Qamiþlo ! Hêlîna Min

 Konê Reþ

- 1 -

Qamiþlo !

Hêlîna min:

Pêwîste bilivim, rê dirêje  ...  Oxir dijwar û çetîne û çend qunax mane, pêwîste em wan jî derbaskim berî xilmaþî û  razanê ...

Qamiþlo !

Dergehê benderan qepitandîne, û kilîtê nadin bê temen... Pêlên deryayê, dergehê rojên te vedikin û te dispêrin bahozê ... Tu bi tena xwe li ser piþta ba û babîsolkan siwar bûye û valabûnek kûr ... pir kûr te bi rex xwe ve dikiþîne, diþidîne û mîna dengekî dibîje :

- Vegere cihê ku tu jê hatiye ...

Çax û demên min nînin ku ez bi gavên xwe, katijmêrên rojên te vegerînim, ji ber ku  dem bibe wek çiya di navbera þahiya çûkên derya û þîn û xemgîniya  gemiyan de ...

- 2 -

Qamiþlo !

Pêdivîbû, ku min bi wan çend darên di hewþa xwe de, þahî bigeranda, ew darên ku ji nav daristanan revîyane û bi tev kul, êþ û xemên xwe ve,xwe li min girtine...  lê xuyaye her tiþt xwe amade dike ji koçkirinê re, ji ber ku dara jiyanê di nav pelpelûkên demsalan de dixindire ... û tu pencere di dîwarê reþahîyê de nemaye  ku kevokên berbangê bi rêka wan bifirn û xwe li ser wan darên bejin bilind deynin ... ew bejna ku kêf û ronahî bi ser min de dibaran,koçkiriye ..

Vê sibehê refên Hechecîkan barkirin,bi hêvîme ku vegera wan nêzîk be ...

- 3 -

Qamiþlo !

Min xurcezîn û zengiwê pesin, li ser piþta hesp, ber bi te ve þidandine û tev þivîlek û xaçerê li ser çiya vekirine, bejna temen jî bi nalîne, mîna xurrîna baranê ye...

 Heyamekî ji tîbûnê di ser me re derbasbûye ...

Ew zihabûn jî þûrê xwe di dêmê me de tazî dike, her ku em dixazin barê xwe deynin ...  lê ew çolistan her bi hewldane ku singên konê me rake û di nav rewrewkê de winda bike û nahêle ku em kirasê zivistanê li xwe bikin ... bi Têtî û Beraþeyan re ber bi reþewran ve bifirin ...

- 4 -

Qamiþlo !

Ezê rûbelekê ji dêmê deryayê bidizim û roja 12ê adarê li ser dêmê te yê birîndar bineqiþînim, berî ku xwîna te ya gerim ziha bibe, berî ku qêrîna girtiyan bibile,berî ku kenê zarokan di kolanên te de bê çilmisandin û di navtarên te de wida bibe ...

Qamiþlo !

Gelo ! çima her dem berî ku roj têkeve zerikê de, tu teqeze dike ku wê roj here ava ... ?? Ku wê serme berî çax û demên xwe bê, berî ku em li ser vî rûpelê deryayî Imze bikin ...?!

- 5 -

Qamiþlo !

Çima berî ku em dergehê berbangê derbas bikin, nîvro ji xwe re li siyekê digere û  nanekî gerim di navtarên te de ..? Çima berî ku roj têkeve xewa xwe ya giran de,  reþahiya þevê bi giraniya xwe ve,xwe di sînga asmanê ronahîya me de vedigire ...?? Çima vedigire hêlîna min..??!!