|
|
Rojnamegeriya
kurdî
li
Rojavayê Welat Çilo Destpêkir?!
Di 110 Saliya Rojnamegeriya
Kurdî De Û Di Yadîvegera 40 Saliya Jidayîkbûna
Yekemîn Kovara Kurdî Di Nav Kurdên
Binxetê De Bi Navê (Gulîstan: 1968)
Konê
Reþ
- Destpêk:
-
-
Bêguman destpêka wêjeya Kurdî ya nivîsandî, ji weþandina
rojnameya dayik(Kurdistan:1898) vedigere, ewa ku mîr Miqdad
Bedirxan di sala 1898 an de li bajarê Qahîre/Misrê di weþand, ku
em wan nivîsên mele Mehmûdê Beyazîdî û Eskender Jaba dûrî vê
mijara xwe bikin. Ji wê hingê ve zimanê kurdî bûye zimanê nivîsandina
pexþanê...
-
Eger di dawiya çerxê 19an û destpêka çerxê 20an de, hin nivîsandinên
bi zimanê kurdî di wîlayeta Mêrdînê de hatbin nivîsandin, bêguman,
ew nivîsandin wê di nav rûpelên kovar û rojnameyên Xirîstyanan de
bin (Wiha tê gotin lê hêj me ew nivîsandin ne dîtine). Û dema em
dibêjin wîlayeta Mêrdînê, ango kurdên Binxetê, ji ber ku di wî
heyamî de, piraniya kurdên Binxetê bi ser Mêrdînê ve bûn...Lê ya
ku em pê zanin, di heyamê weþandina rojnameya (Kurdistan:1898-1902)
de, pêwendiyên xelkên Mêrdînê bi xwediyê wê rojnameyê re hebûn,
Nemaze; ew kesên ku di wê hingê de wek rewþenbîran di nav gel de
dihatin naskirin mîna; Þêx, mela û Feqeyan..Ango xelkên Mêrdînê(Binxetê),
ji mêj ve xwedî giyanekî ragihandinî ne...
-
-
Di salên 1915-1925an de, buhiþtî Husên Hiznî Mukiryanî çapxaneyek
ji Elmaniya anî Helebê û lê saz kir, hem jî pê
çend kovar û rojname weþandin..Ta ku di sala 1925 an de ji
Helebê barkir û çû Rewandûzê..
-
- Dema
ku mirov li pêvajoya rojnamegeriya kurdî vegere û berpêl bike, hingê
wê jê ve xweþ diyar bibe ku, lehengên rojnamegeriya Kurdî di rojên
xwe de pêrgî gelek asteng û kelemên dijwar hatine. Wan lehengan di
pey rojnameya Kurdistan a Dayik re, bi taybetî piþtî meþrûtiyetê
ev kovar û rojname li Kurdistana bakur weþendine wek; Kurd Teeawin
we Tereqî Xezetesî:1908, Rojî Kurd an Hetawî kurd:1913, Jîn: 1918..Her
wiha li Kurdistana baþûr jî Bangî Kurd: 1914, li Kurdistana
Rojhilat jî Kurdistan:1912 û li kurdistana Rojava Gulistan:1968
û ji wan lehengan; Bedirxanî.
-
- Ji kovar û rojnameyên
Bedirxaniyan li Sûriye û Libnanê:
- Hawar:
Xwedî û berpisyarê wê Mîr Celadet Bedirxan bû. Bi saya vê kovarê,
yekemîn care ku zimanê Kurdî bi tîpên
latînî berdest dibe. Hejmara pêþîn ji vê kovarê di 15 gulana
1932an de hatiye weþandin, hejmara dawîn(57) di 15 tebaxa 1943 ande
derketiye. Ev kovara li
bajarê Þama þerîf di hat çap û weþandin û li nav Kurdên Cizîrê,
Efrînê, Zaxo, Hewlêr, Rewanê,Karmanþahê û heta Mûsil û Bexdayê
belav dibû..
- Ronahî:
Di sala 1942 an de, Mîr Celadet Bedirxan, kovareke din di bin navê
RONAHÎ de, xurû bi kurdiya latînî, li Þamê weþand û di nav
Kurdan de bi belav kirin da. Naveroka kovarê xurû bi kurdiya latînî
bû. Ev yekemîn care di dîroka rojnamegeriya kurdî de ku kovar bi wêne
têne weþandin. 28 hejmar ji vê kovarê hatine weþandin, hejmara dawîn
28 di sala 1945 an de derçûye.
- Roja
Nû: Di sala 1943 an de mîr. Dr.Kamîran
Bedirxan jî li Beyrûtê, rojnameyek bi navê ROJA NÛ di weþand û di
nav kurdên sûriyê û libnanê de belav dikir..Ji vê rojnameyê 73
hejmar hatine weþandin..Ev rojnameye jî xurû bi kurdiya latînî bû,
di gelku beþekî fransizi ji tede hebû..Ev rojnameye jî bi berhemên
nivîskarên kovarên Hawar û Ronahi ye di hat xemilandin..hejmara pêþîn
di 3ê gulana 1943 an de derketiye, hejmara dawîn 73 di 27 ê gulana
1946 an de derketiye.
-
- Stêr:
Ji bo zanînê, hêja ye em bêjin ku Mîr. Dr. Kamîran Alî Bedir-Xan
rojnameyeke din jî bi navê "Stêr" di sala 1943 an de li
Beyrûtê çap û belav kiriye, ango ji berî 65 salî ve. 3ê hejmar ji
vê rojnameyê hatine çap û belav kirin, hejmara pêþîn ( 1 ) di
meha çileyê berê de 1943an, hejmara (2 )an di meha sibata 1944an de,
hejmara (3)an û dawî di 22ê çêrya berê de sala 1945an, ango her
salekê hejmarek hatiye çap û belav kirin. Dibêjin ku ev rojname wek
zêdeya rojnameya "Roja Nû" bû.
-
- Rojnamegeriya
kurdî li Rojava Çilo Destpêkir?!
-
Belê gelek kelem û asteng di pêþiya kovar û weþangeriya bi
zimanê kurdî de li Rojava hatine danîn. Nexasim piþtî ku Firensî
ji sûriyê hatine deranîn di sala 1946an de. Ji wê hingê ve zimanê
kurdî qedexe ye, nivîsandina bi zimanê kurdî qedexe ye, ta ku nivîsandinên
bi zimanê erebî li ser kêþeya kurdî qedexe ye..Û wiha ev qedexebûn
berdewame ta toja îro..
-
Lê tevî van qedexeyên dijwar rewþenbîrên kurd li Rojava li
ber xwe dane, ji desthilanîn neketine û di navbera salên1954 û 1956
an de çend pirtûkên bi zimanê kurdî û yên bi zimanê erebî li
dor kêþeya gelê kurd di nav kurdên Rojava de çap û belav kirine
wek: dîwana Apo Osman Sebrî(Bahoz)û (Derdên me), di gel Elfabeya wî
a tekûz, hem jî pirtûka (Çend rûpel ji wêjeya kurdî) ya rehmetiya
Rewþen xanim Bedir Xan û di sala 1958 an de dîwana melayê Cizîrî
weþandine. Di wan salan de jî bîranînên Dr.Nûrî Dêrsimî li
Helebê capkirine û di heman kat de hatiye qedexe kirin, di gel dîwana
Cegerxwîn ya duwemîn..û wiha heyamekî bêdengiyê di wan çend salan
re di ser weþangeriya kurdî
re derbas bûye. Ev hewildan tev ji rex þagirtên kovara Hawarê ve
hatine kirin wek: Nûreddîn Zaza, Osman Sebrî, Cegerxwîn, Rewþen
xanim Bedirxan û hin kurdperwerên bîrewir wek: Reþîd Hemo, Hemîd
Derwêþ, Mihemed Alî Xoce, Xelil Mihemed.. ta ku di roja 14/06/1957 an
de Partî Demoqrat a kurd li Sûriyê (P.D.K)hatiye
damezirandin.
Vê partiyê
di sala 1960 de, rojnameya Dengê Kurd
bi kurdiya Latînî diweþandin. Mixabin çendî min pirsî û xepart ku
hejmarekê jê bibînim, lê min nedît..li gor ku min ji mamoste Hemîd
Derwêþ pirsî, wî got: di serê sala 1960 de me Dengê Kurd bi
kurdiya latînî diweþand, tê bîra min; Dr. Nûreddîn Zaza gotarekî
Maw Tisî Tong, ji Fransî wergerandibû kurdî bi navê ( Serberdayetî)
têde belav kiribû..Li gor ku ji min re got, ev rojname (Dengê Kurd),
ji rex komîta navendî a P. D.K di navbera salên 1960 û 1963 an de
derketiye, û ji kesên ku têde dinivîsandin ev bûn; Dr. Nûreddîn
Zaza, Osman Sebrî, Reþîd Hemo, Cegerxwîn û Hemîdê Derwêþ..
-
- Cegerxwîn
û kovara Gulîstan:
-
Piþtî vê qûnaxê, rola pênûsên kovara Hawarê tê. Ewên
ku naveroka kovara Hawarê bi nivîsên xwe di xemilandin û wek þagirtên
mîr Celadet Bedirxan têne naskirin mîna: Cegerxwîn, Osman Sebrî,
Qedrî Can, Dr. Nûrdîn Zaza, Mele Ehmed Namî û Reþîdê Kurd
û gelek kesên din..
-
Lê mixabin, piþtî ku kovara Hawar û Ronahî hat
rawestandin, gelek kesan ji wan rewþenbîr û helbestvanan, dûrî
karê wêjeyî ketin û dest bi karê siyasî kirin..Hina ji wan, ji ber
tirsê û qedexebûna zimanê kurdî û hina ji ber feqîrtiyê û ji bo
bidestxistina gepa nanê rojê dûri ferheng û wêjeyê kurdî ketin..
-
Lê Cegerxwîn, ji ber akama êþ û birînên miletê xwe, bi
berdewamî di afirandina xwe de kar kir û bi wêrekbûn, bê tirs û bê
saw meþiya.
-
Di sala 1968 an de seydayî Cegerxwîn hewlda xwe ku wê valahiya
rawestandina kovara ( Hawar û Ronahî ) yê dagire û wiha piþtî 23
salan ji bêdengiyek wek mirinê di ser zimanê kurdî re, dest bi weþandina
kovareke xurû kurdî, bi tîpên latînî kir, bi navê ( Gulîstan
).
-
Li ser weþandina Kovara Gulîsan min di roja 07/04/2008an de min
ji bi mamoste Hemîdê Derwêþ, sekretêrê Partiya Dîmoqratî pêþverû
Kurdê Sûrî pirsî, yê ku Cegerxwîn endamekî vê Partiyê bû, birêz
Derwêþ wiha got; Cegerxwîn
doza weþandina kovareke kurdî bi
navê Gulîstan kir, hingê min got bela nav Stêr
be, lê Cegerxwîn razî nebû û wek xwe kir, wî kovara Gulîstan diweþand,
me wek Hizib her tiþt jêre amade kir, dektîlo, kaxet.. me gelekî
guhdida ziman...Kekê di
wan salan de em di rewþeke zor dijwar derbas dibûn..
hevalên me dizindanan de bûn, em revyayî bûn ew derfeta xweþ nebû..me
dixwest em gelek tiþtan bikin..
- Gulîstan:
Li ser bergê hejmara Dawîn(37), Sibat 2008, pênasîna kovarê wiha
hatiye nivîsandin: Kovarek Wêjeyî û Civakî ye, Lê li ser
bergên hejmarên pêþîn manþêta pênasîna kovarê wiha hatiye nivîsandin;
Kovarek toreyî û edebî ye. Hem jî Kovarek Torevanî û
Civakî ye !. Hem jî ev gotina Cegerxwîn li ser tev hejmaran heye,
kevin û nû:
- Ev kovar kovara te ye
- Ev bax û gulîzara te ye
- Têde darek xweþ
biçîne
- Ev dar nivîsara te ye.
- Piþtî
koçkirina seydayê Cegerxwîn, ev manþêt li ser tev hejmaran tê nivîsandin:
-
((Di sala 1968 an de Cegerxwîn kovara Gulîstan
damezirandiye û bûye berpirsyarê wê)).
- Hejmara
pêþîn ji vê kovarê di meha nisana sala1968 an de hatiye weþandin,
serkêþiya wê seydayê Cegerxwîn dikir. Hejmarên pêþîn ji 12 rûpelan
ta bi 24 rûpelan bûn, li ser pêlên A4, bi bi ronyo dihat kiþandin..Naverok
bi helbestên Cegerxwîn dihat xemilandin. Hejmara dawîn( 37 ) ji vê
kovarê di sibata 2008 an de deketiye.
- Piþtî
koçberiya Cegerxwîn ber bi Swedê ve, ev kovar ketiye nav gelek destan
de, di pey Cegerxwîn re mamoste Ezîzê Dawê bi kar û barên wê rabûye,
piþtî çend salan, rehmetî Ferhadê Çelebî ev kovar bi rengekî nû
weþandiye, di pey Ferhad re, mamoste Salihê Heydo bi berpirsyariya
cend hejmara rabûye û roja iro wek ku ez dizanim, mamoste Selmanê Osê
berpirsyariya vê kovarê dike..
-
- Hesen
Hiþyar û kovara Agahî: Dibêjin; ev
kovar di navera salên
1966-1985 an de, ji rex Mele Hesenê
Kurd ( Hesen Hiþyar) ve hatiye weþandin, kovareke Siyasî, edebî, dîrokî
û serbixwe bû.. 19 hejmar jê hatine çapkirin. Belê ne min û ne hevçerxên
wî, ev kovar dîtine, min ji gelekan pirsî kesî bersiv neda min..!!
Gelo! wî ev kovar ji xwe tenê re dinivîsand?!! Nivîskar Dilawer Zengî
dibêje ev kovar hebû...
- Gelawêj:
Kovareke çandî û torevanî ye. Ev kovar jî di sala1979 an de, di bin
þîretên Osman Sebrî de derketiye.
Wek ku diare ev kovar a Partiya Demoqratî kurdî (Alpartî) ye.
Ji destpêkê ve serkêþên wê, mele Tahir û Mecîdê Haco bûn, vê
paþiyê ket nav destên gelek kesan de.. Navê wê ji Gelawêja kurdên
Îraqê hatiye standin. Hejmara pêþîn di sala 1979an de derketiye,
hejmara dawîn ( 33) di sala2007 de derçûye. Gelek hejmarên zozo ji vê
kovarê hatine weþandin. Ev kovar jî di destpêkê de li ser pelên A4
bi ronyo dihat kiþandin, naverok qels û lawaz bû...Hêjaye gotinê ku
Alpartî, çend belavokên din diwþîne wek: Jîn li Þamê, Azadî li
Helebê û Roj a mehane li Cizîrê, ku hejmara eva dawîn(90) di bihara
2008 an de derketiye.
- Stêr:
Kovareke wêjeyî û çandî bû. Ev kovar jî di Newroza 1983 an de, ji
rex baskekî tevgera kurdî, bi navê Hevgirtina Gel ve dihat weþandin.
Hejmarên wê yên pêþîn, ewên ku mamoste Rezo Osê û Zagrosê Haco
bi berpirsyariya wan radibûn, têra xwe zengîn û dewlimend bûn, lê
hejmarên vê paþiyê hatine derketin, qels û lawaz bûn. Hejmara
dawîn 25 di di sala 1994 an de derçûye. Ew jî
wek kovarên din li ser pelên A4 bi ronyo di hat çap kirin. Niha
rawstiya ye.
- Xunav:
kovareke toreyî û wêjeyî bû, ew jî, ji rex baskekî tevgera kurdî
ve dihat weþandin(Partiya demoqrat a Kurd a Sûrî). Hejmara pêþîn
di sala 1986 an de derketiye, hejmara dawîn (19) di sala 1995 an dederçûye.
Niha rawestiya ye.
- Gurzek
Gul: Ev kovar çendeyî, folklorî û
serbixwe bû, hejmara pêþîn di serê adara 1989 an de derketiye,
hejmara dawîn15 di bihara 1992 an de derketiye. Xwediyê wê Kone Reþ
û Abdulbaqî Huseynî bûn, vêpaþiyê ji hev veqetiyan Konê Reþ bi
tena xwe berpirsyariya her çend hejmarên dawîn kir, û Abdulbaqî di
gel Ferhadê Çelebî kovara Zanîn weþandin. Niha rewstiya ye.
- Zanîn:
kovareke torevanî, çandeyî û serbixwe bû. Hejmara pêþîn (1)di tîrmeha
1991 ê de derketiye, hejmara dawîn(12) di di sala 1997an de derketiye,
Xwediyên wê; Ferhadê Çelebî û Abdulbaqî Huseynî bûn. Niha
rawestiya ye.
- Aso:
kovareke serbixwe ye, li ser berga wê wiha hatiye nivîsîn: Bendewariyê
bi dahênan û afirandinên kurdî dike. Ji hejmara (1)ê ta bi hejmara
(4) an di bin berpirsyariya van kesan de derdiket: Siyamed Ibrahîm,
Hefiz A. Rehman û A. Salam Darî, lê ji hejmara(5) ve bi tenê Siyamed
Ibrahîm berpirsyariya wê kiriye û ta roja îro. Hejmara pêþîn ji vê
kovarê di 01/08/ 1992 an de derketiye, hejmara dawîn(14) di Payiza
2007 an de derketiye. Xwediyê wê Siyamend Ibrahîm e. Jêder: Siyamed
ibrahîm
- Pirs:
kovareke rewþenbîrî, serbixwe ye, ew jî a baskekî tevgera kurdî
ye, bi navê Yekîtî. Hejmara pêþîn(1) di sala 1993 an de derketiye,
hejmara dawîn(41), di bihara 2008 an de derketiye, hej berdewame..Di
baweriya min de, ev kovara herî tekûze di nav kurdên Rojava de ku bêtir
bi rêk û pêk derdikeve.
- Bihar:
Hejmara pêþîn (1)
ji vê kovarê di sala 1994 an de, di bin siya
hin rêxistinan de, bi navê(Hevgirtin) deketiye. Di sala 1996 an de,
biryar hatiye standin ji rex Hevgirtin ve, ku kovarên wan rêxistinan yên
bi kurdî tevlî kovara
Bihar bibin, wek: Gulistan, Gelawêj, Stêr û Xunav û Zanina serbixwe,
lê vê paþiyê piraniya wan rêxistinan ji vê biryarê vekiþiyan û
careke din kovarên xwe yên rexistinî weþandin..û wiha kovara Bihar
di hejmara 6 an de sala 1998 an rawestya...û êdî nema derket.
-
- Rojda:
Hejmara pêþîn ji vê kovarêdi sala 1997 an de derketiye, hejmara dawîn
20 di sala
2002 de derketiye.
- Roj:
kovareke çandî bû, ji rex Partiya Sosyalîst ve dihat weþandin,
hejmara pêþîn di sala 1991 êde derketiye, hejmara dawîn14 di sala
2001ê de derketiye.
- Jîn:
kovareke nîv kurdî û nîv erebî ye, a baskekî tevgera kurdî ye. Hejmara
dawin 102 di sala 2007 an de derketiye.
- Zevi:
Kovareke edebî bû, hejmara pêþîn ji vê
kovarê di sala 2000î de hatiye çapkirin, çend hejmar jê hatine
belav kirin, û nema derketiye.Xwediye wê Arþevê Oskan u çend kesen
din bûn.
- Hevind:
Kovareke folklorî u rewþenbîriye, hejmara pêþîn (1)di sala 2004 an
de derketiye, hejmara dawîn(7) di dawiya sala 2006 an de derketiye û
êdî nema derketiye.
- Vîn:
Kovareke rewþenbîrî serbixwe ye, hejmara pêþîn
di buhara 2006 an de derketiye, ta niha bi tenê ev hejmare.
- Helez:
kovareke werzî û serbixwe ye, li ser qaba wê
wiha hatiye nivîsandin: kovareke rewþenbîrî û folklorî ye, hejmara
pêþîn(1) di havîna 2007 an de derketiye, hejmara dawîn(2) di payîza
2007 an de derketiye..
- Perwan:
Wek kovareke dem demi ye, nêvî bi Kurdî
ye û nêvî bi Erebî ye. Û wiha li ser qaba wê hatiye nivîsandin:
Belavoka Konîta Ciwanên Kurd li Sûriyê. Hejmara pêþîn(1), di Êlûna
2001 ê de hatiye weþandin, hejmara dawîn(22), di Çileyê Paþî 2008
an de derketiye, her berdewam e.
- Siba:
Ew jî wek kovareke dem demi ye, çandeyî,
nûçeyî û serebxwe ye. Nêvî bi Kurdî ye û nêvî bi Erebî ye, ji
rex xwendekarên Zanko ye Helebê, Þam û Laziqiyê ve tê weþandin,
nizanim ku hêj dertê an na..
-
Hem jî hin rojnameyên mehane û du mehane hene, mirov dikarê
navê van rojnameyan bi nav bike:
- Newroz:
Ji weþanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê- Yekîtî
e, Rojnameyeke xurû bi kurdî ye, siyasî û civakêye. Hejmara pêþîn
(1)ji vê rojnameyê di Gulana 1995 an de derketiye, hejmara dawîn (78)
di sibata 2008 an de derketiye.
- Li
ser bergê hejmara dawî(78)wiha hatiye nivêsandin: Xebat ji bo; Zordarî
ji ser gelê me yê kurd li Sûriyê rabe. Azadiya demokrat û rêzgirtina
mafê mirovan. Mafên gelê kurd yên netewî di çarçewa yekîtiya welêt
de.
- Deng:
Rojnameyele xurû bi kurdî û mehane ye, ji
weþanên P. Hevgirtina Gel bû, hejmara pêþîn(1) di tebaxa
sala 1995 an de derketiye. Demekê hat rawestnandin, lê ji hizêrana
2005an ve, careke din ji rex Partiya Azadî ve tê weþandin û hejmarên
wê di nisana 2008 an de gihane 91ê.
- Rewþenbîr:
Rojnameyeke toreyî bû, hejmara pêþîn di sala 1995 an de derket,
hejmara dawîn5 di sala 1997 an de, û nema derket.
- Delav:
Ev jî rojnameyeke edebî bû, hejmara pêþîn di sla 1995 an de
derket, hejmara dawîn 2 di sala 1996 an de, û nema derket.
- Xwendevan:
Wek kovareke qutabiyan bû, di nav qutabiyên Zankoya Þam û
Helebê de belav dibû. Niv kurdî û nîv erebî bû. Hejmara dawîn 13
di sala 2001 ê de hat weþandin, û nema derket.
- Ziman:
Ev belavoke serbixwe ye, ji rex (Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî) ve tê
weþamdin. Ev komît
di roja 15 tîrmeha
2003 an de hatiye damezirandin ji rex mamoste Derwêþê
Xalib ve. Hejmara pêþîn(1),
Ji Belavoka Ziman, di
12 adara2004 an de derketiye, hejmara dawin (27(
an di Newroza 2008 an de derketiye.
- Zar:
Kovareke rewþenbîrî serbixwe ye, ew jî ji rex Komîta Fêrbûna
Zimanê Kurdî ve tête weþandin, hejmara (0) di adara 2008 an de
derketiye.
-
- Di
gel ku gelek kovar û rojnameyên bi zimanê erebî hene wek: Dengê
Kurd, Demokratî, Sosyalîst, Yekîtî, Hevgirtin, Hiwar, Mûseqif
Elteqedimî, Edeb Elqediye, Pêþeroj, Elwehde, Ecras û Hwd.
-
- Konê
Resh
- 22/04/2008
- Broksel
/ Belcîka
-
|
|
|