|
Di
roja (26/11/2006) an de Dr. Celîlê Celîl derbasî 70 saliya xwe dibe
Konê Reþ
Wek ku diyare, Kurdistan bi çiyayên xwe, hem jî bi þoreþ û
serhildanên xelkên xwe navdar e...Û tevî qedexebûna zimanê kurdî, perçebûn
û bindestiya gelê kurd, gelek lehengên bi nav û deng, di warê nivîsîna
bi zimanê kurdî, hunandina helbestê, danheva folklor û weþandina kovar
û rojnameyan de di nav gelê kurd de hatine xuya kirin...
Eger Bedirxanî di vî warî de ji pêþengan têne jimartin, belê
gelek malbatên din jî hene, wan jî di bin þert û mercên çetîn û
dijwar de li ber xwe dane û navê xwe bi mêranî di dîroka ferhenga kurdî
de nivîsandine. Mirov dikare ji wan malbatan malbata Casimê Celîl jî bi
nav bike; Ev malbata Kurd, bi ola xwe Êzîdî, di sirgûnê de, 70 salî bi
berdewamî xizmet di ber ziman, dîrok, zargotin, çand û medya kurdî de
kiriye..û hejî neferên wê, bi berdewamî di vê kêferatê de li ber xwe
didin..
Mebesta min ji van gotinan; Eve ku di 26/11/2006 an de Dr. Celîlê
Celîl yê ku yeke ji vê malbatê derbasî temenê xwe yê 70 salî dibe Evê
ku bi dehan pirtûk li dor kêþeya gelê xwe nivîsandine, bi sedan gotar
belav kirine û bi hezaran çîrok, çîvanok, metelok, yarî û lîstikên
folklorî ji windabûnê parastine, dane hev û çapkirine ...
Ji mafê wiye ku em di saxiya wî de, vê 70 saliya wî lê pîroz
bikin, û em pêre beþdariya vêxistina
70 mûmî bibin û pêre jî, wan mûman bi temirînin..Di gel ku em
jiyaneke xweþ, geþ û dirêj di bextiyariyê de jêre bixwazin. Konê
Reþ
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org