Pîroz
be Qamiþlo !
Konê Reþ
Qamiþlo
!
Vê
nîvrojê piþtî min nûçe sehkirin bi kuþtin û dîtina termê þex Maþûqê
Xiznewî,tenahî û aramiya min ji hev belawela bû ,spîbûna dilê min bi
reþahiyê ve hat lewitandin...û xemgîniyê konê xwe di ser Qamiþloka evînê
re vegirt..
Qamiþlo
!
Çima
tu evqasî xemgînî ?! Nizanim..
Tu
dibê qey vê êvarê min tiþtekî xwe winda kiriye..Ez bûme mîna hîmekî
kevirî,ku rih û can têde nemaye..
Tu
dibê qey, ez xatir ji te dixwazim, û piþta xwe didim dost û yarên xwe
..
Qamiþlo
!
Tu
dibê qey, vê sibehê min qehwe venexwariye,tevî ku min du fincan
vexwarine,û ew gul û çîçekên di hewþa xwe de avdane..
Qamiþlo
!
Dibêjin
: Þêx Maþûqê Xiznewî kuþtî dîtine !!!
Waweylê
li vê sosretmayê ,kevok ne ya serjêkirinê ye,darzeytûn ne ya birandinê
ye,þînahiya asman ne ya lewitandinê ye ..?!
Qamiþlo
!
Xemgîniya
me mîna halê ye,em tev jana halê dikiþînin.Þêx Maþûq hat, ku vê
halê ji nav me hilîne,çareseriyekê ji vê halê re bibîne ..Wî jî mîna
þêx Ehmedê Xanî,evê ku ji berî 300 salî ve hawar û gazî
kurdan kiriye û gotiye :
Ger
dê hebûya me ittîfaqek
Vêkra bikira me inqiyadek
Tekmîl
dikir me dîn û dewlet
Tehsîl
dikir me ilm û hukmet..
Þêx
Maþûq jî,bi bîr û bawerî,bi dûrdîtin û zanîn ,dengê xwe tevî
dengê þêx Ehmedê Xanwî kir ,da ser þopa wî, û kêþeya gelê kurd ji
xwe re kir armanc...Lê dengê wî di gewriyê de fetisandin,gurnijandina
zarokên te,di kolanan de qurquçandin,lîlandina jinan beravêtî kirin,Þêx
Maþûq revandin,kuþtin û nebedî kirin..
Qamiþlo
!
Gelo
! Ev ji kêmasiya te ye..?!
An
tu di daristaneke tijî teba re derbas dibî ?!
Tebayên
wê bi te re digurnijin û destên xwe davêjin destê te,te ji dengê þalûl
û bilbilên daristanê bi dûr dixînin...
Pîroz be Qamiþlo !
Tu
jî kete rêza Bedîsa þex Þehabedîn û melle Selîm ,rêza Ameda þewitî
û þêx Seîdê Pîran,rêza Dêrsimê û þêx Elî Riza...
Pîroz
be Qamiþlo li te þêx Maþûqê Xiznewî.
Konê
Reþ
Qamiþlo
01/06/2005
copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org