|
Mihemed
Þêxo Û Hilbijartina Gotinan Konê Reþ
Kêfxweþ dibim, ku ez jî dewla xwe di bîra hunermendiya Mihemed Þêxo
de dakim û dilê evîndarên deng, awaz û gotinên wî, bi çend gotinan
þad û xweþ bikim.
Mihemed Þêxo; ew jî mirovekî wek me tevan bû. Lê di warê deng
û mûzîkê de, mirovekî ji me cuda bû; Mirovekî bi bûyerên gelê xwe
ve girêdayî bû, qet hayê wî ji malê dinyê tune bû. Wî tev temenê
xwe di ber bîr û baweriyên xwe de xerckirin, bê ku hayê wî ji dîrokê
jî hebe, an li cihekî ji navê xwe re di nav rûpelên dîrokê de
bigere..
Wek guhdarekî stranên wî, ez jî, yek ji dost û evîndarên
guhdariya stranên wî me. Ew stranên ku li ser zilana sê bingehan dizîvire;
Deng, awaz û gotin. Mihemed Þêxo bi zanebûn, ev hersê bingeh bi mûzîkê,
li gor gewriya xwe û bi gotinan, li gor eþ û janên gelê kurd ji xwe
dibijartin, bi hevre dihûnan û di nav gel de belav dikir. Guhdarên wî jî,
bi sehkirina stranên wî re, di nav pêlên jiyaneke tijî kul, xem, kef û
þahî de dûr – dûr diçin û rehet dibin.. Ji ber ku stranên wî akam û bandoreka mezin di his, hest û derûna mirovê kurd
de dihêle, wî ji qurm ve dihejîne û bi rex du tiþtan ve dehif dide;
Welat û evîn..
Mezinbûna navê Mihemed Þêxo ji vê yekê tê; ku dikare du celebên
guhdaran peyda bike, yek jê; Ewên bi kul û jan in, a din ewên
bi kêf û þahî ne. Ango Mihemed Þêxo di stranên xwe de, þîn
û þadiyê bi hev re kom dike.. Dikare bihêle ku mirovên þîn-þad li
yek stranê guhdarî bikin. Di baweriya min de ev yek jî vedigere ser
bijartina wî ji gotinên stranên wî re. Wî, bi zanebûn gotinên stranên
xwe dibijartin û razî nedibû ku her helbestê bistirîne. Li gor ku ez
yek ji kesên nêzîkî wî bûm, gelek helbest jêre dihatin ku bike stran,
lê ew razî nedibû… Helbestên ku dibijartin, bi piranî li dor zilana
welat, bûyerên welat û evînê digeriyan. Ta ku wî evîn jî, bi welat
ve girêdida, ango li tembûra kul û êþên welatiya dida, xwe ji welatiyên
xwe dûr nedikir, bi reþahiya welatiyan re bû û bi wan re dijiya.. Weha wî
helbestên stranên xwe bi zanebûn bijartin û helbestên van helbestvanan
gotin, ewên ku welat ji wan re, evin bû, hebûn bû û bi bûyerên welatê
xwe girêdayîbûn û bi wan bûyeran re dihejiyan û dixiliyan. De ka
werin emê mêzebikin bê Mihemed Þêxo helbestên kê kiriye stran: Cegerxwîn:
(1903-1984) 1-
Bilinde bejin û bala te 2-
Di baxan de 3-
Pêjna te nayê 4-
Nalînek tê guhê min 5-
Agirê derdê te îro 6-
Bexçê gula 7-
Ey felek ka ew sera, birc û qunaxed dimin 8-
Dil kujtiyê awirên çavê te me 9-
Þêrînê nû gihayê. Tîrêj:
(1923 – 2002 ) 1-
Feryad û sed ax û eman 2-
Erê þoxê 3-
Dîsa li min awir kiþand 4-
Em hemî pêþmergan e 5-
Wa keça Tora banî Yûsif
Berazî( Bêbihar), li Serê Kaniyê a suriyê dimine 1-
Hebis û zindan 2-
Di xwed e 3-
Rabe ji xewê 4-
Çibikim bi can 5-
Koçê me barkir 6-
Di zindanê dinalim ez 7-
Ez bûm ferar 8-
Welat 9-
Derdan çi ez dil jarkirim 10-
Þêrîn tu cirana minî 11-
Rabe pismam 12-
Eman ez bûm warê xeman 13-
Þeva tarî 14-
Ez jî bi cî bim 15-
Yarê þehkir porê siyah 16-
Perwîn keça nû gihiþtî Mele
Ehmed Namî (1906 – 1975)
1-
Pêþkevin em serfiraz in miletê kurdî Omerê
lelê: niha li Zaxo jiyana xwe derbas dike 1-
Xem û xeyalê te ez revandim 2-
Ay lê gulê gula min ê 3-
Qedera min çendî ciwan e 4-
Yarek min heye bi navê jin 5-
Peymana min þêrîn yare Sebrî
Botanî (1925 – 1998) 1-
Tu wî bihuþta rengîn 2-
Pîrê xemcivîn 3-
Mixabin bi navê jîn 4-
Vê yarkujê tîrek weþand Xelefê
Zîbarî: Niha di dengê Emerîka de li washington kar dike 1-
Dema min tu dîtî Nesrîn 2-
Kewê xortê serê çiya me Dr.
Bedirxan Sindî: li kurdistana baþûr dimîne 1-
Ey felek bo te dinalim 2-
Þermîne dil Ehmedê
Þêx Salih: li Eyndîwerê ye, rex Cizîra Botan 1-
Çûm nav baxê evînê 2-
Azad e, ciwan e 3-
Cana min ! 4-
Xortên me lêne bê jimar Kemal
Þanbaz: Di sala 1975 an de li Beyrûtê hat kujtin 1-
Gewrê 2-
Min bihîstî tu nexweþe 3-
Yadê rebenê Mustefa
Atrûþî: Ji kurdên Baþûr e 1-
Min canê dît 2-
Sê zerî hatin ber derî Dr.
Feydellah Xiznewî: Niha li Parîsê diji 1-
Bilbilo 2-
Xalxaloka çema Ferhad
îçmo: niha li Qamiþlo dijî 1-
Destê min bigire Mihemed
Elî Þakir: Niha li Serê Kaniyê dijî 1-
Eman dilo Adil
Seyfeddîn: 1-
Azade þêrîn Beþîr
Çaçan(Þêrên): Niha li emarata erebî dijî 1-
tu ji min dûr ket þêrîn yarê
Her weha Mihemed Þêxo di dor 20 salan de, dor 114 stranan gotiye,
ew stran di gelek kasêtên têvel de belav bûne.. Hem
jî, wê stranek bi erebî gotiye bi navê (Zûro libnan), ango herin libnanê…
Belê gelek stranên wî yên din jî hene, ez tênegihiþtim bê ji
gotinên kêne..Lê ji stranên wî yên navdar wek ku li jor min niþan
kiriye ji gotinên wan camêran e. Konê
Reþ Qamiþlo Çavkanî:
Kowara W, hejmara 22
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org