|
Nameyek
Vekirî Ji Netewên
Yekbûyî re U.N Konê
Reþ 1 Ji mêj
ve,
ji mêj ve ji berî
48 salan ve çend
xincer di xaka
Kurdistanê de hatine çikandin
! Bi mayîn
û têldirî hatine pêçan
! xal ji
xwarzê ap ji
birazî hatine
qetyan kul,
êþ,
û jan belav bûye
li
Kurdistan..
2 JI 48
salan ve Netewên
Yekbûyî,
bûye bi
sazûman ji bo
parastina mafê
mirovan dermankirina
êþ û
janên gelan xweþî
û geþîya netewên
cîhan Lê
mixabin û sed mixabin ku carekê
tenê negeryaye
li mafê Kurdan carekê
tenê ji gelê
Kurd re nebûye
derman û her û
her gelê
Kurd dibin zilm û
zorê de maye
tewyayî, dibin hêza
karbidestan de maye
destgirêdayî, ji zimanê
dê û bav bê par
mayî..!
3 Ev 48 sal
e ku,
Netewên
Yekyekbûyî
bûye hîmdar
bi UNESCO, UNICEF û
LAHAY bi kar û
bar. Li ser
çêlekên Hindistanê di xeyide
Li ser
qertal û qirakên Afrîkayê di engire
Li kuçên
þûnewarên kevin dibe xwedî
û dikire rojekê
negotiye; çil,
bêncî melyon Kurd di hejarî
û bindestîyê de diqijile û
dimire… 4 Ev 48
sale û
ji berî 48 salan ve kêr li
ser stûyê mirovên
Kurd hatiye danîn Dar û
daristanên Kurdistanê têne
sotin û birîn, Pêmayê
bav û kalan li ber
talanê tê dizîn
Û mirovên
Kurd newêrin bi zimanê
bav û kalên xwe bikin
hawar û
girîn û hêj
carekê tenê Netewên
Yekyekbûyî
nekiriye
gazî û qîrîn..!
ka
Dadgeha LAHAY û mafê
mirovan, ka UNESCO
û parastina
zimanê gelan, ka UNICEF
û 5 Nizanim ! nizanim,
di vê bîranînê
de Çi
ji Netewên Yekbûyî
re diyar kim..?!
Gelo ! Qerpalê
þehîdekî bi xwîn ji
Senendac,
Agirî,
Þernex û Dêrsim… ji entîkxaneyên
Parîs,
Berlîn û
London… Hestîyê
zarokekî Kurd ku ji nêz
û êþan mirîye li deþta
Hewlêr û Silîvan wêneyên
çend gundên kavil û
wêran ji bakurî
Kurdistan an cizmake
bi xwîn ji cizmeyên
leþkerê karbidestan
û 48
singên bi xwîn û têldirî
ji nav xaka Kurdistan ! Konê
Reþ Qamiþlo
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org