|
21ê Sibatê, Roja Zimanê Zikmakî Ye
Konê Reþ Qamiþlo 16.02.2010
Roja 21ê Sibatê 2010, roja Zimanê Zikmakî yê Navneteweyî ye. Di
vê rojê de þahî ye. Xwendevan, mamosteyên wan, dê û bavên wan,
govendan digirin û vê rojê bi dilþadî pîroz dikin. Zimanê
zikmakî mafek mirovane ye. Ziman nasnameyê çêdike. Em bêyî
zimanê dayîka xwe nikarin jîyaneke bi wate û birûmet bijîn.
Profesor Maria Borgström (1998), dibêje; mirov nikare bê nasnameya xwe, jîyaneke
bi wate û birûmet bijî. Li gorî wê mirov nikare bêyî nasnameya xwe
bijî. Nasnameya mirovî hebûneke birûmet e û ew rûmet di ziman de ye.
Di sala 1999an de roja zimanê zikmakî ji aliyê UNESCO (FN) ve
hate pejirandin û bû roja zimanê zikmakî yê navneteweyê. Ev roj tê
wateya ku mirov bi qebûlkirina mafên ziman yên kesên dî dibe hevdem û
nûjen. Nasnameya nûjen ew e, ku mirov nasname, kultur û tradîsyonên
cuda wekî yên xwe dibîne û diparêze.
Di derbara vê roja zimanê zikmakî de UNESCO (NY) dibeje: ”mafê
her zarokî/ê heye ku bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bibe û divê
kes nikaribe vî mafî jê bigire. Divê di her civakê de ev maf hebe û rêliber
vebike ji bo pirdengînî û pirkulturî û ev daxwazên hêja dê bibine
bingeha paþeroja me.” Ev roja pîroz her sal li welatên ku
endamên Yekitîya Ewrûpayê ne, bi çalakîyên pirdengînî û pirrengî
ve tê pîrozkirin. Ligorî zarokkonvensîyona NY, mafên gelên
kevnar heye ku bi zimanê xwe (bend, 28, 29, 30), çand (bend 31)
û nasnameya xwe nas bike (bend 8.) Benda zarokkonvensîyonê
ya 7an tê wateya ku mafê herkesî heye ku ligorî dilê xwe, navekî
li zarokê/a xwe bike. Yanî mafê her kurdekî heye navek kurdî
li zarokê/a xwe bike. Divê navên eslî yên berê bên parastin û
serrastkirin.. Benda 22an qala parastina mafên zarokên penaber
û cîhîþtîyan dike. Zarokên me yên ku di vê rewþê de pir
in… Kirinên nijadperest ên ku li welatê me hatine kirine,
werin serrastkirin… Gelê
kurd yek ji neteweyên herî kevn ê Rojhelata Navîn e. Wekî Tirk,
faris û ereb, mafê xwe jî heye ku qedera xwe bi destê xwe tayîn bike û
li ser axa xwe serbest û azad bijî. Konvensîyona NY (FN), benda 8an tê
wateya ku nasnameya zarokî/ê pir girîng û mafê wî /wê heye ku xwedî
li nasnameya derbikeve û wê biparêze. Di
sala 1953an de UNESCO li ser girîngîya perwerdeya zarokan bi zimanê
zikmakî radiweste û dibêje: “ Divê her zarok bi zimanê xwe, zimanê
zikmakî(zimanê malê) perwerde bibe(UNESCO, 1953: 86).
Biryara Konseya Ewrûpayê di derbara girîngîya zimanê zikmakî
de, di roja 17-11.1999ê de çêbû. 21ê sibata 1999ê de, di têkoþîna
ji bo bikaranîna mafê zimanê zikmakî qonaxeka girîng e. Lewma Unescoyê
ev roj pejirand wek roja zimanê zikmakî.
Li gorî Unesco'yê ji 6000 zimanan, 199 ziman ji aliyê 9-10 kesan
ve tê peyvîn û bi qasî 200 zimanên dî jî, ber bi mirinê ve diçin.
Windebûna zimanan zirarê dide mirovahîyê. Armancên
Konseya Ewrûpayê jî ev in: 1. Girîngîya
zimanê yekemîn û rola wî ji bo zimanê duyemîn û sêyemîn. 3. Di
demokratbûna her civakekê de, mafê perwerdeya zimanê zikmakî girîng tê
dîtin. 4. Girîngiya
hînbûna zimanê zikmakî, zimanê malê ji bo aþitî û kêmkirina gelþ
û problemên civakî. 5. Þagirt
bi perspektîveka berfireh li mijaran mêze dike û dibe xwedîyê kultureka
berfireh. 6. Pêþveçûna
teknîkên nûh di warê ragihandina elektronîkî de jî, zimanek bi serê
xwe, zimanekî bi tenê têr nake û pirzimanîbûna þagirt/ê gelek deriyên
nûh ji bo wî/wê vedike. Çavkanî:
Serbestî, Maruf Yilmaz, 21ê Sibatê
Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî ye, 11-02- 2010 Berhevkirina:
Konê Reþ Qamiþlo,
16.02.2010
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org