Di 109 Saliya Rojnamegeriya Kurdî de

 Konê Reþ

 

Miletên bindest heyîya xwe ji serdestên xwe bi du tiþtan, qeweta du çekan diparêzin. Ol yek, ziman dudo. Lê heke ola miletê serdest û bindest yek be, hengî çek yek bi tenê ye û bend tenê ziman e…

 Mîr Celadet Alî Bedirxan

Mora Nîsanê

 

- 1 -

Nîsan di welatê min de diken e..

Bîranîn xwe li bejin û bala min dipêçe..

Mora xwe li piþta gelek cih, kes û waran

Dixine…û

Çakiya ku bi xerabiyê tê guhertin

Kenê min tîne û min sosretmayî dike…

Mor;

Ne tenê giroverokek bi çend xêzikan neqiþandiye

Mor, mîna heyva nîsanê û xemilandina þuristê ye

Mor çesipandina dîrok û bûyera ye

Mor roja 22 ê nisanê ye,

Roja ku Mîr Miqdad Bedirxan ji me re bi nav kiriye û

Bîranînên 109 salan têde têne tevdan:

(Gelî mîr û axano, kurmancino!

Qenc bizanin xwendin, ilim û marîfet

Li dinyê û axretê rûyê mirov sipî dike..)

- 2 -

Nîsan di welatê min de dibiþir e..

Wan  kêlîkên bi henek û laqirdî

Mîna (filþbakê)

Di ber çavê min re derbas dike

Ew jî mîna morê

Di huþ û xeyalê min de hatine çesipandin

Gelek caran bi min re dijîn

Tevî ku ez hewildidim

Wan jibîr bikim

Lê kelîkên xweþ jibîr nabin…

Ew jî mîna van gotinên ku

Ji berî 109 salave hatine gotin:

(Niho zaroyên xwe bielimînin îlim û maarîfeta.

Hûn bi xulaqeta xwe þûcaa û cesûrin.

Hekê hûn bibin xweyî îlim, hûnê ji dinyê hemiya

Xurtir û dewilmendtir bin..)

Ma gelo ev gotin jibîr dibin?!!!

- 3 -

Nîsan di welatê min de dugirnij e..

Buhareke rengîn

Ji dexil, zevî, gul û kulîlkan dixulxule..

Îro an sibe, kî di firêzeya min de liqatê bike

Bela bike..bele bike..

Mirovê ehmeq çendî bilive

Bi mora þaþiyan riwê xwe reþ dike..

Mora zanyaran her ala wan bilind xuya dike..

Ji 75 salan ve Mîr Celadet Bedirxan gotiye:

(Îro li ser xwendayên kurdan wezîfeye,

Ferde û ferdeke eyne.

Lê ne kefaye, vekirina derisxanan..)

- 4 -

Nisan di welatê min de bibaran e..

Cejna rojnaamegeriya kurdî

Bi saya Bedirxaniyan ji heft rengan e

Mora wan li Kurdistana dayik, Rojî Kurd, Jîn

Hawar, Ronahî, Roja Nû û Stêr xweþ beyan e..

Qenckiro bi xwe kiro,

Xerabkiro bi xwe kiro.

Gotinek bav û kalan e..

Gelo raste, hin dikin û hin dixwin..?!

Va îro, em gotinên wan kesên ku kirine

Bi ava zêr dinivîsin û

Mîna ayetan datînin ber çavan e..

( ..li dinyê ji me kêmtir kes nemaye:

Em miletê kurd bi þûnde mane..

Xelkê hevsarê me kiriye destê xwe,

Li gor kêf û menfîeta xwe,

Berê me ji bakur dide nîvro,

Ji rojave dide rojhilê..

Divêt em jî bixebitin,

Xelkê xwe hînî xwendin û nivîsandinê bikin

Vî miletê belengaz  ji tariyê xelas bikin,

Berê wî bidin tav û ronahiyê…)

Piþtî 109 salan

Ji nû ew dixwin

Hêjî em birçiyê gotinên wan e..

Û em dibêjin; sal bi sal, xwezî bi par..

Ka kovar û rojnameyên bi zimanê kurdî..?!!

An bi tenê nave, ku her rexistinek kovarek wê heye..

Êdî bese, bela Elo ji tûr derkeve.

Devê sikakên qepitandî vebin.

Govenda rojnamegeiya kurdî

Di vê Nisanê de bi þadî li dar be..û

Mora paþketina vê rojnamegeriyê

Di bêrîkên berpirsyaran de nebedî ne mîne..

Konê Reþ

 

Qamiþlo 17/04/2007

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org