Beþekî biçûk ji Romaneke dirêj bi navê;

Konê Reþ

Li Ser Peravê Çemê Ceqceq

(1)

- 1 -

 

       Hin bi hin germê piþta sermê diþkenand, serme ji ber germê bi paþ de vedigeriya û di þûn de germê cihê xwe dadigirt. Tîrêjên roka xwe a zêrîn bi ser asoyê vî bajarê xemgîn de berdida... Ev bajarê ku ji dûr ve wek benderekê, di nav du deryayên þîn de xuya dike. Ji bareþ ve deþta Xelef Axa bê ser û ber, di navbera çiyayê Bagokê ji bakur ve û çiyayê Þingalê ji baþûr ve xuya dike, û ji baxerib ve deþta Mêrdînê dûz û bê pîvan di navbera çiyayê Xursê û Dêrka çiyayê Mazî de ji bakur ve û çiyayê Ebdilezîzê ji baþûr ve, wek xalîçeyeke rengîn hatiye raxistin... Bajarê kul, xem, êþ û janan... Erê bajarê kul, xem, êþ û janan e .

 

    Dawiya zivistanêye, destpêka buharê ye, buhara her tiþtîye; buhara insan û tebaye, çûk û çivîkaye, þînahî û nebate. Di mîna vî çaxî de, kes di hundirê mala xwe de natebite, her yek, xwe li ber berojka rojê digre, her yek li germê digere, piþtî serma û seqema zivistaneke dirêj...erê dirêj di her warî de dirêj..

 

   Bedro bi lez û bez derbasî hewþê bû, yekser berê xwe da birayê xwe yê mezin û jê re got :

- Fereho ! Mizgînîya min li te, efwa Miho derketiye .

- Efiwa çi Bedro ?!

- Ferho, niha ez li çarþiyê bûm, li buroya evûkat bûm, wî jî, ev yek ji mêvanên xwe re tanî ziman û ji hev re digotin raste li gor vê benda ku hatiye diyarkirin, gereke navê Miho jî di nav lîsteya navên azadîkeran de hebe, ew jî dikeve nav lîsteya wan tewanbaran de.

   Wiha li ber derê hewþê, Bedro ev gotin ji birayê xwe Ferho re gotin û bi bêhin çikyayî, bi lez û bez derbasî hundir malê bû, bi þahiyeke mezin ev nûçeya efwa Miho guhest bavê xwe yê kal...

   Bavê heftê salî ev nûçe bi dilekî sar û bê guhdan pejirand wek yekî ku bawer neke û heger rast be jî ne bawere kurê xwe bibîne, ev bîst û pênc sal in ku kurê wî Miho ji ber çavê wî winda bûye, di nav bîst û pênc salan de gelek nûçeyên ji vî hawî jê re hatine gotin û hîç yek ji wan rast derneketiy, dibe ku ev jî weke wan be..    Nexasim piþtî ku gelek êþ û janan konê xwe di beden û hinavê wî de vegirtiye û ji xwe re got:

- Dibe ku zarokên min van gotinan ji min re dibêjin da ku pê dilê min rehet û xweþ bikin..

Bi melûlî û bêdilî lê vegerand û got:

- Baþe Kurê min baþe..

     Destê xwe avêt qutiya tûtinê, bi destekî lerizî, hêdî-hêdî devê qutyê vekir pelekî çixareyan ji nav pelan kiþand, bi lêveke ziwa û qermiçî kevîka jor ji pel þilkir û piço-piço cihê þilbûyê bi tilîyên xwe yên wek darikên hiþk perpitand. Ew pelik di nav tilîyên destê xwe yê çepê de kir wek mezrîbekê, hin tûtin berda nav coga wî pelî û ji nû ve li hev pêça. Piþtî ku careke din, ew keviya perpitandî bi lêva xwe þil kir, ji nû li hev pêça... Quna çixareya xwe qenc li hev bada û xist nav her du lêvên ziwa de û çixareya xwe vêxist. Çend mizên kûr ji wê çixareyê kiþandin, hundir tije dû kir û bi wî dûwê re kûr û dûr çû..Wek mirovekî ku destê xwe ji jiyanê þûþtibe, tev derfetên xweþ li ber hatibin girtin, û mizgîniyê didinê û jê re dibêjin:

 - Mizgîniya me li te va Xwedê kurek daye kepaniya te...

 

   Morala wî têk çûbû, ji þek û pek, serketin û têkçûnên vê jiyana pextreþ û bê ol, bi taybetî di berxwedanên wî yên van salên dawîn de. Nexasim kiþandina  kul, êþ, merez û xeman li ser kurê wî Miho, ewê ku gelekî li ber dilê wî þêrîn bû, dûrketin û windabûna wî ji ber çavan, reva wî ji welat bê ku sûc û gunehek bi dewletê re kiribe..   Wiha di nav dûwa çixareya xwe de kûr û dûr çûbû, di wê derheqê de kebaniya wî Diya Ferho derbasî hundir bû, kiras û xeftanekî reng tarî li bejnê pêçayî, çariyek û þarek reþ li serî gerandî, bi bêrîbûnek wek ya zarokan û girnijandineke xemgîn ku di nav qermîçonkên rûyê wê de xuya dikir pirsî:

- Law Ferho! Ma raste efûya Miho hatiye?!

Ferho lêvegerand:

- Erê yadê raste, weha dibêjin ku efû derketiye û gerek navê Miho jî di nav navên lêborînvanan de hebe.

    Pêlakê deng ji tevan bilîya, ta ku kebaniya malê berê xwe da zilamê xwe Bavê Ferho û jê re got:

- Ev çima tu weha xemgînî ?! û kuþkuþa çixareya teye ? te ode tije dû kir...

Zilamê wê lê vegerand û got:

- Erê Xanê çi fêdeye ? Efwa Miho hatibe çiye û nehatibe çiye ? Wî têra xwe eziyet, dûrbûn û zîvarî dîtin, ew niha bûye lepek, piþtî vî temenî û vê dûrbûna wî ez bawer nakim ku ez wî bibînim, kengî wê bê û ezê wî bibînim ? xwezî min ew bidîta berî mirina xwe, da wek hûn dibînin lingekî min li ser erdêye û yek li ber gorêye ,xwedê ji wan re nehêle; ma Miho çi kiribû ? û yên weke wî çi kirine ? da ku wisa eziyetê bibînin û li çar kenarên dinyayê belav bibin, ma gunehê me çiye ku xwedê em Kurd dane..?!

   Bi van gotinan re bêdengiyekê xwe berda ser tevan, tev di cihê xwe de, sar bûn û her yek ji wan bi ramanên xwe re li paþ vegeriyan, di rojên xwe yên derbasbûyî de ponijîn û mizgîniya lêborînê li dereka sêwî ma. Piþtî pêlekê ji bêdengiyê , Ferho axifî û got :

- Yabo dinya hatiye guhertin, êdî nema kes kare nêzîkî me bibe, nema kes kare zilm û zorê li me bike, ew heyamê ku me zilm û zora wê didît çû êdî nema vedigere .

   Bi gotinên Ferho re çend mirov ji cîran, dost û hevalên wan ... yek bi dûv yekî de li deriyê wan dan ..û derbasî odeya malê bûn; wan jî pirsîn gelo raste, me sehkiriye ku efwa Miho û kesên mîna wî derketiye ?! Û weha xirecira çûn û hatina mal Evdo zêdebû ji aþ û bajar ve her yekî ji xwe re gotinek digot û tev gotin li ser yek zîlanê digeriyan, zîlana lêborîna girtî û sirgonkiriyan ji ber zulim û zora dewletê.

 Hina digot :

- Mala Xwedê ava, em ji wî heyamî rizgar bûn, welleh afatiya me anî bûn..

Hina digot :

- Heq bi heq dibe lê kef bi devê mirov dikeve ..

Û hina digot :

- Kufir dûm dike lê zulim dum nake...

 

 

- 2 -

 

     Danê esire, hêj ew miçorge li mala bavê Miho li dare; jinbîyek derebasî hewþê bû; pîrejinek temenê wê di ser heftê salî re bû, hêj bi wê Kurdîtiya xwe ya orjînal girêdayî bû; bi kiras, xeftan, pêþmalik, çarik, heprî û kofiya li ser serî girêdayî.. Li devê derî lîland û hepriyek ji ber þohiya xwe kiþand û çend carekî xwe li erdê xist.. Di wê bîstikê de zarok lê kom bûn, wan jî nola wê, xwe li erdê xistin, reqisîn û lîlalndin... Kesên malê, li ser dengê lîlandina wê û zarokan hay bûn, derketin hewþê, dîtin ku pîra meta waye. Çûn pêþiyê û di nîvê hewþê de li hev sekinîn.. Kalê Evdo jî bi dûv zarokên xwe de derket, destê xwe da ber çavê xwe û mîzekir, dît ku xuþka wî pîra Fatê ye. Hingê bang kurê xwe kir û got:

- Kuro bi destê metka xwe bigre û bîne hundir, wê ji nav wan zarokan derxîne..

Û di bin simbêlê spî, ku ji diwa çixareyê zer bibû, girnijandineke xemgîn li ser dêmê wî hat neqiþandin. Dibe ku salên zaroktiyê bi xuþka wî Fato re hatibûn bîra wî û dibe ku dê, bav, bira û xuþkên wan hatibûn bîrê... Bi hatina xuþka wî Fato re, bi wê reqs û lîlandinê wê re û piþtî  pêlekê ji bêdengiyê berê xwe da xuþka xwe û got:

- De were lê, temenê me bi çiqçiqê re derbas bû, me tiþtek ji jiyana xwe fam nekir, dibe ku ji îro û bi þûn ve zarokên me di jiyaneke xweþ de derbas bibin û bijîn… Welleh ez bawer nakim… ?! lê zarok wilo dibêjin... Min tu guhertin nedîtine, lê xuyaye ku misoger dinya hatiye guhertin û hêj bêhtir wê bê guhertin...

   Pîra Fato lê vegerand û got:

Evdo ! Bela jiyana me gorî jiyana wan be, yê me temenê me çû nema lê hêjaye, lê heger ev efû û ev guherîn rast bin çima emê ne reqisin ?!! û xwe ji nav destê biraziyê xwe derxist û dîsa xwe li erdê xist û reqisî.. Hingê tev pê keniyan, ji pîrbûn û heyecanê tewtihî û li ber ketinê bû, lê biraziyê wî pêve giha û nehiþt ku bikeve erdê, bi milê wî girt û hêdî-hêdî ew bi derenceyê ve hilkiþand, ta ku giha hundirê malê. Xelkên malê lê civiyan û ji nû civateke din li dar ket û geriya.

 

3 –

 

    Rewþa pîra Fato jî, wek rewþa tevayî xelkên deverê bû, dibe ku ji ya gelekan xerabtir bû. Çiko di ciwaniya wê de mêrê wê Elo bi gulleyên cendirmên tirkan li ser sînor hatibû kuþtin, piþtî ku du hevalên wî di teqandina mayinekê de hatin kuþtin. Dema ku ji Binxetê diçûn Serxetê di destpêka salên þêstî de. Ji wê hingê ve pîra Fato li ser kurê xwe yê bi tenê maye û mêr li xwe heram kirin. Belê. piþtî ku kurê xwe bi delalî mezikir, ew zewicand û zarok jê re çêbûn, êdî nema karîbû wî û zarokên wî xwedî bike. Ji ber ku ew çend xetên erdê ku destê wan de hebû dewletê ji wan sitand- piraniya xelkên wê deverê bê nasname bûn- û tu karên dewlwtê bi dest kurê wê neket, hem jî bûka wê çav reþî tavêtinê û guhdarî lê nedikir ... Ji ber tevaya van sedeman kurê wê Emîno mala xwe barkir bû Þamê, ew jî mîna gelek welatiyên xwe, di aþxeneyên Þamê de kar dikir.. Pîra Fato, bi tena xwe mabû. Bi yarmetî û gepên mala birayê xwe Evdo jiyana xwe didûmand û her dilê wê gelekî bi ser kurê wê Emîno û zarokên wî vebû. Hem jî dilê wê bi ser zarokên birayê wê Evdo ve bû ..

   Çend carekî kurê wê xwest wê jî bi xwe re bibe Þamê û mana li vî þarê þerîf jê re xweþdikir lê ew razî nedibû û dev ji koxika xwe bernedida, bi tenê bersiva xelkê weha vedigerand û digot :

- Erê Þam þekire lê welat jê þêrîntire, ez koxka pîrê nadim bi qesra Mîrê Cizîrê...

 

   Va îro, Fato bi kêfe, wê biraziyê wê Miho ji sirgoniyê vegere malê, efwa wî derketiye. Bê gûman ew bi hêvîye ku rojekê kurê wê Emîno û zarokên xwe jî ji Þamê vegerin û li welatî xwe bi cî û war bibin.. Heger hina pirsa rewþa kurê wî dikir li wan vedigerand û digot :

- Raste Þam xweþe, lê welatê xelkê nabe welatê mirov, Xwedê ji xeraban re nehêle, xwezîya min bi wê roja ku em li hev kom bibin... Ne min xêr ji bavê wî dît û ne min xêr ji wî dît, xelk tev dijminê mene.. Tirkan bavê wî ji himbêza min revand û vê dewletê jî Kurê min ji min dizîne.. ma ku ew çend xetên erd ji me ne hata standin û gepa nanê me bi zilm û zorê ji devê me ne hata revandin, wê çima niha kurê min li miþextî û zîvarîyan ba, li ber destên xeraban kar kirba; Erdê ku ji sedê salan ve me hiltanî û datanî, ji sedê salan ve me  qoçanê wî bi xwîna xwe nivîsandin, her gavek ji xaka vî erdî bi xwêdana me hatiye avdan, ne ristî ne badayî helal hazir ew erdê ku ji xwîn û xwêdana me hev girtibû karbidestên dewletê, ew erdê ku ji zaroyên me delalîtir dane Ereban, xwedê giravî, dibêjin ku ava Ferat mal û milkên wan li ber xwe biriye.. lê ya rast ewe ku, ji bo wan di nav me de biçînin mîna stirîyên beloq di nav gulîstaneke geþ de..  Tiþtek ji me nayê ji bilî nifiran pêve, hema Xwedê derîkê wan bigre..

   Evdo bi birîna xuþka Fato xweþ zanîbû, vêca gelekî rûmet didayê, ne li bal wî tenê cihê rêzgirtinê bû, bêlê li bal tevayî xelkên taxê û li nav tev dost û nasan Fato xwedî rêzgirtin bû.

    Vê esriyê, Fato li ser mizgîniya efwa biraziyê xwe hatibû mala birayê xwe Evdo, normale ji weha jin re ku kêfa wê bê û wisa biraqise.

 

Dûmahî berdewam dibe.

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org