|
Rola
Wergerê Di Rûniþtina Ziman Û Ededê Netewî De
Konê Reþ Qamiþlo 18/11/2009
Bêguman rola wergerê di pêþketin û rûniþtina zimanê netewî
de zor mezin e. Nexasim sebaretî me Kurdan ku zimanê me qedexe ye; nivîsandina
bi zimanê me qedexe ye.. Û wek ku diyar e pêþketina ziman, bi xwendin,
nivîsandin û xebitandina wî zimanî ye…
Vêca ji me Kurdan re pêwîste ku em berê pêþî, folklorê xwe,
bi tev cureyên folklor ve berhev bikin, xwendin û nivîsandina bi zimanê
Kurdî di nav gelê xwe de belav bikin… Di pey re û berê pêþî, ji
zimanê biyniyan wergerînin bo zimanê Kurdî û wiha pirtûkxaneya xwe a
bi zimanê Kurdî ava bikin… Berê duwem ku em berhemên afrêner, yên
bijartî ku bi zimanê Kurdî hatine nivîsandin, wergerînin bo zimanê
biyaniyan.. Erê, pêdiviye ku, em di destpêkê de pirtûkxaneya xwe, bi
zimanê xwe dewlimend bikin da ku em karibin ji wê pirtûkxaneyê xeber
bidin.. Eger em li zimanê xwe xwedî dernekevin, xwendevanên bi zimanê
kurdî nebin, werger nikare tiþtekî ji me re bike.. Mane Kurdan ji mêj
ve gotiye: Etar ji tûrikê xwe xeber dide…
Va careke din em li nîrê zêrîn; li mîr Celadet Bedirxan û
kovara wî HAWARê vedigerin.. Belê li kovara Hawarê.. Ew kovara ku ku mîr
Celadet Bedirxan û hevalên xwe, bi berhemên wergerandî bo zimanê Kurdî
dixemilandin, da ku xwendevanên zimanê Kurdî çêbibin... Di baweriya
min de hingî mîr Celadet xweþ bîrdibir ku rola wergerê di rûniþtina
zimanê Kurdî de gelekî mezine.. Wî, wergera ji zimanê biyaniyan bo
zimanê kurdî wek dewlimendbûn û parastin ji zimanê Kurdî re didît..
Vêca, deriyê wergerê di herdu kovarên xwe (Hawar û Ronahî) û ya
birayê xwe Dr. Kamîran Bedirxan (Roja Nû) de bi berfirehî vekiribû û
bi zîrekbûn wî, birayê wî, Osman Sebrî û Qedrî Can berhemên
wergerandî bo zimanê kurdî di wan de belav dikirin..
Roja îro pêdiviya me bi wergerandina ji zimanê biyaniyan bo
zimanê Kurdî bêtir heye ji wergerandina ji zimanê Kurdî bo zimanê
biyaniyan.. Jixwe xelkên me yên ku bi zimanê biyaniyan dinivîsin, têra
xwe hene û têra xwe ziyan gîhandine edeb û zimanê me… Eger em li
berhemên wan mêze bikin em ê bibînin ku wan gelek idyom û gotinên pêþiyan
ji zimanê Kurdî dizîne, ango bi rengekî zîrek wergerandine û di nav
berhemên xwe de bi kar anîne û her çiqasî berhemên wan bi erebî,
tirkî û farisî bin jî, lê her di bin bandora zimanê kurdî de ne..
Ji ber ku bi idyom û peyvên kurdî hatine xemilandin.. wiha jî nav û
deng dane…
Eger Selîm Berekat an Yaþar Kemal û yên wek wan, nav û dengdayî,
bi Kurdî binivîsandibana û ew idyom û peyvên pêþiyan ku di berhemên
xwe de bikar anîne, bi zimanê kurdî jî bikar anîbana û di pey re
berhemên wan bihatina wergerandin bo zimanê biyaniyan, hingê wê dinyê
û alemê ji zimanê me re li çepa bida..
Vêca ez rûniþtina ziman û edeba kurdî a netewî di berê pêþî
de, di nivîsandina bi zimanê kurdî de dibînim. Di pey re ku berhem ji
zimanê biyaniyan bêne wergerandin bo zimanê Kurdî û dawî ku em ji
Kurdî wergerînin bo zimanê biyanî.. Di baweriya min de, wiha emê
karibin zimanekî rûniþtî ji netewiya xwe a Kurdî re peyda bikin, ku
di pêþerojan de zarokên me serê xwe pê bilind bikin. Lê ku em zimanê
xwe bi kar neynin û lê bi xwedî dernekevin ti bihayê wergerê nîne. Konê
Reþ Qamiþlo,
18/11/2009
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org