|
Ji Binxetê em salvegera Azadiya Welat piroz dikin Konê
Reþ
Di tebaxa burî de(2006), dema ku me sehkir wê rojnameya Azadiya
Welat rojane li Amedê were weþandin, hingê ji kêfan re min gotarek bi
navê( Apê Musa Anter bi -Tîr-ek xwe beþdariyê bi me re bike) nivîsand
û di medya kurdî de belav kir.
Va îro(15/08/2007), salek di ser weþana wê re derbas dibe.
Ev rojnameya ku xwerû bi kurdiya latînî û rojane li Amedê, paytexta
kurdên bakur çap û belav dibe û bi hezaran xwendevan peyda kiriye...
Bêguman Azadiya Welat berdewamiye ji rojnameya Welat re, ewa ku berî
15 salan-1992-li Stenbolê derdiket. Hingê apê Musa Anter di quncika bi
navê TÎR de dinivîsand, min jî di rêka wî re gelek caran
berhemên xwe di nav rûpelên wê de di weþand in. Carekê jî, ji
ber helbesteke min bi navê( Bizina Pîrê), ku têde belav bibû, ji ber
emniyetê ve ez hatim xwestin û bersivdan, ji wan werê ew rojname bi tirkî
ye, wan bawer nedikir ku bi kurdî ye vêca ji mib pirsîn; Te çi di vê
rojnameya bi zimanê tirkî de nivîsandiye ? Ma tu bi tirkî dizanî ? çi
pêwendiyên te di gel wan de
hene û çilo û çawa..
Dawî, rojnameya Welat hat rawestandin, rojnameya Welatê Me di þûnde
zîlda , ew jî hat sekinandin, rojnameya Azadiya Welat a heftane serî
bilindkir û wiha ji salekê ve Azadiya Welat a rojane, bi rêk û pêk weþana
xwe berdewam dike...
Ji rexekî din ve, di van herdû salên dawîn de, lo dor
standardkirina zimanê kurdî gelek giftugo hatine li darxistin û hin
hewildan hene ku zimanê kurdî li baþûr bibe soranî û hin bi hin
kurmancî pûç bibe. Bi behana ku soranî xwedî dîrok û ci girtiye, û
kurmancî nikare wî cihî dagire...lê rojnameya Azadiya Welat xweþ
bersive ji wan kesan re, ewên mîna Ferhad Þakelî û Muhsin Ciwamer ku bi
zikreþî þerê kurmancî dikin û hewildidin ku zarokên Zaxo û Duhokê
ji avê re bêjin Aw û ji jinê re bêjin afret. Þevê din di paltalka
Zimanê Kurdî de, Muhsin Ciwamer got: Xelkên kurmancîaxêv nabin bi qasî
xelkên Hewlêrê, min lê vegerand: Tu ne rat dibêjî, bese ku rojane li
Amedê 10 hezar dane ji rojnameya Azadiya welat tê firotin..
Belê bi vê gava dîrokî re xewnên Mîr Miqdad Bedirxan, mîr
Celadet Bedirxan, Cegerxwîn, Musa Anter, Adip Karahan û Huseyin
Deniz bûn
rastî...Hem jî xewnên me bûn
rastî..Em jî ji dil û can ji vê gava dîrokî re dilîlînin û þabaþ
dikin...Û pêre pêre kurmanciya me bi me þêrîntir dibe
Pîroz be gelê kurd li we salvegera
rojnameya Azadiya
Welat. Mijde bo we þehîdên peyva kurdî a resen, va zarokên we xwe ji dûv
doza we a pîroz nedane alî, xewnên we dikin rastî.
Di vê derheqê, bi vê helkeftinê tiþtek ji min nayê ji bil ku ez
spasiyên gerim ji Qamiþlo û Binxetê pêþkêþî berpirs, endam û tev
karkerên rojnameya Azadiya Welat bikim, destên wan behejînim û ji wan re
bibêjim bijîn bijîn bo peyva kurdî a resen… Konê
Reþ 15/08/2007 Qamiþlo
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org