|
Min
wiha Rewþen
Xanim Bedirxan naskir Di got:*Malê kurdan malê mine…* Konê Reþ
Berî pêleke dirêj kak Zekî Ozmen, xwediyê malpera
Celadet.com çend pirs ji min re þandibûn, li dor Bedirxaniyan. Belê
mixabin, di wê hingê de, ji ber gelek xwestekên rojane, ew derfet li bal
min nebû ku bersivê bidim..
Va îro, bi helkeftina derbasbûna 16 salan di ser koçkirina
Rewþen Xanim Bedirxan re, eva ku di roja 01/06/1992 an de çûye ber
dilovaniya Xwedê, kêfxweþ dibim ku bersiva kak Zekî Ozmen a duwemîn
bidim û Rewþen xanim Bedirxan bi bîr bînim.. Pirsa
wî jî ev bû: Pêwendiyên we yên xweþ bi Rewþen Bedirxan re
hebûn. We kengî û çawa ew nas kir?
Di
adara 1989 an de, min û hevalekî xwe, me kovarek biçûk bi navê (Gurzek
Gul:1989-1992) li Qamiþlo weþand, bi weþandina vê kovarê re, ez li
mîr Celadet Bedirxan û pêmayê wî geriyam, ta ku ez rastî wan çend
hejmarên kovara wî HAWARê hatim, ewên ku rehmetî Heme
Reþ Reþo, ji (1-24), di sala 1976 an de ji nû ve li Almaniya dabûn
çapkirin… Hem jî, ewên ku rehmetî Mihemed Bekir Axa, ji
(1-9), di sala 1987 an de dabûn hev û ji nûve çapkiribûn..
Di wê navê de min sehkir ku kebaniya wî Rewþen xanim
Bedirxan sax e, li bajarê Banyas, ser derya Spî jiyana xwe derbs
dike.. Ev yek di havîna sala 1989 an de bû. Wiha me nemra telefona wê ji Dilawer
Zengî stand. Yê ku dostaniya wî bi Rewþen xanim re gelekî gur u
xurt bû û gelek kes di rêka wî û rêka apo Osman Sebrî
re diçûn mala Rewþen xanim Bedirxan. Bi taybetî ji kurdên bakur û
ewropa... Belê nizanim çima Rewþen xanim ji rex kurdên Suriyê ve dihat
veþartin..?!! Rojekê,
min nav dixwede da û telefon jêre vekir: -
Elo, ev mala emîre Rewþen xanim Bedirxan e? -
Belê, ez im Rewþen Bedirxan tu kiyî..? -
Ez kurdek im, min xwest silavekê li te bikim.. -
Tu ji kûye, ji kû xeber didî..? -
Ez ji Qamiþlo bi te re me Emîre Rewþen, gelo ez dikarim carekê bême nik
te..? -
Çima na kurê min, berî tu were xeberê bide min, telefonê veke… Û
wiha me xatir ji hev xwest… Piþtî
dor du heyvan ango di payîza 1989 an de, ez çûm bajarê Banyas, mala Rewþen
xanim Bedirxan. Li gor irf û adetên kurmancî min hin diyarî, ji mal
danehev û bi xwe re birin wek: Qetirmîzek Hingiv, yek rûnê malê, yek
penîrê malê û hin savar û nîsk..
Li Banyas, ji hotêlê, min telefon jêre vekir, soz jê stand û dawî
ez çûm mala wê. Me ji nêzîk ve hev dît û hev naskir.. Gelek gilî û
gazin di wê navê re derbas bûn.. Berî ez xatir jê bixwazim min jêre
got: Dayê! Min hin penîr, hingiv, rûn, savar û nîsk ji te re anîne, bi
hevîme tu wan ji dest min bigire.. Li min vegerand û got; Te kirîne an te
ji mal anîne ? Min lêvegerand û got: Dayê min ji mal anîne.. Ji min re
got; ma tu ne kurdî, ku tu kurd be, ew malê min in, malê
kurdan malê mine… Hem jî got; kurê min! penîrê te aniye yê sîrika
ye..? min got na.. Li min vegerand û got: Xwezî penîrê sîrika ba.. Min
soz dayê ku ezê careke din penîrê sîrika jê re bibim..
Ji wê çûna pêþîn ve nivîsandina pirtûkekê ket serê min de
li dor jiyan û xebata mîr Celadet Bedirxan, hingê jî, min gelek pirtûk
bi zimanê erebî û hin nûçe li dor Bedirxaniyan û mîr Celadet dabûn
hev.. Di çûna din de li bal Rewþen xanim Bedirxan, min projê xwe bi nivîsandina
pirtûkekê li dor jiyan û xebata mîr Celadet Bedirxan jê re got, hem jî
min penîrê sîrika ji penîrê mala Mihemedê Nayifê Paþê jê re bir…
Wê jî bi dilekî fireh projê min pejirand û pîroz kir.. 31/05/2008 Qamiþlo
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org