|
|
-
Kesên
Wek Salihê Kevirbirî
-
Pêþmergên
Bajara ne
Konê
Reþ
Qamiþlo
01/12/2009
-
-
-
-
Bi armanca ku vê paþiyê çar pirtûkên
Salihê Kevirbirî çap bûne
û li Tirkiyê û Kurdistanê hatine belav kirin, di roja 22/11/2009
li Stenbolê di Kurd-Cafê de, semînerek li
dor nivîskariya wî hat li darxistin. Di semînerê de helbestvan
Kawa Nemir û nivîskar Alî Fikrî Îþik bîr
û baweriyên xwe li dor Kevirbirî anîn ziman. Paþê di koktêleyê
de Kevirbirî pirtûkên xwe îmze kirin..
-
-
Di roja 05/12/2009an de jî, ji bo eynî mebestê Salihê
Kevirbirî dibe mêvanê Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê.. Û ji bo
çalakiyek nû ji rojnamevan û nivîskar Kevirbirî re pêk were,
programek taybet jêre hatiye danîn. Salihê Kevirbirî, yek ji wan
rojnamevan û nivîskarên Kurda ye, yên ku bêhtir klasîkên kurdî,
anku serpêhatiyên kurdî berhev dike, dixepêre, dike pirtûk û dighêjîne
xwendevanan.
- Li
ser çûna Kevirbirî a Stockholmê, Kitêbxaneya Kurdî wiha besiv
daye:
-
- (Salihê
Kevirbirî li ser berhevkirina serpêhatî û folklora kurdan dixebite.
Çar pirtûkên wî, Karapêtê Xaço, Hevîrtirþ, Filîtê Quto û Teyîba
Min, di vê dawiyê de çap û belav bûne. Bi vê minasebetê, nivîskar
Kevirbirî dibe mêvanê Kitêbxaneya Kurdî ji bo ku behsa rê û metodên
berhevkirina babetên folklorîk û dijwariyên vî karî bike û
herweha pirtûkên xwe îmze bike.)
-
Min jî xwest bi van çend gotinan baweriyên xwe derbarî Salihê
Kevirbirî û nivîskariya wî a bi zimanê kurdî bînim ziman û dewla
xwe di ava bîra wî de dakim. Salihê Kevirbirî, evê ku ez wî ji berî
dor 15 salan ve nas dikim, wek evîndarekî ziman û rewþenbîriya kurd
a resen kar dike, ez nivîsên wî diþopînim û kêfa min ji pirraniya
berhemên wî re tê.. Kurdewariyeke ji kezebê di pêvajoya wî a nivîsandinê
de dibînim.. Ez ne þaþbim ew jî dikeve nav rêza
pêþengên kurdan li bakur, yên ku bi kurdî dinivîsînin…
Bela kes bawer neke ku ez pesnê wî didim, belê ez pesnê çalakî û
hezkirina wî ji zimanê Kurdî re didim..
-
Nivîsandina bi kurdî jêre armanc e.. Nivîsandina wî a bi
kurdî jî, xweþ nîþane ji mêraniya wî re.. Erê mêranî… Di
baweriya min de, di roja îro de, çi kesê ku bi kurdî binivîsîne ew
mêre.. Ez wan kesên ku bi kurdî dinivîsînin mîna pêþmergên
bajaran dibînim.. Erê birano, ne tenê pêþmergên serê çiyayan mêr
in.. Eger dîroka berxwedana me a hebûnê; man û memanê bi pêþmergên
serê çiya û tivinga wan hatibe
naskirin, roja îro hewcedariya me a nû û giring bi pênûs û xamê ye, bi pêþmergên bajara
ye.. Ewên ku zimanê me diparêzin, bervedêriyê di ber zimanê me de
dikin, bi zimanê me dinvîsînin û bi zimanê me his û hasten xwe
dertînin û dibêjin; Kurdim, aþtîxwazim, welatê min Kurdistan e..
-
Belê birano, di vê biware de ez Salihê Kevirbirî yekî ji wan
pêþmegan dibînim, ji ber ku wî, tev jiyana xwe ji ziman,
ferheng û rewþenbîriya kurdî a têvel re terxan kiriye… Ta niha
dor 10 pirtûkên wî li dor rewþenbîriya kurdî hatine çap û
belavkirin.. Bawerim 7 ji wan bi zimanê dayika min û we ye.. Her wiha
wî bi dehan gotar, hevpeyvîn û raportac li dor kêþeya me di media
kurdî de belav kirine..
-
Ez karê wî û karê kesên wek wî, yê mêran dibînim.. Wî
wek pêþmergekî dibînim.. Ew xweþ nimûne ye ji xortan re.. Bihêvîme
ku xortên me bidin ser þopa kesên wek wî… Ji dil spasiya xwediyê
Kurd-Cafê, helbestvan
Kawa Nemir, nivîskar Alî Fikrî Îþik û pirtûkxaneya
Kurdî ya Stockholmê dikim, serketinê bo tevan hêvî dikim.. Û ji
kak Salihê
Kevirbirî hêviya berdewamiyê dikim.
- Konê
Reþ
- Qamiþlo,
01/12/2009
|
|
|