Li Hewlêrê Festîvala Bedirxan di bin Wêneyê Barzanîyê nemir de hat li darxistin

 Konê Reþ

    

Cihê dilxweþiyek mezin bû, beþdariya min di festîvala Bedirxan a sisyan de, li Hewlêrê paytexta kurdistanê, û ji gelek rexan ve ;Yek jê ku, yekemîn care ez serdana Kurdistana baþûr dikim. Ya diwê ku, ez bi azadî û bê tirs xwe berdidim gorepana Bedirxaniyan û ji welatiyên xwe re huner û çakîya wan didim nasîn û ji wan re di lîlînim...Ya sisê ku, ez di bin banekî de bi nivîskar, helbestvan û rewþenbîrên Kurdistanî re rûdinim.. Ji Silêmaniyê,Duhok, Zaxo..Ji Diyarbekir, Batman û Stenbolê..Ji Qamiþlo, Efrîn û Amûdê ..Ji Mehabad , Sine û Ormiye...ta ku bi kurdên Siwêd re..Û ez wan ji nêzîk ve nas dikim.. Ya çarê ku, min bi çavên serê xwe, berî mirinê, Kurdistana azad û serbixwe dît... lê geriyam û bi welatiyên wê re keniyam û keniyam ..

Bêguman Xewnek rastîn bû ji xewnên min ...

   Nexasim ku me tevan di vê festîvalê de, di bin wêneyê Barzaniyê nemir de, xwe berda deryaya Bedirxaniyan.. Ev malbata ku, ez  ne bawer im tu malbat wek wê di cîhanê de hebin, ku ji dil û can xebat û bizav di ber gelê xwe de kirine û tev malê xwe û canê xwe di ber de mizaxtine û  winda kirine.


   Tevî ku neferên vê malbatê ji sala 1847an ve di koçberî û sirgoniyê de dijiyan, lê wan qet Kurdistana xwe, warê bav û kalên xwe jibîr nekirin, ji desthilanîn neketin, li ber xwe dan û gelek xebat û bizav kirin, da ku navê gelê kurd di nav gelên cîhanê de bilind bikin. Neferên vê malbatê di sirgoniyê de, di bin þert û mercên çetîn û dijwar de, xwe berpirsyarê gelê xwe didîtin û kêþeya gelê kurd barê xwe yê yekemîn dinasîn, bi gotin û kirinê dixebitîn, çi di warê civakî û rewþenbîriyê de, û çi di warê siyasî de, û wiha tev di sirgoniyê de dûrî xaka Cizîra Botan mirin.

   Her û her daxwaza wan pêþxistina gelê kurd û bilindkirina navê Kurdistanê bû û wiha wan Bedirxaniyan gelek komele û dibistan damezirandin, gelek kovar û rojname weþandin, hem jî bi saya wan gelek navend û enstîtu ji gelê kurd re hatine ava kirin.

 Belê, ez gelekî geþbînim bi vê festîvala Bedirxaniyan û bi tev festîvalên ku li kurdistana azad têne li darxistin û bi hêvîme ku wiha festîval bi berdewamî bêne li darxistin... Xwedê Kurdistanê bi parêze.

Fermo gotina ku min di festîvalê de xwendiye bixwînin:

Konê Reþ

 

Ala Kurdan di navbera Bedir_Xanî û Barzanîyan de

Konê Reþ

 

   Di roja 9 _ 6 _ 1999 an de, serokatiya ecûmenê wezîran  di hikûmeta herêma Kurdistanê de pirojeyê bilindkirina  ( Ala Kurdan ) pêþkêþî perlemanê Kurdistanê kir, endamên perlemento jî bi yek dengî ew piroje pejirandin ...

   Ala Kurdan: Ev Ala ku ji jêr ve  rengê keske, ji ortê ve rengê sipîye û rokek di nav de diçirise , û ji jor ve  rengê sore.

   Bi ragihandina vî pirojeyê pîroz re, gelek bûyer hatin bîra min: Bûyrên ku bi Ala Kurdan ve girêdayî ne û pêre pêre ez li sala 1919 an vegerîyam . Ev sala ku Ala Kurdan têde hatiye damezirandin .

   Di destêka sala 1919 an de, di civîneke (  Komela Tealî Kurdistan ) de li Stenbolê, bi serokatiya serokê wê yê diwem ( Mî r Emî n Alî Bedir_Xan ), biryar hat standin ku xaka Kurdistanê ji hêzên Tirk û biyaniyan rizgar bikin  û serxwebûna Kurdistanê diyar bikin . Ew Kurdistana  azad û serbixwe Alek jêre divîbû, hingê di wê civînê de Emî n Alî Bedir_Xan û hevalên xwe rengên Ala Kurdistanê bijartin, amade kirin û Ala Kurdan  danîn ( eynê vê Ala niha ). Da ku piþtî qewirandina hêzên Tirk  û biyanîyan wê Alê di asmanê Kurdistanê de bilind bikin ..

   Lê mixabin, çendî car wê Alê divabû xwe aþkere bike, lê ne dihat aþkerekirin þerê wê  bi dijwarî  dihat kirin. Wê Alê jî ji cihê xwe yê veþartî ne dihþit ku neyarên wê têr razên ..  û tevî vê rewþa xerab vê Alê du carî asmanê Kurdistanê xemilandiye û dilê welatiyên xwe gekiriye ; cara pêþîn di sala 1929 _ 1930 , de bû, di van her du salan de,  ev Al ji rex ceneral Ihsan Nûrî Paþa û hevalên wî di þoreþa  Aararatê de hatiye bilindkirin li ser çiyayê Araratê, cara din di roja 22 _ 01 1946 an de bû, di roja beyankirina komara Demokrat li Mehabadê, de li navtara Çarçira de.

Lê mixabin, di van her du caran de  ev Al bi darê zorê hat daxistin û ma qedexe ...

   Di sala  1932 an de Mîr Celadet Alî Bedir_Xan  kovara xwe ( Hawar ), li Þamê weþand, Mîr Celadet  yek ji serokên  civata Xoybûnê û þoreþa Araratê bû  di hejmara 5 an de ji kovara xwe ( Hawar ) ê helbestek weþand avêtiye ser (Ala Kurdan ) :

Alê Kurdan  di nav rok
Çi bedew û bi heybet

Bi çar reng î, rengê te
Çi delal û çi xweþkok

Xêzek kesk û xêzek sor
Nav sipî û nîvek zer

Keskesore bi roje
Ev li jêr û ew li jor

   Di hejmara 8 an de ji eynî kovarê ( Hawar ), birayê wî Dr. Kamîran Bedir_Xan jî yek ji hîmdarên komela Xoybûnê û berpirsyarekî  serhildana  Araratê wî jî helbestek belav kir li ser Ala Kurdan :

Ronahîya dil û çav 
Diyarîya dê û bav

Pêsîra wê roj û tav 
Spehîtiya ax û av

Ala Kurdan ser bi ser
Sor û gewre kesk û zer

Qehremanê Ceng û þer
Qublegehê mê û  nêr

Cayegahê can û ser
Afîtaba dar û ber

Ala Kurdan ser bi ser
Sor û gewre kesk û zer

Hêvîya xortan û mêr
Mihraba mizgeft û dêr

Þahê  evd û þahê þêr 
Bi reng û bihne  zîv û zêr

Ala Kurdan  ser bi ser
Sor û gewre kesk û zer

 

   Tevî xwînrijandina wek çem di þoreþa Araratê de û herifandina þoreþê, Mîr Celadet bê hêvî nebû, dilê wî ma bi ser ( Ala Kurdan ) ve û Ala xwe jibîr nekir ..

   Piþtî helbesta xwe bi çend heyvan, gotarek bi navê ( Welat, Welatînî û Al ) di kovara xwe  Hawar ê de, hejmara 9 an de, weþand û têde got :

   ( Her milet xweyîyê alekêye, Al niþana milet û welête.milet û welate,Tevayiya heyîna miletan di ala wan de civiyaye.

Al namûs, rûmet, bextê miletane, Zarowên her miletî ji bona bilindî û bikedirbûna ala xwe, bê perwa xwe didin kuþtin ,Ala her miletî jêre behaye. Di cejn û þahînetan de qesir, xanî û koçeyan pê dixemilînin, di ber wê re diborin, silavan lê dikin, wê maç dikin, datînin ser serê xwe.

    Alên miletên bi serxwe, di ser kelat û bajarên wan re li pêl dibin, di rêvêeçûna leþkerî de divekin pêþiyê.

    Lê alên miletên dîl, wek ya miletê me, ji her derê bi derkirî, Li hevtewandî, li ser dilê zarowên wan de hilandî ne.

    Miletên dîl dixebitin, xwînên xwe dirjênin ko biyanîyan ji welatê xwe biqewirînin û alên xwe li ser kelat û bajarên xwe ji nû ve  daçikînin.

     Ala her miletî bi çend rengan û bi þiklekî dine .

 Ala Kurdan ji jor ber jêr ve ,ser hev ; sor , sip, û keske, di nava wê de roj diçirise.

    Divêt zarowên Kurdistanê bixebitin û rojekê barê vê rayê hilînin, ber bi ezmanê Kurdistanê ve bilind bikin, li wê bi birûskînin, welatê xwe ser avahiya xwe a pêþîn vegerînin û di bin tava wêre bi serxwe û bi kamiranî bijîn .

 Mîr Celadet Alî Bedir-Xan  )

    Piþtî van gotinên Mîr Celadet Alî Bedir-Xan  êdî ez nema dizanim çi bibêjim; di pesnê Ala Kurdan û parastina wê de ... tiþtê ku ez dixwazim bibêjim eve: piþtî 87 salan ji danîna reng û amadakirina Ala Kurdan, piþtî bi dehan þoreþên bi xwîn, bi hezaran þehîd .. Va ji nû ve bi saya þoreþa Barzanîyê nemir, bi saya welatîyên bi rûmet, dilsoz û wefadar em Ala xwe bilind dikin  di asmanê Kurdistanê de, û serbilind û serfiraz em di bin siya wê de dijîn .

    Heger Mîr Emîn Alî Bedir_Xan û hevalên xwe rengên Alê danîbin û þêx Mehmûdê hefîd, Ihsan Nûrî Paþa, Ferzende, Memdûh Selîm Wanlî û... hwd  li ser giriya bin, heger pêþewa Qazî Mihemed  ji bo wê hatibe bi darvekirin û Barzanîyê nemir ji bo wê sînorên bi xwîn derbaskirin  ta ku xwe gîhandiye Sovyêta berê, va îro bi saya welatîyên dilsoz û birûmet  Ala me li ser xaka kurdistanê bilind, li ba dibe.. Hêvî û xewnên wan gorbuhîþtiyan dibin rastî û  her bijî Ala Kurdan,bijî kurd û kurdistan.

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org