|
Mîr
Celadet Bedirxan û Merheleyên Pêwîst (Di 58 Saliya Yadvegera Wî De) Konê Reþ
Va careke din, em Mîr Celadet Alî Bedirxan bi bîr
tînin, huner û þanên wî þanî gelê wî didin.. Mîr Celadet Alî
Bedirxan, ev ê ku hêjaye em pêkerên wî, yên ji zêr di navtarên her
bajarekî Kurdistanê deynin...
Di vê yadvegera 58 saliya wî de, nizanim çi layiqî wî bibînim
ku jêre bikim diyarî û çi mizgîniyê ji mîrê xwe yê zirav re pêþkêþ
bikim..
Ew tovê ku wî di xaka welatê me de reþandibû, va zîldaye û hin
bi hin ber digire… Wêneyên wî, di manþêtên bi dehan malperên Wêb
ê de li ber çavan derbas dibin.. Bi hezaran ji zarokên Kurdan bi wan tîpên
wî dinivîsin, bi dehan dane ser þopa wî.. lê cihê daxê ye ku, ew tiþtê
Mîr jê bitirs bû, roja îro em birîndarên wê tirsê ne û hilgirên
jana wê ne..!! Mîr Celadet Alî Bedirxan yê ku li yekîtiya miletê Kurd
digeriya û yekîtiya miletê Kurd, di yekîtiya tîpan de didît û digot:
(Yekîtiya miletê
kurd bi yekîtiya zimanê kurdî tête pê. Di yekîtiya zimên de gava pêþîn
jî yekîtiya herfan e... Yanî ji bona nivîsandina zimanê miletekî, divêt
zana û xwendewarên wî miletî bi tevayî ji bona zimanê xwe elfabêyekê
bibijêrin û heke di wî zimanî de çend zar hene, zar hemî bi wê
elfabayê bêne nivîsandin..) Hawar,
hejmara 10 an sala 1932 an.
Em bihêvîn e ku ev yek jî di pêþerojan de çareser bibe û xewnên
wî bibin rastî..
Erê, çendî ponijîm ku tiþtekî layiqî
58 saliya bîranîna Mîr Celadet Alî Bedirxan û rewþa Kurdan
binivîsim, belê min tiþtekî hêjayî li pêþ xwe nedît, ji bil vê nivîsandina
Mîr Celadet Bedirxan a bi navê MERHELE pêve.. Eva ku li ser rewþa kurdan
e. Ku pêwîste kurd di wiha Merhele re derbas bibin.. Ev
gotarê wî berî 66 salan di rojnameya ROJA NÛ de belav bûye. Di baweriya
min de, ev gotar bêtir li gor rewþa kurdan a îroyîn û merheleyên ku
kurd têre derbas dibin tê li xwe kirin… Hem jî ez bawerim ku Mîr
Celadet Bedirxan niha sax ba, wê
wî, li gor merheyleyan, bigota dengên xwe bidin lîsteya serok Mesûd
Barzanî/12 û lîsteya Kurdistanê/54.. Xwendevanên
heja! Fermo gotarê Mîr Celadet Alî Bedirxan yê bi navê MERHELE bixwînin. Not: Mîr
Celadet Alî Bedirxan di roja 15 /07 1951, li gundê Hecanê, nêzîkî Þamê
koça dawî kiriye û di roja 16/07/1951 de, ew di
goristana Þêx Xalidê Neqiþbendî de, di eynî gora bapîrê wî Mîr
Bedirxanê Azîzî de hatiye veþartin.
Konê Reþ Qamiþlo
14/07/2009 MERHELE* Mîr
Celadet Alî BEDIRXAN
Di jiyîna miletan de merheleyin hene û miletê ko dixwaze bigehe
tekûzî û medeniyetê û wan li xwe bike, jêre divêt bide reya wan
merhelan û bi wan re derbas bibe.
Gelo miletê kurd daye pey wan merhelan û heke daye îro gihaþtiye
kêjanê..Delêletên hene ko miletê me berê xwe daye vê reyê û bi
gavine giraniyê tê re diçe. Heye ko hun bibêjin ji miletê me re, ji
miletekî biþûndemayî re, ne gavine gîraniyê lê gavên çargaviyê
gerek in, da ko ew xwe di ser merhelan re zer bike û rojekê berî rojekê
xwe bigehînê miletên ko di vê bezê de, jê derketine û ew bi þûn de
hiþtine û ji ber vê biþûndemayînê miletê me bindestiya wan dike û
em bûne rajorên wî. Heke we holê got em jî bi we re ne. Lê ev , tiþtê
gerek e û tiþtê gerek xwerû daxwaz e; û ne tiþtê destxistî ye. DAXWAZ
Û TIÞTÊ HAZIR:
Belê daxwaz ev e, lê tiþtê hazir û nemewcûd bi awakî din e û
silav li sifra hazir e. Berî sê sed salî Ehmedê Xanî nav di miletê xwe
de dida û digot: Enwa'î
milel xwedan kitêb in Kurdmanc
bi tenê di bê hesêb in
Hecî Evdilqadirê Koyî, di pey Xanî re û berî 50-60 salî, gava
temaþa dinyayê dikir û didît ko her tiþtên dinyayê guhêrîne û ji
xwer dine re jî awayine nû çêbûne û bi tenê, bi xwendina medresan berê
Kurdan naçe serî; dinalî û digot: Le dewrî
ême roman û cerîde Egerçî
meqsed e zimanî baw e.
Belê Xanî digot(Bixwînin), Koyî li gora wextê xwe, bi ser ve zêde
dikir û digot:(Bi awayê nû bixwînin). Lê me ne xwend, gelo çire? Ji ber
ko mezin û bîrewerên Kurdan mefehetên xwe ên þexsî di ser mefeheta
milet re girtine; ev miletê belengaz wek kerîkî pez dane ber xwe, ew
dotine, ji þîrê wî, rûn û mast û penîr, ji hiriya wî xeftanine
teylesan çêkirine. Xwedê gunehê wan bixefirîne. Tiþtê ko yar û mezinên
me kiriye ev e. Lê rojekê derba neyaran em hiþyar kirin. Bi vê derbê me
bîra her tiþtî bir. Me zanî ko xweseriya me di zimanê me de ye û em bi
tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û bi parastina wî,
di civatan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bibin. An ne,
em ji dara heyîna miletên çarnikar re dibin xuþkî, di rayên wî de
digerin û wê xurt dikin. Ji ber ko em bi xesletên xwe ên tebî'î ji wan
xurtir, zeximtir û paqijtir in.
Þûr bi qenciya folayê xwe dibire û diçirise. Lê fola têde
winda ye; nav nav þûr û yê xwediyê wî ye. Belê, me her tiþt bîr
biriye û îro gava em li hev digehin hev, bi ax û nalîn, ji hev û dû re
dibêjin: (Bavo1
li dinayê ji me kêmtir kes nemaye. Heçî milet hene
tev de bûne dewlet û hikûmat, xudan kitêb û dibistan. Bi tenê em,
miletê kurd, bi þûn da mane; reben, feqîr, Nezan, belengaz, di destê
xelkê de lehîstok. Xelkê hevsara me kiriye destê xwe, li gor kêf û
menfeheta xwe, berê me ji bakur dide nîvro, ji rojavê dide rojhelê. Ji
lewra divêt em jî bixebitin, xelkê xwe hînî xwendin û nivîsandinê
bikin, vî miletê belengaz ji tariyê xelas bikin, berê wî bidin tav û
ronahiyê). Li ser
vê gotinê jî em yek in. Lê.. KIRIN
Û GOTIN:
Lêbelê, ji ber ko kirin û gotin ne birayên hev in, di dema kirinê
de, destekî xedar me ji hev dike. Wextê gotinê ye. Em sed peyan in. Di
gotinê de em ji hev derdikevin. Þtexalî li ser divêtiyê ye. Divêt holê
bikin, divêt holê bête çêkirin. Ji vî sedî her yek ji ê din xurtir
û zeximtir e. Wextê kirinê ye. Ji wî sed peyayî ancax deh peya mane. Ma
çire?
Niho ezê rê bidim peyayên ko ji kirinê xwe dane paþ. Ew du
sebeban þanî me didin û dibêjin: 1 – Tu
tiþt ji min nayê, ma xwendina min jî çiye ko ez bikarim bikêr bêm… 2 – Ma
tu nabînî, her kes neyarê Kurd e. Tu kes arîkariya me nake.
Siyaseta ewletên ewropayê ên mezin hero bi awakî ye. Jib o xatirê
miletên din, rûyê xwe ji me badane. Ji aliyê kirdê ve, di van gotinan
de, tiþtên rast, heqîqetine eþkere hene. Lê ev tiþt nikarin me ji
xebata xwe a edebî bi þûn de
bihêlin. Niho em li wan vedigerin û dibêjin: Di xebata me ya îro de, heçî
divê û di xwe re dibîne, dikare bi kêr bê. Çawan ?
Bi hînbûn û hînkirina elfabeya me. Yê ko bi sîh û yek tîpên
Kurdî dizane, ew kes mamostayek e. Ji xwe tiþtê ko îro ji me re divêtin
mamoste ne, mamosteyên gerok yên ko tîpên me di nav millet de belav
dikin, xelkê hînî xwendin û nivîsandinê dikin. 3 –
Rast e ko siyaseta dewletên mezin hero bi awakî ye û gelek caran ew
siyaset ne bi daxwaza me ve ye. Bivê nevê ew siyaset bi me re, biwa karê
me gelek hêsantir dibû û wî karî zûka fêkiyê xwe dida.
Lê rexma ko ew siyaset ne bi me re ye, wê siyasetê tu caran
xwendin û nivîsandina zimanê me bend ne kiriye. Heye ko nimînendeyên
wan dewletan nav di me dane û gotine: Bixwînin û xelkê xwe bi xwendin
bidin.
Heke em li hêviya arîkariya dewletan man Xwedê dizane ew arîkarî
kengê têt. Heye ko yekem nayê. Ji lewre û herwekî medhelokê gotiye; Þer
bi lepê xwe, Þêx Adî nayê hawara te.
Herçî merhela ko em îro têde ne, merhela A û B ê ye. Lê heke
me dil kir, em div ê merhelê re zû dikarin derbas bibin. Ji ber ko hînbûna
A û Bêyên me, ji mehekê bêtir
najo. XWENDEVANÊN
DELAL! Halê me Kurdmancan ev e. Û êdî sûc
ne yê beg û þêx û axeleran, lê yê mineweran e. Ji lewre em gazindên
xwe ji wan dikin. Herçî beg û axeler heke ew bixwazin jî, li ber xebata
mineweran rabin, nema ji wan têt. Ji xwe birekî wan hevalên minewweran in
û bi wan re li hiþyariya millet dixebitin. Mina Mela Enwer ko li Amediyê
sûxteyên xwe hînî tîpên Kurdî dike. Celadet
Alî BEDIRXAN *
Rojnameya ROJA NÛ, Hejmara (1), Duþemb, 3 gulana 1943, Beyrût, Libnan,
Xwedî û gerînend: Mîr Dr. Kamîran Alî BEDIRXAN
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org