|
|
-
Mîr
Miqdad Medehet Bedirxan Û
-
3'mîn
Banga Netewî Kurdî
Konê
Reþ
-
-
-
 |
- Ev
banga xwarê a mîr Miqdad Medhet Bedirxan e. Ev banga wî,
ji berî 111 salî ve, ji cerg û kezeba wî hatiye der. Wî ev
banga xwe bi zimanê Kurmancî arasteyî kurdan gotiye û ji dil û can,
bang û hawarî kurdan kiriye; Bese nezanî, bese hejarî, bese
perîþanî û feqîrtî.. Xwe fêrî ilim û zanînê bikin…
Belê, wî ev banga xwe, di rojnameya xwe a bi navê KURDISTAN,
hemara (1)ê, roja 22 nîsana 1898 an de belav kiriye. Ew
rojnameya ku wî di sirgûnê de, li welatê Misrê, bajarê Qahîre
weþandiye.
- Kêfxweþ
dibim, di vê yedvegera 111 saliya rojnamegeriya kurdî de ku vê
banga wî bikim diyarî ji xwendevanên zimanê kurdî re:
-
-
(Sed hezar þikir û hemid ji Xwedê te'ala re, em
misilman xeliq kirin û zanîna ilim û me`erîfetê re hiþ û
zeka da me. Derheqa e`limandina ilim û me`erîfetê re gelek
Ayetên celîle û ehadîs þerîfe henin di dinyayê de çiqas
misilman hebin gund û bajarên hemiyan de mekteb û medrese û
cerîde henin. Dinyayê de çi dibe çi nabe cerîde dinivîsin.
Heyfa min têt ji Kurda re, kurd ji gelek qewma zêdetir xweyî
hiþ û zeka ne, camêrin, di dînê xwe de rast û qewîn e.
Xurtin û dîsa wek qewmên dî ne xwendan e, ne dolmendin,
dinyayê de çi dibe, cîranê wan Misqof çawa ye, wê çi bike
nizanin. Loma riya Xwedê de min ev cerîdeya ha nivîsî, bi îzna
Xwedê te`ala paþ niho her pazdeh rojade carekê, ezê cerîdeyekê
binivîsim. Navê wê min kiriye (KURDISTAN), vê cerîdeyê pêde
ezê behsa qenciya ilim û me`arîfeta bikim, li kûderê mirov
die`lime, li kûderê medrese û mektebên qenc hene, ezê nîþa
kurda bikim. Li kûderê çi þer dibe, dewletên mezin çi
dikin, çawa þer dikin, ticaret çilo dibe, ezê hemiya hekat
bikim. Heta niho kesî cerîdekî holê ne nivîsiye, ev cerîdeya
mina ha ya e'wilî ye, loma wê gelek kêmayî hebitin. Ez hêvî
dikim kêmaya cerîdeyê ji min re binivîsin. Hemi tiþt wekî
nû çêdibin kêmin, paþê hinekî diçe, dikeve rê de. Eve
êdî ezî dest meqsedê bikim..( We mînellahî eltewfîq)
- *
*
*
- Hezretî
pêxember eleyhî elselewat welselam gotiye; (El'ûlemaa wereset
elenbiyaa), ango ûlemaa warisên enbiya ne, ji teref Xwedê de
memûrin, weiz û nesîhetê bidin xelkê, riya qenc nîþa wan
bikin. Loma gelî ûlemayên Kurda çawa hûn weiz û nesîheta
nimêjê didin, welê dive hûn mîr, axa û kurmancên dinasin,
wan teþwîqa zanîna ilim û merîfetê bikin, riya qenc niþa
wan bikin, hekî hûn wî nekin, gunehê hemiya stûyê we ye.
- Dîsa
Hezretî pêxember eleyhî elselam gotiye; (El îlmû îlman, îlmûl
ebdanî we îlmûl edyan), ango didone, yek jê îlmê bedena
ye, yek jî îlmê dîn û îmanê ye, îlim bidne hekîmiyê
ye.
- Gelî
mîr û azano ! Heta niho kî ji we vî emrê pêxember, kê ji
we zarwên xwe, birayên xwe, mirovên xwe rê kirine, dane
xwendin. Kê ji we gundê xwe de, bajêrê xwe de mektebek,
medresek daye çêkirin. Gelî ilemano! Hûn çire wan hedîsa
ji mîr û axa re naxwînin, hûn çire cerîdeyên erebî naxwînin
da hûn bizanin di dinyayê de çi dibe.
|
-
-
- Dîsa
hezretî pêxember eleyhî elselam gotiye(Elkasib hebîb Ellah), Ango
mirovê kesb û karî bike, Xwedê teala hez wan dike. We mirovê
nexwendaye, nizane cerîdeya bixwîne, ew mirovê cerîdeya nexwîne
nizane li kûderê tîcaet qenc dibe. Cerîdeyên niho tên nivîsandin
behsa hemi tiþta dikin, mirovên wan bixwînin wê bizanibe make destê
wî de li kûderê pera dike.
-
- Van
salên ha de li Stenbolê mektebek hatiye çêkirin, nave vê mektebê
(Mekteba Eþîra ye), xêr zaroyên eþîra, zaroyên kesî qebûl
nakin. Ji Bexda û Þamî û Yemenê Þemer û Îniza hemi zaroyên xwe
rê dikin Stenbolê, vê mekteba eþîra de dixwînin, her sal dû hêwa
dicing malên xwe, paþê dîsa tên þeþ þeþ, heft sala de alimên
qenc ji wan derdikevin, paþê dûyên dicing gund û bajêrên xwe,
dewlet her heyv pera dide wan, dibin mamûr, hêdî hêdî dibin
muteserif, dibin walî. Gelî mîr û axano! Gunehê zaroyên we, wê stûyê
we be, hûn jî zaroyên xwe rêkin bidin xwendin, dewlimendên we bela
gundan de mekteba çêkin, riya Xwedê de xêra bikin.
-
- Dîsa
hezretî Nebî eleyhî elselam gotiye(Elherbû xid'eh), gelî mîr û
axa û kurmancno! Dinya zane kurd camêrin, lê vî zemanê hade, þer
bi camêriyê tenê nabitin, top û tivingên we ecîb derketine, hewqa
dûr dicing, cihê mirov dengê wan nebihîs gule û berikên wan
dicing, mirov dikujin, cihên mirov jî wek teyra di xweyê berikên van
tivinga de dice, dikuje. Ev top û tiingên ha bê mekteb û medrese
mirov ne dikare çêke, ne dikare biemlîne. Loma bê van top û tivinga
cisûriya we wek mirovên dest girêdayî ne.
-
- Li
meshefa þerîf de emir bîye( Cahîdû fî sebîlullahî), Ango riya
Xwedê de þerî bikin, dijminên dîn re cîhadê bikin, dijminê dine
we ciranê we Misqof e. Heta niha Misqof gelek der debit kirine,
misilman fille kirine, dor wê têt Kurdistanê, heke we jî xwend, elimîn
tîcaret û sineta, heke hûn dewlimend bibîn, hûnê bikaribin xwe ji
þerê wî xelas bikin, hekî we guhda van nesîhetên min, hekî disa hûn
þivanî û rêncberî tenê bikin, zemanek hindike Kurdistan wê yek
car xerab bibe. Cîranên we Ecem jî wek Kurda bî, vî zemanê paþê
ewan jî qenc zanîn bê ilim û huner nabitin. Ecema gelek mekteb û
medrese henin, ewladên xwe rê dikin welatên dûr, didin xwendin, niho
ji begzadeyên Ecem sê çarek li Stenbolê li mekteba herbiyê de ne.
-
- Gelî
mîr û axano! Qenc fekrin dora xwe, hûn hingê di çi feqîrî û kêm
dibin, sebeb cahiliya we ye. Elhemidulillah gelek mekteb û medrese
henin, riya Xwedê de zaroyên xwe rêkin, bidin xwendin, ji vê cahiliyê
xelas bibin, dinya û axreta xwe meemûr bikin. Xelik dibêjin; Hekî
Kurd bixwînin wê ji alemê xurtir û dewlimendtir bibin.
-
- Dîsa
hezretî nebî eleyhîelselam gotiye:( Etlîbû elûlme welew bil Sîn),
ango ilim Çînê bitin, herin wêderê bixwazin bi elimin. Gelî mîr
û axano! Ez ji we dipirsim kê ji we heta niho mirovek xwe rê kiriye kûderê
da bixûnit. Elhemdûlillah Bexdadê, Þamê, Stenbolê mekteb û
medreseyên hikûmetê hene, bê mesrefin, heçî ji we zaroyên xwe
teslîmî hikûmetê biket, bê mesref wî rêkin bidin xwendin.
-
- Berî
du sê sala dewleta Çîn û Japonyayê þer kirin, eskerê Çînê deh
cara ji eskerê Japonyayê zêdetir bî, hemî þera de jî Japonyayê
karî eskerê Çînê. Werin vê care sebeba vî halî bipirsin; Mirovên
Çînê cahilin, mirovên Çînê tiþtekî nizanin, mirovên Çînê
nizanin top û tivingên vî zemanî biemilînin, eskerê Japonyayê top
û tivingên xwe, ew xwe çêdikin, hemi di ware tîcaretê kesib û karî
dikin, loma dewlimendin, seba dewlimendiya xwe sîlahên kemji ewqas derên
dûr kirîn û xweþ xweþ þerên xwe kirin û karîn dijminên xwe,
niho hemi malên xwe rahetin,
kes nikare xwe bide ser wan.
-
- Ez
gelek dera geriya me, niho jî li Misrê me. Hemî dera zaroyên Çerkez
û Ernaût û Ereb dibînim, babên wan, birayên wan rêdikin mektaba,
didin xwendin. Li Misrê camîea Ezher de rastî hin Kurdên Sora hatim,
hin ji Kerkûkê ne, hin ji Silêmaniyê ne hemi dixwînin. Ez tû cara
lit û dera rastî mirovên Bota, Xerza, Þêrwan, Hekariyan ne hatime,
Ez tû mekteba rastî mirovên eþîretên Kurda ne hatime, ez çiqasî
rastî mirovên van eþîra têm, hemi jî rêncberin, jar û reben in,
sineetekî, hunerekî nizanin.
-
- Berî
þeþ heywa ez nesax bîm, loma vê zivistanê ez hatim Misrê. Misir
biye bajarek hewqas mezin û xweþ, heta mirov nebîne mirov nikare bo
wesfa wê bizanibe. Ez hêdî hêdî ketim nîv Misriya de, elimîm hal
û sine`etên wan kesib û kara wan. Ev xelkên Misrî mirovên bê
ziravin, ne c..in, lê gelekî diþixulin, nawestin, li kûderê mekteb
û medresek qenc hebit, nabêjin dûr û nêzîke, zaroyên xwe rê
dikin, didin xwendin, dielmînin sineta, dielmînin hemî tiþta, niha nîva
Misrê de, ji xelkê Misrî hewqas xwenda û alim hene, hewqas mirovên
xweþ sinet û huner hene. Gelek me`reziyê bajêr ew xwe çêdikin.
Nîv Misriya de mirov hene top û tivinga çêdikin, mirov hene
xaniyên pênc mezel ava dikin. Nîv wanê xweyî sine`ta de mirov henin
rojê pêncî bîst çerxiyan distînin, mal û xaniya hemiya xweþ in,
hemi xwedî xadim û xulam in û nîv wan de xwendayê mezin jî hene lê
hindikin.
-
- Gelî
mîr û axayên Kurmanca! Ez ji we dipirsim, ji xelkê çi kêmaya we
heye! Kurd ji Misriya camêrtirin, hiþ û eqilê wan zêdetire, hemi þixlîda
Kurd ji Misriya qenctirin. De vêca çire xeklê Misrî
wê ji Kurda dewlimendtir bin. Li Misrê hin Kurmanc hene bihîstine
ku ez hatime Misrê, hemi jî hatine ziyareta min, min hale hemiya pirsî,
hemi jî dergevanî û xulamiya Misriya dikin, hemi jî bin mineta wan
de ne, hina jî be edebî kirine ji cih xwe derxistine, jar û reben bîne,
hekî xwenda bîna, hekî dest wan de jî hunerek, sinetek hebiya hole
jar û reben nedibîn, heyfa min têt
ji dergevaniyê, xulamiyê pêve kêr tiþtekî nayên.
-
- Gelî
ilema û mîr û axayên kurda! Hûn hemi esil û nesilê min
dizanin(…) eþîra me Botan in, þihreta nesla me Azîzan in, ez di
riya Xwedê de dixebitim, min ev cerîde çêkir, di vê riyê de, ez
gelek pera serif dikim, zehmetiyê dikþînim, meqseda min qenciya Kurda
ye, hûn jî ji xêra Xwedê re dest hilînin, Kurda bidin xwendin,
zaroyên xwe bielimînin ilim û edebê, bielimînin sineta, mirovên
misilman dive xwenda bin, dive bielimin dine xwe. Gelî ilemayên Kurd!
Hûn çire cameea behsa xerabiya cahiliyê û qenciya ilmî nakin.
-
- Xwedê
teala û Pêxember(Eleyhî elselam), behsa ilim û cihlê ci emir
kirine, hûn dizanin, vana hemiya ji Kurda re weiz bikin. Elhemûlillahî
teala eve ya dikeve bara min, ez dikim. Êdî ji ilemayên Kurda hêî
dikim vê cerîdeya min ji mîr axa û kurmanca re bixwînin. Derheqa
elimamdina ilmî de, Xwedê teala û hezret pêxember(Eleyhî elselam),çi
emir kiriye, wê bikin eqlê wan de. Ji mîr û axayên Kurda hêvî
dikim zaroyên xwe heta bibin deh diwazdeh salî, di gund û bajarên
xwe de bidin xwendin, bielimînin mishefa þerîf û xwendina cerîdeya,
paþê rêkin mekteb û medresyên Stenbole, Þamê, Bexdê. Da Xwedê
ji hemiya razî be, da hûn ji þerê dijminê xwe emîn bin. Xwedê
qenciyê bide milleta islamê).
-
- Mîr
Miqdad Medhet Bedirxan
-
- Ji
Rojnameya Kurdistan/ hejmara(1), rûpelên(1/2/3), sala 1898, Qahîre,
Misir
-
- Konê
Reþ
- Qamiþlo
21/04/2009
|
|
|