|
QÊRÎN
Û HAWARA MÎR BEDIR-XAN
Ez jî wek neferekî Botî, Cizîrî bejna xwe ji emîre Sînemxan keça
mîr Celadet Bedirxan re xûz dikim û bi çavekî dîrokî li vê hatina wê
a bajarê Cizîra Botan mêze dikim.. Li ser daxwaza þaredariya bajarê Cizîra Botan û serokê wê, birêz Aydin Budak, wekîlê þaredariyê birêz Ahmed Dalmiþ ku ziman rûmet e û rûmet ziman e... Li ser daxwaza xelkên Cizîrê, bajarê Cizîrê, û serboriya wê a dîrokî ku landika þaristaniyê ye... Li ser daxwaza þêxê nêçîrvanan mîr Mihemad û herdu pezkoviyên wê; Efno û Hejale û herdu binemalên dêrîn; Bêgo û Zeydîn... Li ser daxwaza Mîr Þeref û medreseya Sor… Li ser daxwaza meleyê Cizîrî û Selamayê… Li ser daxwaza Feqehê Teyran û Ava Dicle… Li ser daxwaza Ehmedê Xanî û Mem û Zînê… Li ser qêrîna mîr Bedirxanê Botî di Birca Belek de û Dîn dînê Xwedê ye, em tev birayê hevin û Peymana Pîroz... Ewê ku biyaniyan di derheqa wî de gotin: Bedirxan edalete û edalet Bedirxan e.. Li ser hawara Xelefê Þûvî û
Ez
xelefê Þûvî me
Ezdînþêr begê Botan e Xweyê
þûrê sedef im Haware mîro hawar
e Gel
eþîra þer dikim Deng,
dengê mîrê Botan e Ez
Xelefê kinik im
Haware mîro hawar e Xweyê
þûrê çirik im Ezdînþêr
begê Botan e Ez
Xelefê Botî me
Haware
mîro hawar e Ji
eþîra bi hevî me
Deng dengê mîrê Botan e…
Ez ne bawer im ku tu malbatan wek malbata Mîrê Cizîra
Botan, Mîr Bedirxanê Azîzî: 1802 – 1868, ji dil û can xebat û bizav
di ber gelê kurd de kiribin û tev malê xwe û canê xwe di ber de winda
kiribin. Her
û her daxwaza wan pêþxistina gelê kurd û bilindkirina navê Kurdistanê
bû.. Wiha wan Bedirxaniyan gelek komele û dibistan damezirandin, gelek
kovar û rojname weþandin, hem jî bi saya wan gelek navend û enstîtu ji
gelê kurd re hatine ava kirin. Piþtî koçkirina mîr Bedirxan di sala 1868 an de li Þamê,
kurê wî mîr Miqdad Medhet Bedirxan, li ser rê û þopa bavê xwe kir qêrîn
û gazî... Qêrîn û gaziya wî ji ya bavê wî bû. Di
roja 22ê nîsana 1898"an de, wî yekemîn Rojnameya kurdî li Qahîre
bi navê KURDISTAN weþand û di nav rûpelên wê de gazî û qêrînî
kurdan kir û got: ((Gelî
mîr û axano, kurmancino ! qenc bizanin, xwendin, ilm û marifet li dinya
û axretê rûyê mirov sipî dike …Niho zaroyên xwe bi elîmînin ilm û
marifeta. Hûn bi xulaqeta xwe þûcah û cesûrin. Hekê hûn bibin xweyî
ilm, hûnê ji dinê hemiya xurttir, dewlimendtir bin..)) Mîr
Miqdad Medhet Bedirxan, rojnameya " Kurdistan" jimar 4"Qahîre
1898.
Neviyê
mîr
Bedirxan jî,
mîr Celadet Ali Bedirxan:1893 - 1951, hêviyên bav û bapîrê xwe li erdê
nehiþtin, bi xwe re hilgirtin û hilanîn
û di ber wan de xebitî ta roja dawîn ji temê xwe. Wî jî di roja
15.5.1932 an de hejmara pêþîn ji kovarare xwe ( Hawar )a bi tîpên latînî,
li Þamê çapkir û di nav kurd û biyanyan de belavkir.. Wî jî, bi
Hawara xwe, qêrîn û gaziya bav û bapîrê xwe gîhand
kurdan û got: ((Hawar dengê zanînêye, zanîn xwenasîne, xwenasîn ji
mere riya felat û xweþiyê vedike. Hawara me berê her tiþtî heyîna
zimanê me dê bide naskirin lewma ku ziman þerta heyînê ya pêþîn
e…))
Mîr
Celadet Alî
Bedirxan,
Kovara Hawar, jimar,1 Þam,
1932. Hem
jî; ((
Malxerabo ! ma we ew çend wext nîne, ko hûn
ji bo hînbûna zimanê biyaniyan bi salane ve xebitîne, îro jî
dixebitin, ji bona ko bikarin _ fînfoneke _ derewîn bi lêv bikin.. Kuro
! Eybe, þerme, fihête, an hînî xwendin û nivîsandina bi zimanê
xwe bibin, an mebêjin em Kurdin, bê ziman Kurdîtî ji we ra ne rûmete,
ji me ra rûrewþiyek girane..
Heyf û xebînet û hezar mixabin, nemaze ji wan ra ko bi zimanên din
dizanin bixwînin û binivîsînin û alfabêya zimanê xwe hêç nas
nakin..)) Mîr
Celadet Ali Bedirxan, kovara Hawar, jimara, 27
Þam,1941 ((Heçî
em Kurd, me zimanekî delal heye û em pê diaxifin, piraniya me ji vî
zimanî pê ve bi tu zimanî nizanin. Bi
tenê divêt em hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin. Îro hînbûna
xwendin û nivîsandina zimanê mader ji bo her miletekî, êdî ne bi tenê
wezîfeke þexsî ye, lê wezîfeke milî ye jî. Heçî
bi vê wezîfê ranebûne, wezîfa xwe ya milî pêk neanîne û bi kêrî
miletê xwe ne hatine. Ji bona ko mirov bikare xwe ji miletekî bi hesibîne,
divêt ko bi kêrî wî bê..)). Mîr
Celader Alî Bedirxan, Kovara Hawar, jimar: 40 Þam,1942 An
jî; ((Bavo li dinyê
ji me kêmtir kes nemaye, heçî milet hene
tevde bûne dewlet û hikûmat, xwedan kitêb û dibistan. Bi tenê em miletê
kurd bi þênde mane, reben, feqîr, Nezan, belengaz di destê xelkêde lihîstok…Xelkê
hevsarê me kiriye destê xwe li gor kêf û menfîeta xwe, berê me ji
bakur dide nîvro, ji rojave dide rojhilê, ji lewra divêt em jî
bixebitin, xelkê xwe hînî xwendin û nivîsandinê bikin, vî miletê
belengaz ji tariyê xelas bikin, berê wî bidin tav û ronahiyê… ) Mîr
Celadet Bedirxan, kovara" Roja Nû " jimar "1" Beyrût,
1943 De
werin em ê li vê Qêrîna mîr Bedirxan mêzebikin û pêlekê di
nav komele, dibistan, kovar û rojnameyên ku zarok û neviyên wî, xwe di
ber wan de westandine mijûl bibin: A.
Komele: 1
- Kurd teawin û tereqî cemiyetî: Ev yekemîn komeleya kurdî ye ku tê damezirandin; yek ji hîmdarên
wê yên sereke Emîn Alî Bedirxan bû, ev komele di sala 1908an de li
Stembolê hatiye vekirin. 2
- Komeleya "Kurd teþkîlat ictîmaiye cemiyetî: Hîmdarên
vê komeleyê xurû Bedirxanî bûn, ev komele di sala 1911-1910an de li
Stenbolê vebûye. 3
- Komeleya "Kurd neþrî mearif cemiyetî": Yek
ji hîmdarên vê komelê Mîr Ebdirehman Bedirxan bû, ev komele di sala
1910an de li Stenbolê hatiye damezirandin. 4
- Komeleya "Gihandin":
Komeleya
kurdî ya rewþenbîrî bû ji bo belavkirina zanînê, ev komele di sala
1912an de li bajarê Xoyê li Kurdistana Îranê, ji rex Mîr Ebdirezaq
Bedirxan ve û bi alîkariya Simko Axa Þikakî hatiye vekirin. 5
- Komeleya "Kurdistan Îstiqlal komîtesî": Ev
komele di sala 1920an de li Qahîre ji rex Mîr Sûreya Emîn Alî Bedirxan
ve hatiye damezirandin. 6
- Komeleya "Xoybûn": Ev
komele di sala 1927an de li Beyrûtê hatiye damezirandin, yek ji hîmdar û
serokên wê Mîr Celadet Bedirxan bû. 7
- Komeleya "Dostaniya Kurd û Ermeniyan":
Ev
komele di sala 1914an de li Sant Peteresborgê ji rex Mîr Ebdirezaq
Bedirxan ve hatiye ava kirin. 8
- Civata alîkarî ji bona belengazên Kurdan li Cizîrê:
1
- Dibistana Stenbolê: Ev
dibistan di sala 1910an de li Stenbolê ji rex Komeleya "Kurd neþrî
mearif cemiyetî" û "Komeleya Kurdî ji bo belavkirina zinînê"
hatiye vekirin, bi alîkariya diravî ji Mîr Ebdurehman Bedirxan û rêvebiriya
wî. 2
- Dibstana Xoyê: Ev
dibistan di sala 1913an de li Rojhilatê Kurdistanê, bajarê Xoyê, ji rex
Mîrê þehîd Ebdirezaq Bedirxan ve û bi alîkariya Simko Axa Þikakî
hatiye vekirin. 3
- Dibistana Teblîsê: Ev
dibistan di sala 1929an de li bajarê Teblîsê ji rex Mîr Kamil Bedirxan
ve (1934-1872) hatiye vekirin. 4
- Dibistana Beyrûtê: Ev
dibistan di sala 1943an de ji rex Mîr Dr. Kamîran Bedirxan ve li Beytrûtê
ji bo fêrbûna zimane kurdî ji miþextî û sirgûnkiriyên li Libnanê
hatiye vekirin. 5
- Dibistana Þamê: Di
salên 1930î de di ber weþandina kovara Hawarê de, Mîr Celadet Bedirxan
dibistanek li Þamê vekiribû bi navê dibistana (Kurdistan). Ev dibistan
li taxa Kurdan bû, nêzîkî mala Xalid Bekdaþ. Hêjayî gotinê ye ku wê
hingê bi saya Mîr Celadet çend dersexane û dibistan li Cizîrê jî vebûn
wek: Tilþiîrê, Talikê, Qeremanê û Endîwerê. 6
- Beþê kurdî di Instîtuya Rojhilatnasan li bajarê Saint Petersburgê: Ev
beþ bi saya þehîd Mîr Ebdirezaq Bedirxan hatiye vekirin. Mîr Ebdirezaq
Bedirxan (1918-1864) di sala 1918an de ji rex waliyê Mûsilê Silêman Nezîf
ê kurd ve hat bi dar vekirin û ew di goristana biyaniyan de hatiye veþartin. 7
- Instîtuya Kurdî li Parîs: Di
sala 1974 an de, Mîr Dr. Kamîran Bedirxan Komeleya
"Frensa-Kurdistan" ava kiribû, ji dostên vê komeleyê gelek rewþenbîrên
bi nav û deng hebûn, wek: Jean Paul Sartre, Sîmon Dîbavor, Maxime
Rodinson û gelekên din. Piþtî koçkirina Mîr Dr. Kamîran Bedirxan di
sala 1978an de û hatina partiya sosyalîst a fransî li ser hûkm di sala
1981ê de, rê li ber komeleya (Fransa-Kurdistan ) hat vekirin ku bibe Instîtuya
Kurdî û wiha Instîtuya Kurdî li Parîs hat vekirin, ew jî bi saya Dr.
Kamîran Bedirxan. 8
- Komeleya xeyrî ya kurdî li Beyrûtê: Ev
civata xeyrî di sala 1968an de li Beyrûtê bi saya peywendiyên Mîr Dr.
Kamîran Bedirxan û dostaniya wî bi malbata (Elsulih) re hat vekirin. Ev
instîtu ji berî çend salan ve hatiye vekirin, yek ji hîmdarên vê instîtuyê
yek ji neferên malbata Mîr Bedirxan e, þaxê Yezdan Þêr, navê wî
Seyfidî ye. 10
- Civata Selahedîn Eyûbî li Emmanê (Urdin): Yek
ji hîmdarên vê civetê jî Selîm Bedirxan e, ew jî ji neviyên Yezdan
Þêr e. Dawî
hêjayî gotinêye ku bi saya Mîr Dr. Kamîran Bedirxan gelek komeleyên
dostaniyê di navbera gelê kurd û yên ewropî de hatine ava kirin. Hem jî
Dr. Kamîran Bedirxan di Þoreþa Êlonê de wek nûnerekî bû ji þoreþê
re li Ewropa û bi navê þoreþê û Berzaniyê nemir diaxivî. C.
Kovar û Rojname: 1
- Kurdistan (1898): Rojnameyeke
15 rojî bû, cihê weþandina wê ji hejmara 1-5an li Qahîra bû, xwediyê
wê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan bû, hejmarên mayî ji 6-31ê xwediyê wan
Mîr Ebdirehman Bedirxan bû, birayê Mîr Miqdad, cihê weþandina wan ji
6-19 an li Cinêvê çap bûne; ji 23-20an jî careke din li Qahîra çap bûne;
hejmara 24an li Londonê çap bûye; hejmarên 29-25 li Folkostonê û herdu
hejmarên dawîn li Cinêvê çap bûne; hejmara 1ê di 22ê nîsana 1898an
de derçûye û hejmara dawîn (3 ) di 14 ê nîsana 1902an de. 2
- Omîd (1900): Rojnameye
15 rojî bû, cihê weþandina wê li Qahîra bû, xwedî û berpirsyarê wê
Mîr Mihemed Salih Bedirxan bû( 1915 _ 1874), hejmara ( 1 ) ê di êlûna
1900 î de çapbûye. 3
- Kurdistan (1908): Rojnameyeke
kurdî û tirkî bû, cihê weþandina wê li Stenbolê bû, xwedî û
berpirsyarê wê Mîr Sûreya Bedirxan (1938-1883), an Ehmed Sûreya Emîn
Alî Bedirxan bû, hejmara (1) ê di sala 1908an de, ya dawîn di 13ê nîsana
1909an de derketiye. 4 - Kurdistan (1912): Kovareke
kurdî û tirkî bû, cihê weþandina wê li Urmiya bû, xwedî û
berpirsyarê wê þehîd Mîr Ebdirezaq Bedirxan bû; hejmara (1)ê di sala
1912an de çap bûye; ya dawîn di sala 1914an de; di sala 1913an de piþtî
ku Mîr Ebdirezaq çûye Saint Petersborgê, Simko Axa bi berpirsyariya wê
rabûye. 5 - Yekbûn (1913): Rojnameyeke
kurdî û tirkî bû, di hefteyê de du caran dihat weþandin; cihê weþandinê
Stenbol bû; di sala 1913an de hejmara (1) ê derketiye; xwedî û
berpirsyarê wê Mihemed Salih Bedirxan bû, bavê Xanim Rewþen Bedirxan. 6
- Jîn (1916): Kovareke
15 rojî bû; bi kurdî û tirkî bû; cihê weþandina wê li Qahîra bû;
di sala 1916an de derketiye; xwedî û berpirsyarê wê Mîr Sûreya
Bedirxan bû. 7
- Hawar (1932): Kovareke
kurdî û fransî bû; her 15 rojan derdiket; cihê weþandina wê Þamê bû;
hejmara (1) ê di 15ê gulana 1932an de derketiye, ya dawîn (57) di 15ê
tebaxa 1943an de; xwedî û berpirsyarê wê Mîr Celadet Alî Bedirxan bû;
yekemîn car li ser rûpelên vê kovarê kurdiya bi tîpên latînî hatiye
bi kara nîn, û ji wê hingê ve Kurd bi kurdiya latînî dinivîsînin. 8 - Ronahî (1942): Kovareke
mehane bû, xurû bi kurdiya latînî bû; hejmara (1) ê di 1ê nîsana
1942an de derketiye; xwedî û berpirsyarê wê Mîr Celadet Alî Bedirxan bû. 9 - Roja Nû (1942): Rojnameyeke
hefteyî bû, bi kurdî û fransî derdiket; cihê weþandinê li Beyrûtê
bû; hejmara (1)ê di 3ê gulana 1943an de derket, hejmara dawîn (73)an di
nîsana 1946 an de; xwedî û berpirsyarê wê Mîr Dr. Kamîran Alî
Bedirxan bû. 10
-
Stêr (1943): Rojnameyeke xurû bi kurdiya latînî bû, wek zêdeya Roja Nû
bû; cihê weþandinê li Beyrûtê bû; hejmara (1) ê di çileyê berê
de, sala 1943 an de derketiye, hejmara dawîn (3)an di 22ê çêrya berê
de, sala 1945an de derketiye; bitenê 3ê hejmar ji vê rojnameyê hatin weþandin;
xwedî û berpirsyarê wê Mîr Dr. Kamîran Bedirxan bû.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org