|
Mustefa
Begê Cemîl Paþa Diyarbekirî jî çû ber dilavaniya Xwedê Konê
Reþ Qamiþlo, 07/07/2008
Berî
du rojan ango (05/07/2008), Mustefa Beg kurê Mihemed Begê Cemîl Paþa li
Þamê çû ber dilovaniya Xwedê, piþtî ku wî 82 bihar ji temenê xwe
diyarî welatê xwe kurdistanê kirin û di her çar perçeyên kurdistanê
de xebat kir.. Mustefa
Beg kurê Mihemed beg e, ewê ku yek bû ji lebatên komela Xoybûnê, di
gel bira û pismamên xwe wek Qerdî Beg, Ekrem Beg, Bedrî Beg, Wecdî
Beg... Mustefa
Beg di sala 1926 an de li Amedê (Diyarbekirê)çêbûye, di sê saliya xwe
de, bi malbata xwe re binxetî sûriyê bûye. Wî xwendina xwe a seretayî
li Amûdê û Hesekê xwendiye. Piþtî ku malbata wî sirgunî Þam û
Tudmirê bûye wî xwendina xwe li Þamê, di dibistanên Fransîzan û amerîkan
de xwendiye. Di
sala 1960 î de li sûriyê, ji ber kurdayetiyê, di gel bav û birayê xwe
ketiye zindana Þêx Hesen de li Þamê.. Ji
neçarî wî û birayê xwe Wecdî Beg berê xwe dane Kurdistana Iraqê, li
wir jî hatiye girtin û 6 mehan di zindana Nihaye de derbas kiriye, di bin
eþkencê de nenûkên wî hilkirine..Peleke baþ bi Barzaniyê nemir re
maye, wek pêþmergekî beþdarî di þoreþa Eylûlê de kiriye.. Di
sala 1975 an de bi þervanên Barzaniyan re çûye Iranê, bajarê Kerec..
ji wir jî, xwe li turkiye girtiye, piþtî pêlekê careke din zîviriye
suriyê gundê xwe Dade Evdal. Hejaye
gotinê ku kebaniya wî keça Omerê Þemdîn axa ye, destbirakê mir
Celadet Bedirxan û yek ji lebatên aktiv di komela Xoybûn de, ku civînên
Xoybûn di mala wê de li Þamê, dihatin li darxistin. Hem jî hêjaye em bêjin,
ku keça Mustefa Beg kebaniya mamoste Nîhad e, kurê Barzaniyê nemir û 10
kurên wî jê hene. Em
jî bi dilekî xemgîn vê nûçeyê di pejirînin û sersaxiyê ji tev
neferên vê malbata dêrîn re hevî dikin. Bela serê wan sax be, serê
gelê kurd sax be..Xebata wan di ber welatê wan de, cihê rêzgirtinek
mezine ji rex gelê kurd ve.Yezdanê dilovan Mustefa Beg bi dilovaniya xwe
þad bike, buhiþta rengîn mala wî be. Not:
Îro, piþtî nîvro wê termê Mustefa beg ji Þamê bigihê gundê wî
Dade Evdal û wê ew di rex bav û diya wî de, di gortisatan Pisîsê de bê
veþartin, eva ku dikeve navbera Serê Kaniyê û Derbasiyê de. Konê
Reþ Qamiþlo
07/07/2008
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org