Qamiþlo Bajarekî Awarte ye

(Ji  salvegera yekemîn a þex Maþûqê Xiznewî re)

 

Konê Reþ

Qamiþlo... !

Tu bajarekî nola me ye.

Em jî nola te ne.

Dibe em jî bibin mîna biyaniyan û xweþ te nas nekin !

Tu jî  bibe mîna bajarên xelkê û em xweþ bi ser te venebin !!

Dema ku diyalog di navbera me de

Qut bibe û bê birîn...

Xerab bibin ji qencan...!

Çê ji neçêyan...!

Kevirên caran bixindirin binê newalan,

kevirên newalan hilkiþin serê caran ...!

Kurtanê kerê bibe etles..!

Teres û megrûdî bibin efendî..!

Çirto me girêd e û Virto me berd e...?!

 

Qamiþlo ..!

Tu ketiye dilê me de û jê dernakev e !

Te hêlîna xwe di peravê bîranînên me de çêkiriye û têde  razaya ye..!

Tu ew bajar e ;Yê  ku me hezê kiriye;

Sînga wî, ji kul û xem, kêf û þahiya me re vekiriye û firehe..

Bajarê ku em di tax û cadeyên wî de mezin û belav bûne..

Bav û kalên me di destpêka çerxê bîstan de;

Bi hêla destên xwe bingehê wî danîne,

Govend û dîlan li hawîrdora wî gerandine ..

 

Erê Qamiþlo !

Tu bajarekî awarte ye.

Awarteye bi her tiþtên xwe :

Bi desthilata rêjîmê û xelkên xwe..

Bi aqilmend û dînên xwe..

Bi rind, xerab û Bekoyên xwe...

Bi kurdperwer û kurdfiroþên xwe...

Bi bilindbûna çiyayê Bagokê û çiyayê Omeriyan ji bakur ve û

Firehbûna Beriya Mêrdînê û Deþta Xelef Axa ji baþûr ve...

Bi havînên gerim û zivistanên sar..

 

Ji kaniyên te, yên ker,em fêrî bêdengbûnê bûne..

Ji taxên te (Hilêliyê, Enteriyê..),em fêrî hawar û berxwedanê bûne...

Û em xwîna xwe ya gerim, gorî xaka te ya pîroz dikin..

Em, di bin siya rojên te de, paldidin..

Bi herdû destan li zaroktiya xwe digerin...

Û di nav xewnan de milevaniyê dikin...

 

Di navbera tixûbên te û mezinbûna Yezdan de,

Sinbilên evînê têne qurquçandin..

Di navbera sînorên têlbidirî û mayîn de,

Kevok têne sejêkirin..

Nisêbîn ji te bi dûr dikeve..

Mêrdîn piþta xwe dide te...

Zaxo û Duhok li ser te digirîn...

Hewlêr û Silêmaniyê  bang te dikin...

 

Qamiþlo bajarê awarte !

Çilo zordar bûne mêvanê te ?!

Zordariya wan mîna bahozê ye..!

Çawa te xincera xwe daye  destê  wan ?!

Ku me bi xincera te bi kujin..?!

Û em dîl birîndarê te ne ?!

Gelo xwîn dibe av... ?!

Tu mîna ferþekî ji  qeþaya  fireh e, di çiyayek mezin de..

Mîna geliyekî kûr e, di welatê Mezopotamiya de

Di navtarên te de,stirî û libên birincê wek hev þîn tên.. !

Û þev bi tariyê re dostaniyê datîn e ..

Xwe ji stirî û tariyê daweþîn e ...!

Daweþîn e, û were bal min...

Were bal min, û wê awarteyê bavêj e..? !

Xeraban eþkere bike...

wan bavêje ...

Ewên ku bajrganiyê bi navê te dikin..!

 

Bajaro  !

Kê tu bi vê forma awarte guhertiye ?!

Çima kes bersivê nadî min ?!

Ne xeme, va berbang nêzîk dibe..

Hêdî hêdî, ji çiyastanê berê xwe dide çolistanê.

Stêra sibehê ji dûr ve xuya dike

Bayê eylûlê jî mizgîniyê ji me re tîne..

Êdî nema cihê gelfiroþ û xwefiroþan li bal me heye...

Çendî sûdeyê ji vê awarteyê, bibînin,bê fêde ye..

Ji gel re  eþkere bûne..

Çendî wek dîkê þinik bi kîn û zikreþî bang bidin..

Her, ew mîna mirîþka bi þewbêketîne ,

Kes li wan guhdarî nake ji bilî kesên mîna wan pêve...

 

Qamiþlo !

Xwîna me, mîna keriyê pezkovî,di hêrikên sibehên te de di çêre..

Va di koçeriyê de,em þal û þapekî Botanî ji te re dirêsim...

Û kum û kolozekî Hevêrkî amade dikim...

Li hêviya me be va em hatin.

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org