|
Malbata
Cemîl Paþa Diyarbekirî û Dr.
Qasim Miqdad Cemîl Paþa (1932
– 1992) Konê
Reþ
Çendî min dixwest ez jî beþdariyê di
Festîvala
Rêzgirtina Neteweyî bo binemala Cemîl Paþa yê Diyarbekirî li Hewlêra
paytext bikim,
lê mixabin ji ber gelek sedeman, ew derfeta zêrîn bi dest min neket.. Erê
derfetek zêrîn bû sebaretî min..Min di dixwst neferên vê binemala dêrîn
ji nêzîk ve nas bikim û nexasim li Kurdistana azad..Tevî ku ez gelek
neferan ji wan nas dikim, ji yên ku li Binxetê dimînin. Di vê
dema dawî de, min du hevpeyvînên xweþ bo KurdistanTV amade kirine. Yek
bi Jala xanim, keça Ekerm beg Cemîl paþa re ye û ya din bi Mistefa
beg, kurê Mihemed begê Cemîl paþa re ye. Belê navê min di progiramê
festîvalê de hebû û kêfxweþ dibûm ku bi mamoste Malmîsanij, Dr.
Kendal Nezan, Perwîn xanim,
Verda xanim û yên mayî re, têkevim dabaþa malbata Cemîl
Paþa Diyarbekrî û em bi hev re kar, xebat û bizava wan di ber kurdewariyê
de giftûgo bikin.. Lê mixabin sînor bû kelem û ew derfeta zêrîn
ji dest min firiya.
Xwendevanên bi rûmet ! Ev nivîsîna li xwarê, mijara min bû bo festîvala
rêzgirtina neteweyî bo binemala Cemîl Paþa yê Diyarbekirî li Hewlêra
paytext. Min Dr. Qasim Miqdad Cemîl Paþa wek nimûne ji vê malbatê
ji xwe re bijarti bû, fermo nivîsa min bixwînin. *
* *
Ji nav van çend malbatên dêrîn, ku di bajarê Amedê de, ji sedê
salan ve dijiyan, wek malbata: Zulfî Zade, Birincî Zade, Hacî Îbrahîm
efendî(1 û Cemîl Paþa, ji tevan bêtir
malbata Cemîl Paþa nav û deng di nav kurdan de daye û navê bajarê
Diyarbekirê, bedena diyarbekirê
bi navê wan ve hatiye girêdan û naskirin. Hem jî, ev malbat, di warê
xebata kurdparêziyê de hatiye naskirin, nemaze bi van mirovên xwe yên
xebatkar û kurdperwer wek: Omer Cemîl Paþa, Qedrî Cemîl Paþa, Ekrem
Cemîl Paþa, Wecdî Cemîl Paþa
û hin din.
Cemîl Paþa, nevîyê Mehmûd Paþa bû. ji bav û kalên xwe ve li
bajarê Diyarbekirê dijiya, lê bi koka xwe ji xelkên ( Silopî ) bû. Ji
ber vê yekê Qedrî Cemîl Paþa, di bîranînên xwe de xwe bi naznavê (
Zinar Silopî ) daye naskirin. Ji berî 300 salî ve Beden û Birca
Diyarbekirê dibin hêza destê vê malbatê de bû, yekî dispart yê din
û wiha ta ku dawiya wan Cemîl Paþa û kurên xwe bûn.
Di sala 1847 de, piþtî ku sultanê Osmanî, mîrê Cizîra Botan, mîr
Bedirxanê Azîzî, dîl û sirgûnî Stenbolê û girava Kirîtê kir, hingê
berê xwe da kurdan û bi sed hezaran ji kurdan sirgûnî derdora Anedolê
kirin. Û Cemîl Paþa jî li Yemenê kir walî. Da ku ji þer û bela wê
xelas bibin û kesên wek Cemîl Paþa nedin ser þopa mîr Bedirxan, ji ber
ku têkilîyên Cemîl Paþa û mîr Berdirxan bihev re hebûn û xweþbûn
û herêma Diyarbekirê bêtir dibin destê Cemîl Paþa de bû û wiha Cemîl
Paþa 30 sal li Yemenê qedandin. Li Yemenê Cemîl Paþa 8 jinên din bi
ser dotmama xwe de anîn, ji wan jinan 11 kur û 3 keç jêre çêbûn, 4
kur û keçek ji dotmama wî û 7 kur û 2 keç ji wan jinên din.
Piþtî ku Cemîl Paþa 30 salên xwe li Yemenê bûrandin, vegerya
welatê xwe Diyarbekir û gelek zêr û mal bi xwe re anîn û kurên xwe bi
xwendin û zanîn dan, nemaze li Stenbolê û Ewropa, ta ku di sala 1900 de,
li bajarê diyarbekirê çûye ber dilovaniya Xwedê.
Di dawiya sed salên 19 an û despêka 20 na de, kurên Cemîl Paþa
di nav rewþenbîrên imperatoriya Osmanî de, ji yên sereke dihatin
hejimartin, hem jî pir têkilîyên wan bi malbatên kurdperwer re li
Diyarbekir û Stenbolê hebû..
Li piþtî ku destûrê 1908 an hate deranîn, kurên Cemîl Paþa jî
bi welatparêzên kurdan re wek: Bedirxaniyan, Baban û Þemdînan, xebat û
bizav kirin, da ku navê gelê kurd wek gelên Yûnan, tirk û Ereb bilind
bikin û wiha doza mafê gelê kurd li Sultan kirin.
Di sala 1912 an de " Omerê Cemîl Paþa(2
bi xwendekarên kurd re li Stenbolê, yekemîn komele ji xwendekarên kurdan
re bi navê " Hêvî " damezirandin, hingê ew serokê komelê bû,
hem jî dostanî bi hin kesên gelên bin dest re danîn wek Ereb, Yunan û
Ermenan..
Lê ku em vegirin ser kurê Cemîl Paþa yê din " Qasim "
ku dibe kalikê " Dr. Qasim Miqdad " emê binerin ku " Qasim
beg " ji kurên Cemîl Paþa yên mezin bû, camêr ne kêmî birayên
xwe bû, belê ji giþa bêtir barê mabata Cemîl Paþa bi xwe ve hiltanî
û di berde dixebitî. Dîwanxaneya wî di bajarê Diyarbekir de, ji her çar
dîwanxanetên din bêtir bi mêvan û dan bû, hem jî welatparêzekî dilêþ
û xemgîn bû..
Dema serok " Wilson " her 14 bendên xwe di sala 1917 an de
li cîhanê belavkirin " Qasim beg " komelek kurdî bi navê
" Komela tealî kurdî " di bajarê Diyarbekir de damezirand, bi
alîkariya kurdên welatparêz wek: Dr. Evdella Cewdet, Dr. Fûad Hac Ibrahîm
Efendî û Memdûh Selîm Beg .. û gelek þaxik jêre li bajarên rojhilatê vekirin. Hem jî dan û
standinek bi komelên Kurdî yên Stenbolê re çêkirin, hingê Qasim Beg
hate bijartin ku ew li Stenbolê serokê komelê be.
Lê ku em vegirin ser kurên " Qasim Beg *
emê bi nerin ku sê Kurên wî hebûn, Þemseddîn, Ekrem û Miqdad:
Þemseddîn: li Siwîsra, bajarê Lozanê, bi bira û pismsmên
xwe re xwendina xwe dikir. Dema ku þerê cîhanî yê yekemîn dest pêkir
vegerya tirkyê û beþdarî di þer de kir, ta ku di sala 1916 an de giha Dêrazorê
û di eynê salê de çûye ber dilovanya xwedê.
Ekrem: wî bi birytê xwe re li Lozan dixwend, di dest pêka
þerê cîhanî de vegerya Stenbolê û tevî tevgerên kurdan bû. Û pir
kar di komeleyên kurdan kiriye.
Di sala 1919an de, bi mîr Celadet Bedirxan û birayê wî Dr. Kamîran
Bedirxan re, di gel mêcer Newêl yê Ingilîzî re li kurdistana bakur
geryane, da ku daxwazên gelê kurd nasbikin, berî ku peymana Sîverê bê
mohrkirin di na bera hevalbenda û dewleta Osmanî de ..
Di sala 1925 an de, pir têkiliyên Ekrem beg bi Þoreþa Þêx Seîdê
Pîran re hebû, bi hilweþandina þoreþê re, Ekrem beg li Stenbolê hate
girtin û navî wî hate xwendin bi darvekirinê .. lê bi hêza zêran hate
berdan..
Miqdad: bavê Dr.Qasim, ji kurên Qasimê Cemîl Paþa yên biçûk
bû. Dema ku þerê cîhanî yê pêþîn, herdû birayên wî û pismamên
wî ji Ewropa vegryan tirkyê, hingê rê ji ber xwendina wî li Ewropa hate
birîn, vêca bavê wî, ew li Diyarbekir û Stenbolê bi xwendi da . lê
mixabin, vê dawiyê û bi taybetî piþtî þoreþa þêx seîd efendî, cî
û war li tirkyê ji ber wan hat girtin, wan jî xweþ naskir ku nema bi hêza
zêran karin hikûmeta Mistefa Kemal Paþa bixapînin. Hingê jî, Mistefa
Kemal paþa navê wan ji Cemîl Paþa guhertibû bi (Cemîl Oglo), vêca ji
neçarî Miqdad Beg bi birayê xwe Ekrem Beg û bi pismamên xwe re wek:
Qedrî Beg (3, Mihemed Beg (4,
Bedrî Beg (5, Wecdî Beg ... hwd, binxetî
Sûriyê bûn di Adara 1929 de.
Wiha tev bi zarokê xwe ve, li bajarê Dirbêsiyê û Hesekê kom bûn.
Di wê navê re komela Xoybûn li Bêrûtê di sala 1927 ande hatibû
dameziran din, vêca tev bûn endamê wê komelê û xwe ji þoreþa Agrî
re amedekirin ku ji sînorê Sûriyê ve êrîþî tirkan bikin, lê mixabin
ew pilanên wan jî ber avêtî derketin... Di wan salan de eynê sala 1932
an xwedê kurek da Miqdad beg li bajarê Hesekê, navî wî kir Qasim, li
ser navê bavê xwe. Dr.
Qasim Miqdad Cemîl Paþa 1932
- 1992
Dr. Qasim, biçkanîya xwe li bajarê Hesekê û gundê Tehlikê bûrandiye
ta ku temenê wî bûye 8 salî. Hingê bavê wî mala xwe barkirye Þamê,
wiha wî xwendina xwe ya seretayî, orte û bilind li Þamê bi dawî aniye.
Di ber re jî, fêrî gelek zimanan bûye wek: Erebî, tirkî, Ferensî,
Ingilîzî, ji bil ku zimanê kurdî, zimanê axaftina mala wan bû.
Piþtî ku xwendina xwe ya bilind di bijîþkiyê de, di zankoya Þamê
de kuta kir, vegerya bajarê " Derbêsyê " û lê kilînîkek
vekir. Lê pir lê dom nekir û berê xwe da bajarê " Qamiþlo "
di roja 7ê Adarê de di sala 1963 an, û têde kilînkek vekir û bi þev
û roj, êþ û nexweþyên gelê Qamiþlo û Cizîrê bi derman dida.
Wiha " 28 " salan berdewam kir di bajarê Qamiþlo de, ta
ku çû ber dilovanya xwedê di roja ( 13-10-1992 ) an de.
Di roja ( 14-10-1992 ) an de, bi guhestina termê wî re ji bajarê
Qamiþlo, ta bi goristana gundê " Dugirê " piranîya netewên
Cizîrê, bi Kurd, Ereb, Ermen, Siryan beþdar bûn. Ew li kêleka Dr. Ehmed
Nafiz Zaza bi çî û war kirin. Li ser gora wî çend gotin hatin xwendin,
di pesin û þarezayiya wî de. Ji gotina dawîn a metran Antiranîk wiha
got: ((Dr. Qasim, sembol bû ji hevgirtina netewên Cizîrê re.. Pîroz be
ji wî gelê ku ew jê ye..))
Di çil rojiya wî de, tev netwên Cizîrê û girngtirîn kesayetiyên
hukûmetê beþdar bûn, di gel dost, heval û mirovên wî yên ku ji Þam
û Helebê hatibûn, hem jî gelek gotin û helbest hatin xwendin.
Çima Dr. Qasim Miqdad bi vê rêxistina dûr û dirêj ? gelo ji ber
ku bijîþkekî jîr û zana bû..?! An ku ji mala Cemîl Paþa Diyarbekirî
bû ?!
Ev tev netêne, bi tenê tiþtekî giring li bal peyda dibû, wî tiþtî
dihiþt ku tev dost û hevalên wî jêre temene bibin, ew tiþt;
mirovantiya bû, wekheviya wî bû, cangoriya wî bû.
Dr. Qasim, xwe di ser kesekî re nedigirt, û kes jî di ser xwe re
ne digirtin û qet rojekê ji rojan xwe bi esil û feslê xwe paye nekir,
hem jî ne got, ez kurê Cemîl Paþa me, û qet wî pîþ bi paþnavê xwe
( Cemîl Paþa ) nekir. Tenê bi navê Dr. " Qasim Miqdad " di hat
naskirin.
Dr. Qasim, kes di ser kesî re negirt, ne got ev kurd e, ev Ereb e,
ev Ermenîye, ev Siryane, û ne jî ev misilmane an filehe an Yezîdiye ..
tev li bal wek hevbûn..
Di þevên zivistanî de, cizme dixist lingê xwe û bi dûv nexweþên
xwe de diçû gundan û taxên dûr ji bajêr.. Pere ji xizan û belengazan
ne distand, belê pirê caran bihayê derman jî, ji bal xwe ve dida wan..
Mêr bû, ji kesî ne ditirsiya, ne ji Þêx û Keþan û ne ji hêzên
dewletê û piraniya wan pêre dost û hevabûn..
Dr. Qasim, merd bû, li malê dinyê negerya, ku geryaba wê niha çend
qûnaxên wî hebûna .. ji ber vê merdiyê " 28 " salên xwe yên
dawîn, di hotêla " Semîr Emîs " de libajarê Qamiþlo bûrandin,
bi kurên " Baho " re li bajarê Qamiþlo..
Raste jin ne anî, û bê ku bedena wî þîn bibe çû ber
dilovaniya Xwedê, wî jî ev yek dizanî ne ku ne dizanî, lê wî tev
nexweþên ku diçûn bal wek zarokên xwe di dîtin, û di piraniya wan de
di dît ku tiþtek ji wan nayê ji bilî çêkirina zarokan pêve, vêca pêwîst
di dît ku riya tundiristiyê þanî wan bide, da ku di pêþerojan de
saxlem bin, û karibin tiþtekî hêjayî ji xwe û yên dora xwe re pêk bînin.
Ji ber ku wî raman û xebata rast û durist di beden û laþê saxlem de
didît. Ne di yê nexweþ de. Vêca dixebitî
Ku laþan saxlem bike, ne ku peran bi dehev wek doktorên îro..
Wiha di wê navê de, jin jibîr kir û xwe winda kir di nav bera
mirovhezkirinê de û mirov parêziyê de..
Dr. Qasim, pir jîr û zîrek bû, wek me got, hem jî di warê ilm
û zanînê de, kêm kes di sûrî de wek wî hebûn, mirov ne dizanî, Dr.
Qasim, bijîþke, an dîrokzane an.. Kêm zêde di her warî de xwedî zanîn
bû, bi gotina dostên wî yên nêzîk ku ji min re gotin: " Dr.
Qasim Miqdad ansîklopîdyake li ser dû lingan bû.. "
Dr. Qasim di warê kurdayetiyê de ne çav girtî bû, belê bi dû
saloxdanên tevgera kurdî de bû, û di salên dawîn de hêviyên wî pir
mezin bûn bi welatekî rizgarkirî. Tiþtê jê dihat xwestin dikir û
Dida.. Mirov
dikare wî bixe rêza wan doktorên ku canê xwe gorî xaka kurdistanê
kirine wek: Dr. Evdulla Cewdet, Dr. Fûad, Dr. Ehmed Nafiz Zaza û hin din..
Di bawerya min de çi mirovê ku di jiyana xwe de bibûre da ku
jiyana kesên li dor xwe xweþ û geþ bike, ew mirov mêre û çi mirovê
ku êþ û nexweþiyên xwe jibîr bike, bi êþ û nexweþiyên xelkên li
dor xwe ve dakeve, ew mirov giranmêre, hêjaye pesn û þabaþan..
Dr. Qasim, yek ji van giranmêran bû, camêr jiyana xwe tevde diyarî
gelê " Cizîrê " kir bi tev netewên ku têde dijîn, çi Kurd,
çi Ereb, çi Ermen, û çi Aþûrî, û qet rojekê ji rojan li ola mirov
ne pirsî, Mislmane an Filehe, an Ezidiye, bi tenê berguhka wî di guhên wî
debû, û destên wî jenên nexweþan di hejmartin, wiha bi jîr û zîrekiya
xwe raport û lîstên dermanan ji nexweþên xwe re dinivîsandin. Pirê
caran nexweþên wî bi dermanên wan lîstan rehet dibûn, bêtir ji dermanên
lîsteyên doktorên " Þam " û " Helebê "
yên bi teybetî. Sed rehmet li giyanê wî biba re, bihiþt cî û
warê wî be.. Perawîz û jêder : 1- Dr. Fûad yê ku li
Diyabekirê bi þêx Seîd re hatiye bidarvekirin, kurê Hacî Ibrahîm
Efendî ye... 2- ta roja îro zarokên
Omerê Cemîl Paþa li dervî kurdistanê dijîn, nemaze li Edirne û
Stenbolê wek: Dr. Farûq û Dr. Cemîl û Kemal Sahib.. 3
– Qedrî Beg ( Zinar Silopî ): Di sala 1946 an de wek nûnerê Kurdên
Binxetê çû Mahabadê bo pîrozkirina Komara Demoqrat, zarok jêre nebûn ew xalê Dr. Qasim bû. 4
– Mihemed Beg di dawiya sala 1992 de li gundê xwe ( dade Ebdal ) çû ber
dilovanya Xwedê, nuha kurê wî Mistefa Beg li eynê gund dimîne, nêzîkî
Serê Kanyê 5
–Du kurên Bedrî Beg li Sûryê dimînin yek Dilawer e, derman xaneyek wî
li Helebê ye, yê din Welîde li Þamê akencîye. 6 - Qedriyê Cemîl Paþa (
Zinar Silpoî ) – Doza kurdistan ( bîranîn ) Erebî 7 - Dr. Celîlê Celîl:
Nehdet elekrad elseqafiye we elqewmiye 1984- bi Erebî 8 - Kamîran Haco, dîrok
û þax û paxên dara malbata Cemîl Paþa ji devê Dr. Qasim girtibû û
nivîsibû, tev dane min .. 9 - Di herdû salên dawîn
de têkilyên min bi Dr. Qasim re hebûn, pirê caran min jê dipirsî li
dor malbata Cemîl Paþa, wiha ez serwextî gelek nûçeyan bûm.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org