|
Nameyek
wefadarî ji kak M.Þerîf
Mûþtak re Konê
Reþ
Belê keko belê, dibe ku ev þînnameya min bi derengî ketibe,
gerek berî niha min ji cenabê we re þandiba..Ji ber ku ji min tê xwestin
wek ku ji her kurdekî wefadar û nêzîkî vê malbatê tê xwestin… Vêca
ez lêborîne dixwazim.
Min gotarê
te (Kamil
Mûþtak Ji Jîyanê Barkir!),
xwend
û wek belgeyeke dîrokî di arþîfa xwe de parast. Bi xwendina gotarê te
re, çend carekî keser ji hinavê min hatin vedan.. û ez ketim nav bêdengiyeke
kûr û dûr de. Bêdengiyeke ku ez di nav pojin û ramanan de dûr birim;
Ez li Cizîra Botan û Burca Belek vegerandim, li Þax û Hebler bi mîr
Bedirxan re civandim.. Li geliyê Mîr Miheme, di þerê li ser herdu
pezkoviyên wî( Hejale û Efno), ku di navbera malbata Bêgo û Zeydîn hat
li darxistin amade kirim…Qesrika Gelî, Dêrgul, Keleha Gurkêlê û Þikeftên
Kora anîn bîra min..
Erê erê kak M.Þerîf Mûþtak! Apê te bû, apê me bû jî..û em
xweþ dizanin ku piraniya neferên vê malbata dêrîn di rêke pîroz de
malê xwe û canê xwe winda kirine û her û her bi hisret bûn ku di
quntarê çiyayê Herekolê Botan de bêne veþartin, di rex gora Mem û Zîn
de, di rex melayê Cizîrî û Medresaya Sor de…Lê sed heyf û xebînet
ew derfet bi dest wan neket û bi birîndariya wê hisretê, derbiderî çûne
bihiþta rengîn…Xweziya min bi dilê apê te, apê me
Kamil Mûþtak
ku ew li gundê Cinibrê, di wê xaka pîroz de hatiye veþartin…Ew xaka
ku bapîrê wî Mîr Bedirxan û zarok û neviyên xwe bi hisret bûn ku têde
bêne veþartin…
Erê erê keko! Bi xwendina gotarê te re, ez li berî sed û þêst
salên derbasbûyî vegeriyam; li peymana pîroz, ewa ku mîr Bedirxan di
navbera axa û begên kurdan de saz kiribû, Li vê gotina wî a navdar:( Dîn,
dînê Xwedê ye, em tev birayên hevin), li serhilda wî ewa ku yekemîn
car bû di dîroka kurdan de, yekîtiyek Kurdistanî ava dibe û pere bi navê
wî, wek mîrekî kurd, azad û serbixwe, bê ku pêþ û bacê bide sultanê
Osmanî têne çêkirin…
Erê erê keko! bi xwendina gotarê te re Xelefê Þûvî hat bîra
min, ewê ku serleþkerê diwemîn bû di serhildana mîr Bedirxan de, piþtî
Yezdan Þêr.. Xelefê Þûvî razî nebû ku ji Yezdan Þêr re bibêje Mîrê
Botan û ji kerban re ket serê govenda wî de û hawar û gazî mîr
Bedirxan kir û got: Ez
Xelef im Xelef im, ez Xelefê Þûvî me, xwediyê þûrê sedef im, Haware
mîr, haware mîr Yezdan Þêr begê Botan e ! Bi tenê wek begekî ji
malbata mîrê Botan lê mêze kir, lê mîrîtiya wî qebûl nekir.
Belê xebera rehmetiye:”Rih dibin bost lê dijmin nabê dost” û
gotinên wan kesên ku digotin “Mala
dûv qûtbûyî nema bi qelin bûne bela dinya yê”, di ser guhên xwe re
bavêje, ew xeþîm û nezanin, heyranên canê xwe ne, ne heyranên
bejewendiyên gelê xwe ne…
Erê Apê Kamil Müþtak, bavê Nûrê! Ez
Jî dengê xwe tevî dengê biraziyê te kak
M.Þerîf
Mûþtak dikim
û
ez pê bawerim ku ew nahêle kêmasî di nav neferên malbatê de bibin û
wek ku gotiye:( Ez jî dibêjim ezê kêmasîya her ferdekê malbatê bikim,
ezê nehêlim hêvîyên cenabê teyê ji mi çêbûyîn biþkihin). Kak
M.Þerîf Mûþtak! Bela serê malbatê sax be, serê gelê kurd sax be.
Dinya baqê nîvciye, Ga dimire çerim dimîne, mêr dimire nav dimîne..Yazdanê
gewre rehmetî Kamil Mûþtak bi dilovaniya xwe þad bike. Qamiþlo 08/01/2008
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org