|
Mûsa
Anter (1918-1992)
Konê Reþ
Rojnamevan û nivîskarê bê westan barhilgirê derd û kulê gelê
Kurd, þoreþgerê ku li dijî dijmin bi pênûs û xamê disekinî, þêxê
nivîskarên Kurd, apê me Mûsa Anter: Þêxo, Þeyhmus Almas, hate kuþtin
bi destê dijminê gelê Kurd, di þeva(20-21/9/1992)an de, di bajarê
Diyarbekir de, li taxa (Seyran
Tepe ).
Helbet rola pênûsa bihiþtî ne kêmî rola tivinga þoreþgerên
serê çiya bû, ji ber ku camêr bi pênûsa xwe li rex þoreþgeran di
sekinî û þerê dijminê gelê Kurd dikir, lê xuyaye ku ew mêraniya pir
bi dijmin re tune bû, ku xwe li ber tîrên pênûsa wî bigrin, vêca bi bêbextî
ew dane ber çend gulleyên sor da ku hew bibêje: (Divê
em Kurd li benda xelkê nemînin kes lawê bavê me tune, dive em xwe derxin
rûyê dinyayê..)/1/.
Di (22 Sibatê de 1992), dadgeha ewlekariya Tirkî li pey hev sê
dadgeh(mehkeme) ji mamoste Mûsa Anter re danîn û bi sê nîqan(gunehan)
bar lê kirin: -Yek jê
jêre gotin: Çima di sala çûyî de,1991, dema hilbijartinan tu li çend
bajarên rojhilatê(Kurdistanê) geriyaye, û tu li ser daxwazêên gelê
Kurd axiviye?!!. -Ya
dudiyan, jêre gotin: Çima te gotarek di rojnameya(Yeni Ulke) de nivîsandîye
li ser êþ, derd û nexweþiyên (Rojhilatê:Kurdistanê)..?!!. -Ya
sisyan, ew dan bersivdan li ser pirtûka ku wî nivîsî bû bi Tirkî, bi
nave Bîranînên min, hingê wî ev pirtûk li Stanbolê çap û belav
kiribû di sala 1990 î de, li ser vê pirtûkê Apê Mûsa ev bersiv li
dadgehvan vegerand û got: (..Hakimo!
salê li Tirkî bi hezaran kitêb derdikevin giþ bi Tirkîne, û
Kemalîst in, em deynakin, çi qewimîye min jî ji salan û caran ji bo
Kurdan kitêbek bi Tirkî nivîsîye..? wê çi bi dewletê bê bi vê kitêbê,
heger bi vê kitêba min dewlet bihedime tê xuyakirin ku ev dewlet tewþe..)/2/.
Xuyaye ku dijmin ji berî nihade, li sere wî digeriyan, ji sala 1948
an de, dema ku wî yekemîn rojnameya Kurdî bi nave (Dicle Kaynaði)/(Çavkaniya
Dicle) piþtî rojnameya Agiri 1929-1930, li Stanbolê çap û belav dikir
ji kîsê xwe, ji hingî de mamoste M.Anter li gor zanebûna xwe li ser doza
Rojhilatê:Kurdistanê di sekinî û têkoþîneke ramanî dikir.
Di sala 1950 î de jî, kovareke civakî, konevanî, û serbixwe li
Stanbolê derdixist ji kîsê xwe tenê, bi nave Þark Macmuasi/ kovara
Rojhilatê/ amanca wî ji vê kovarê ku welatê wî Kurdistan yê paþketî
pêþde here û ku dewleta Tirkî lê guhdar bibe, di sala 1958 an de,
careke din, bihiþtî û çend hevalên xwe wek: Avokat Canip Yildirim û
Ebdurehman Efhem Dolak rojnameyeke rojane li Diyarbekirê derxistin bi nave
Ilerî Yurt/Welatê Pêþketî/, hingê armanca wan ji vê rojnamê ku doza
Kurdî di nav xwendekarên Unîversîtî de belavbikin da ku serwxtî rewþa
Kurdistanê bibin, lê ji bo gotareke Apê Mûsa bi nave Kimil, Mûsa Anter
û herdû hevalên xwe hatin girtin, hingê Apo Mûsa straneke Kurdî kiribû
nav gotara xwe de, ew stiran ji devê keçek Siwêreklî girtibû evin çend
malik ji wê stiranê: Bi
çiya ketim lo apo, çiya melûl bûn rebeno Ceh
seridîn lo apo, genim hûrbûn rebeno Kimil
hatê lo apo, bi refaye rebeno Xwar
genime lo apo, hiþte kaye rebeno
Bi weþandina Kimil re di Ilerî Yurd de, piraniya rojnameyên Tirkan
yên wê demê li dijî Apê Mûsa û hevalên wî sekinîn ta ku dewletê
rojnameya wan sekinandin û ew û hevalên wî girtin, lê di roja
11/12/1959 an de, ew berdan belê piþtî berdana wan bi þeþ rojan
ango17/12/1959, careke din Apê Mûsa tevî /49/ hevalên xwe hatin girtin
bi sûcê Kurdayetiyê û komonistiyê...
Wiha di zindanê de man, ta sala 1963 an, hingê ji nû biryara
dadgehê hate dan, bi darvekirina Mûsa Anter û Dr. Þivan(Saît
Kirmizi toprak), Saît Alçi,
Yaþar Kaya, Canip Yildirim, wiha di gel 20 kesên
din.
Li ser girtin û
berdanên mamoste Mûsa Anter,
Newafê Qaso ji gundê Zorava, ev serpêhatiya Mûsa Anter û dadgehvan ji
min re got: Apê Mûsa carekê ji mere got: Carekê hakim ji min pirsî tu
çi karî dikî..? Min lê vegerand û got: Ez ji hepsê derdikevim û diçim
malê karê xwe û hepsê dikim! Hakim matmayî ji min re got: Çawa ?!!
Min lê vegerand û got: Dema ez ji hepsê diçim malê, di derd û
kulê gelê xwe de diponijim û wiha ji neçarî ez li ser êþ û birînên
wî di nivîsim, dewlet jî wê bê min bigre û bixe
hepsê, ma ez ne karê xwe û hepsê dikim??!!
Mûsa Anter bêtirî 10 caran hatiye girtin, û her cara ku diçû
hepsê, heps sipî dikir û digot: Mala me ye dive em lê miqate bin.. û bêtirî
carekê nave wî hatiye xwendin bi darvekirinê, û di tev girtinên Kurdên
Tirkiyê de, Mûsa Anter hatiye girtin, ma di sala 1964 an de, ne hat girtin
bi /51/ kesên Kurd re ! an di sala 1966 an de, ne hat girtin bi /244/ kesên
Kurd re !! an di sala1977 an de, ne hat girtin bi doza/nîqa/ ku wî û çend
hevalên xwe (Komela kulturiya rojhilata þoreþger) sazkirine..wiha ta
girtina wî ya dawîn di sala 1990 î de, hingê belavbû ku Mûsa Anter di
bin lêdanê de hatiye kuþtin.
Mûsa Anter di piraniya rojname û kovarên Kurdî de, dinivîsand û
alîkariya xwediyê wan dikir, bigire ji rojnameya (Bariþ Dunyasi)/dinya aþitiyê/
ta Dicle- Ferat-Deng û Dengê Serekên û di tevan de jî, bi bi Kurdî yan
yan jî li ser gelê Kurd bi Tirkî dinivîsand. Ji bilî ku ew xwediyê sê-çar
rojname û kovaran bû, lê di wan herdû salên dawî de, Apê Mûsa
rojnameyek an kovarek ne hiþt û tê de ne nivîsand, nemaze di rojnameya
bi nav û deng de Welat, hingê wî di quncika bi nave " Tîr "
de, tîr berdidan dijmin û neyarên Kurdan, û birengekî zanistî ramanên
xwe ji xwendevanan re, þirove dikir û qet wî Kurd di ser Tirkan re,
ne girtin, lê bi tenê bêtir rewþa wan û zor û stema wan dida
xuyakirin, û ji wan re digot: Ku hûn me ne êþînin, mafê me bidin me,
emê hiz we bikin, û ku hûn wekheviyê bi xwazin, emê biratiya we
bixwazin gava di got: (Hevalên
Tirkan, pirsek we heye hûn dibêjin(Dil miqabilê dile) willeh hûn ji xwedê
yeqîn bikin heta ku karê we ev kar be, em hez ji we nakin û hûn jî
zanin ku di ilmê sosyalê de, qayideye ku tiþtê mirov jê bi tirse, mirov
hez jê nake, belkî hûn di dilê xwe de, dibên qey hûnê Kurdan bitirsînin
wê bi vî awayî bibin kolê we!! Lê ez nizanim bê îro Îdara Tirkiyê
dawa çi li me Kurdan dike, ma lawo li
ser bextê we be hûn hez me dikin, ku em jî hez we bi kin? Ne min ji were
got: Heywan jî dijminê xwe bi bêhnê û û bi dîtinê fem dikin, ma hûn
herroj bên bavê me bi þewitînin, zarokên me bi kujin, namûsa me li ber
lingan bidin, xaniyê ku bi hiþkeberê, bi ser me de bi hedimînin ma dê
çawa emê ji we hez bikin..? Ma em Kurd wek heywanan jî nayên ku em hez
kumê we yê þîn bikin..?)/3.
Tevî ku temenê apo Mûsa Anter giha bû di ser /80/ salî re lê Þêxê
nivîskarên Kurd ji nû ketibû bihara xwe û nivîsandinê. Divê sala dawîn
de, di van rojname û kovaran de di nivîsand: Welat-Tewlo-Deng-Yeni Ulke-özgür
Gündem-Rojname-Medya Güneþi/4...lê mixabin pênûsa wî þikandin.
Mûsa Anter di sala 1918 an de ji diya xwe re çêbûye li gundê
Zivingê ku di keve navbera wilayeya Mêrdînê û navçeya Nuseybînê de,
nêzîkî tixûbê Sûriyê. Ew bi koka xwe ji malbata
Miho Taze ye, ji þaxê Anter e niha mirovên vê malbatê li binya
xetê pirin, jina wî keça Abdurehman Rohimî ye ji Hekarê (Camêr ji kesên
pêþîn bû, ku kurte çîroka Kurdî di gel helbestan de, di kovara Jîn
de dinivîsand ) Lê
diya jina wî neviya Mîr Bedirxanê mezin bû, sê zarok ji Apê Mûsa
mane, hersê tev diya xwe li Ewropa dijîn nave wan: Dicle-Anter û Reþê/Reþa
ye.
Ji bilî giranmêriya Mûsa Anter di kovar, rojname, pirtûk û
welatparêziyê de, camêr giranmêriya xwe li dijî polîtîka Kemalîstan
da xuyakirin, gava tev berhemên xwe binavê Mûsa Anter di weþandin tevî
ku nave Mûsa Anter qedexe bû, û qet wî pîþ bi wî paþnavê ku Kemalîstan
lê kirbûn nekir/ Almas/. Apê Mûsa
xwendina xwe di avokatiyê de kuta kirbû li Stanbolê, lê wî qet pîþ pê
ne kir bi tenê kar û xebatên ku pê rehet dibû nivîsandin bû, di salên
dawî de, dewleta Tirkan ji girtin û berdanên wî betilîn, vêca ew kirin
bin rûniþtina zorê de, li gundê wî Stililê, ku dikeve rojavayî Nusybînê
de, bi dor /15/K.M , wiha wî salên dawîn li gundê xwe burandin, û dibin
dara xwe a Çinarê de, bîranînên xwe danîn. Û çendî di xwest ku di
bin siya wê de bê veþartin, lê mixabin zordarên Tirkan ta di mirinê de
jî, nexwestin daxwazên wî bi serî bibin!! Di sala1990 î de, hikûmetê
rê danê bi çûna Stanbolê, hingê wî ew pirtûka bi navê Bîranînên
min bi zimanê Tirkî çapkir, ji berî vê pirtûkê jî çar pirtûkên
din wî çapkiribûn wek: Kimil/Reqik/1962 Yara
Salar1964 Birîna
reþ1965 Ferhenga
Kurdî Tirkî-1967.
Dawî hêjaye em çêtirîn gotin sehkin li ser zimanê nivîskar û
rojnamevanê Kurd(Huseyn Deniz) yê ku Þehîd ket berî xalê xwe Mûsa
Anter, bi kêmî heyvekê. Hingê
wî gotarek ser hovîtî û ne demokratiya Tirkan, dijî nivîskar û
rojnamevanan yên pêþverû nivîsandibû di rojnameya Welat de: (ji ber ku
dewleta Tirk zilm û zorê li miletê xwe, li li miletê Tirk dike, gelek
mirovên pêþverû û welatparêz
bê sûc û bê heqî di kuje û winda dike, ne demokrate û guhnade heqê
mirovan, li cem ti dewletê rûmeta wî tuneye….)/5. Gava bihiþtî Huseyn Deniz wiha li ser nivîskarê
Tirk yên pêþverû û hale
wan dinivîse, ma gelo wê çi hale nivîskarên Kurd be, ji destê vê
dewletê..??!!.
Em rewþa nivîskarên Kurd di dewleta Tirkî de, datînin ber çavên
serokên deletên Aþtîxwaz û demokrat, ewên ku li ser mafên mirovan di
sekinin û di xeyidin, ka wê çi ji mere bikin..? û wê çi doze li
dewleta Tirkiyê ya demokrat bikin…? Sed
rehmet li giyanê Þêxê nivîkarên Kurd Mûsa Anter bibare, bihiþt cîwarê
wî be, û sed rehmet li tev Þehîdên Kurdan be.
--------------------------------- 1-
Mûsa Anter tîr ! Welat j:13 Gulan1992 2- Mûsa
Anter mehkema xortê 77 salê, Welat j:3 Adar 1992. 3- Mûsa
Anter, tîr, Welat j:14
Gulan1992. 4- temenê
Mûsa Anter gihabû 80 ê, salî, belê di pasporta wî de 74 sal hatibû
nivîsîn. 5-
Huseyn Deniz, welat, j:14 Gulan1992. Di
sala 1992 an de, piþtî
þehîdbûna Apê Musa, min
ev gotar nivîsandiye.Dikim
diyarî ji bîranîna wî a 16 an
re. Konê
Reþ Qamiþlo
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org