tu tiþt
li ber wan nikare bisekine . Felata welatê me di rabûna vê lehiyê de ye
) .