|
|
- Dujinî,
Sêjinî An Çarjinî, Di Vî Çerxê Pêþketî De,
- Gunhkariyeke
Mezin e*
-
-
-
- Konê
Reþ
-
-
-
-
-
- Di 27'ê Cotmeha 2008' an de, parlamentoya Kurdistanê
bi piraniya dengan Projeqanûna Pirrjinî ji bo zilamê kurd pejirand û
neha ev projeqanûn li ber destê Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd
Barzanî de ye.
-
-
Ez jî kefxweþ dibim wek nivîskarekî kurd ku nerîna xwe di
pejirandina perlementoyê kurdistanê a derbarî Projeqanûna
Pirrjiniyê de bînim ziman û bi hêvîme ku serok Mesûd Barzanî
li ser îmze neke, ji ber ku berpirsyariyeke dîrokî ye..
Gerek vajî vê Projeqanûna Pirjiniyê, perlementoyê kurdistanê
Projeqanûna Ferjiniyê an Yekjiniyê pêþkêþî perlemento
kiribana, Da ku Kurdistan bûba nimûneke berz di rojhilata navîn de,
hem dibû vekirina deriyekî þaristanî di cîhana Îslamî bi tevî
de... Ji ber ku mirovahî bi pêþ de dimeþe, pêwîste tevgera
mirovahiyê a jin û mêr jî, bi pêþ de here û li rewþa jinê, bi
çavekî din bê mêze kirin; zilm û zora ku bi hezarê salan lê
hatiye kirin û dibe sivik bibe. Ji ber vê yekê ez bi ferjiniyê an
yekjiniyê re me.
-
-
Wek ku diyare tev olên ku hatine û tev rêxistinên ku hene, ji
bo xweþî, geþî û jiyanek çak ji mirovahiyê re hatine pê.. Her
olekê xebat di ber xweþiya olperestên xwe de kiriye û dike, û her rêxistinek
têkoþînê di ber jiyaneke rind bo
civata xwe dike.. Û wek ku em tev dizanin; jin nîvê civata me
ye, ji mafê vê jinê ye jî ku di xweþî û þadiyê de jiyana xwe
derbas bike.. û em tev dizanin ku jiyana jinê, qet bi hewiyê
re xweþ nabe û di kulturê me de gelek çîrokên bi xem û êþ li
dor hewiyê û nexweþiyên zarokan, malbat û civatê hene..
-
-
Dujinî, sêjinî an çarjinî, di vî çerxê pêþketî de,
gunhkariyeke mezin e, gunehkariyeke sê qolîye di heqê jinê, zarokan
û civatê de. Eger jiyana mirovê zilam, ji rex nêrbûna wî
ve, bi anîna du jinan a sê jinan an çar jinan xweþ bibe, li gor ku
dine islamê izin daye, lê ji sê cihên din ve nexweþiyên malbatî
û civatî pir dibin; Jiyana malê dibe dûjeh, ya zarokên vê jinê û
wê jinê, li binguhê hev dikeve û dawî bingehê civatê ne bi rengekî
tekûz tê ava kirin. Ango civateke seqet û hîledarî ava dibe.. Û em
kurd hewcedariya me bi civateke saxlem û ji nexweþiyan dûr be, heye:
Ta ku em karibin welatê xwe bi rengekî þaristanî ava bikin û
welatiyên xwe di þadî û bextiyariyê de derbas bikin.
-
-
Du kevok lûsê xwe datînin, mê û nêr e, me sehnekiriye ku
kevokek nêr bi du kevokên mê re hêlîna xwe çêkiriye…
-
-
Ev biryara ku perlementoyê hikûmeta Kurdistanê pejirandiye ne
di cihê xwe de ye, ponijandinek dûr û dirêj jêre dive û dawî
gaveke çewt e ne þaristaniye. Em ji serokê herêma Kurdistanê rêzdar
Mesûd Barzanî
hêvî dikin ku vî projeyê ne pejirîn
e.
-
-
Erê em bi yekjiniyê re ne, lê ne ( Zewaca Kasolîkî)jî.
-
-
-
- *
- Spas bo mamoste Zana Sebrî yê ku em agahdarî vê biryarê
kirin û hiþt ku em nerînên xwe derbarî pirjiniyê bînin ziman.
-
- Qamiþlo,
21/12/2008
-
- Jêder:
Rizgari.com
-
-
|
|
|