|
100‘mîn
Salyadiya Jidayikbûna Rewþen
Xanim Bedirxan 1909 – 1992
Konê Reþ
Xweyîngino! Ez careke din dibêjim me jinên Kurdên îro, yên ko
nifþê miletê me yê ayindê li ber destê xwe bixwedî dikin, me dû
wezîfeyên giran hene: hînbûn û hînkirin. Ji lewra ji me re divêt
berî pêþîn em bibin þagirit û di pey re mamoste: mamosteyê zarokên
xwe.. Rewþen
xanim Bedirxan / Hawar No: 27 / 1941
Her wekî diyare ku Bedirxanî di dîroka tevgera gelê kurd de,
xwedî cihekî bilind û bihane, çi di warê xebat û bizava netewî de be
û çi di warê wêje û rewþenbîriya kurdî a giþtî de be.
Rewþen xanim jî neferek ji vê malbata dêrîne. Wek diya kurdan
dihat naskirin, kurdan jêre digot Dayê. Dayê Rewþen xwedî hestekî
kurdeyatiya resen bû, pir dilovan û dilsoz bû, dêmê wê di rengê
dêmên jinên ewropiya de bû, nerîna çavên wê kûr û tûj bûn, dema
ku mirov cara yekemîn pêre rûdiniþt û lê guhdarî dikir, hestekî bi
tirs diket nava cegerê wî de.. Mezinahî û serboriyek dûr û dirêj di
tîpên rûyê wê de xuya dikir, mirov dixwest her dem pêre rûne û lê
guhdarî bike, nemaze dema ku serpêhatiyên jiyana xwe û mîr Celadet
Bedirxan digot û dibiland.
Di roja 01/06/2009an de 17 sal di ser koçkirina Rewþen xanim
Bedirxan re derbas dibin û di roja 11/09/2009an de 100 sal di ser roja
jidayikbûna wê re dibuhirin.
Rewþen xanim Bedirxan eva ku gelekan ji me navê wê bihîstiye, an
pirtûkên ku wê ji tirkî wergerandine erebî xwendiye, an pirtûka ku wê
di sala 1954 an de, bi navê(Çend rûpel ji wêjeya Kurdî) bewerhevkiriye,
xwendiye. Ev yekemîn pirtûk bû, ku xwendevanên ereb bi rêka wê
serwextî wêjeya kurdî dibin...
Rewþen xanim Bedirxan: Eva ku yekemîn jina kurd e, bi kurdiya
latînî di kovara Hawarê de nivîsandiye... Yekemîn jina kurd e ku gelek
xebat, bizav û çalakiyên têvel, di ber kêþeya gelê xwe de li Þamê
kiriye, û di nav biyaniyan de dihat nas kirin wek sembolekê ji rewþenbîriya
kurdî re..
Lê mixabin, vê jina kurd ta roja îro, mafê xwe yê rêzgirtinê
wek ku pêdiviye nestandiye.. Ji mafê wê ye ku di vê helkeftina 100 salî
de, festîvalek bo wê li Hewlêra paytext bê gerandin û di vê
festîvalê de navê wê li ser cihekî bilind, wek peymangehekê,
dibistanekê an kolanekê bê danîn.. An pêkerek bo wê, wek nimûne ku
jinek kurd a pêþeng e, tev jiyana xwe di ber welatê xwe de xerckiriye, di
navtareke Hewlêrê an Duhokê an Silêmaniyê de bê bilind kirin. *
*
*
Rewþen xanim Bedirxan kiye?; neviya mîrê Botan e, dotmama
û kebaniya pispor û zimanzanê bejin bilind mîr Celadet Bedirxan e. Ji
Bedirxaniyên pir belav di çar kenarên cîhanê de, ew mabû ku, pêmayê
Bedirxaniyan ji, dîroka Cizîra Botan, mîrgeha mîr Bedirxan, serboriya
mîr Celadet û Dr. Kamîran li ser refikên pirtûkxaneya hiþ û xeyalê
xwe de diparast û di mala xwe de bi zimanê kurdî bi keça xwe Sînem xan
û kurê xwe Cemþîd re diaxifî.
Li gor her 83 salên ku di sere derbas bibûn, danûstandin wê bi
welatparêzên kurdan re hebû û tev jêre bibûn pend, zanîn, kurdzanîn
û zanîndan..Ta berî ku koça dawî bike, Rewþen Bedirxan a tekane bû
di nav Bedirxaniyan de ku navê Bedirxaniyan diparast. Wê jî mîna
herdû pismamên xwe Mîr Celadet û Dr. Kamîran Bedirxan ew þop dimeþand...
Ji ber ku piraniya Bedirxaniyên din ji neçarî razî bûne ku li þûn
navê Bedirxan (Çinar) bê nivîsandin, bi taybetî ew Bedirxaniyên ku li
tirkiyê mane wek: Zarokên Tewfîq beg Çinar, ku niha li Stenbolê dijîn
û zarokên Hikmet beg Çinar ku niha li Anqere û Adane dijîn û malbata
Walî ku hiha li Misrê, bajarê Feyûm dijîn û filimçêkirê bi nav û deng di nav
ereban de Ehmed Bedirxan û kurê wî rejîsorê navdar Alî Bedirxan û
gelek Bedirxaniyên din ku niha li Misirê dijîn, ji bilî Bedirxaniyên ku
li Sûriyê ne wek: Zarokên Yûsif Bedirxan, ku niha li Þamê, taxa
Mihacirîn dimînin û zarokên Sureya Bedirxan yên ku li Urdin, bajarê
Eman in.. Lê mixabin nizanin bi zimanê Bedirxan, Tenê Rewþen xanim;
navê Bedirxan, dîrok û zimanê wî bi xwe re hilanî û ta roja dawîn ji
temenê xwe.
Rewþen xanim, di roja 11ê tîrmeha 1909 an de li bajarê Qeyserî
hatiye dinyayê, dema ku bavê wê di sirgunê de bû. Ew ji rex bav ve,
dibe; Rewþena Salihê Mehmûdê Salih (birayê mîr Bedirxan). Ji rex dê
ve ew dibe; Rewþena Samiya Bedrî paþa (kurê mîr Bedirxan).
Rewþen xanim bi tenê çar sal ji biçûkaniya xwe li Stenbolê
derbas kirine. Di sala 1913 an de, careke din Bedirxanî, ji Stenbolê û
tirkiyê hatine sirgunkirin û di rojhilatanavîn û afrîqyayê de belav
bûne, nemaze di Misrê, Lîbiya, Suriya û Libnanê de, hingê para bavê
Rewþen, Salihê Bedirxan li Þamê, taxa Salihiyê ketiye, hingê ji vê
taxê re dihat gotin (Salihiyet Elekrad).
Li Þamê, Rewþen xanim dest bi xwendinê kiriye di dibistana
Tereqî de, di pey re sê salan di mamostexanê de xwendiye, ta ku di sala
1925 an de bûye mamosta zimanê erebî di qunaxa seretayî de li Þamê.
Pey re du salan zimanê tirkî û sê salan zimanê fransî û ingilîzî
xwendiye û wiha fêrî van zimanan jî bûye.. û bûye mamosta zimanan li
Urdûnê, bajarê Kerek, hingê Urdûn û Suriye yek bûn.
Sê salan li Urdûnê maye, di sala 1928 an de zîviriye Þamê û li
Þamê mamostetiya xwe berdewam kiriye ta sala 1935 an, jê pêve bûye
berpirsyara dibistanê (Mudîre), ta sala 1964 an, hingê ew vegerandine
karê wê yê berê mamostetiyê. Ew jî di wan salan de ji kar aciz dibe û
temenê wê jî mezin dibe, vêca teqawîta xwe distîne û li mala xwe
rûdinê.
Di vê navberê de du caran di zewice; Cara pêþîn di sala 1929 an
de bû, bi xortekî ereb re ji suriyê navê wî Omer Malik Hemdî, lê
pêre dûmnekir, di sala 1931 ê de hev û din berdan, bi tenê keçek bi
navê Ûseymaxan ji vê zewacê maye, Rewþen xanim ev keça xwe bi
xwedîkirin daye ta ku ew zewicandiye bi Zihêrê Alî axa Zilfo re. Niha ev
keça wê li Qahîre dimîne, sê keçen wê hene; Þêrîn, Nesrîn û Rewþen.
Cara dudiwan di sala 1935 an de, bi kurmamê diya xwe mîr Celadet
Bedirxan re dizewice. Bi vê zewacê kefxweþ û þad dibe. mîr Celadet di
sala 1927 an de nû ji ewrûpa dizîvre Libnanê û tê Þamê. Li Þamê
çav bi Rewþen xanim dikeve û hev nas dikin...
Piþtî beravêtina þoreþa Agrî û weþandina kovara Hawarê, mîr
Celadet û Rewþen xanim, ra û devdîrên xwe dikin yek û bi hev re
dizewicin.
Ji vê zewacê du zarok ji wan re çêdibin; keçek bi navê Sînem
xan di 21/3/ 1938 an de çêdibe, di sala 1957 an de bekeloriya distîne û
di zankoya Þamê de xwendina xwe di avokatiyê de dixwîne, di sala 1961 ê
de bi endezyar, nivîskar û wergêr Selah Sadella re dizewice- mamoste
Salah ji xelkê Zaxo ye- du zarok ji wan re çêdibin, Azad û Dilnaz. Lê
kur bi navê Cemþîd e, di dawiya sala 1939 an de çêbûye, di sala 1958
an de bekeloriya li Þamê standiye, diya wî, ew di deynê salê de, li ser
kîsê xwe rê kiriye Almaniya da ku bibe bijîjk, wek ku bavê wî mîr
Celadet dixwest.. Li wir, xwendina xwe bi dawî anî û jinek Almanî ji xwe
re anî, ji wê jinê kurek û keçek jêre çêbûn, kur navê wî Kurdo
ye, niha doktore li Almaniya dimîne û keç navê wê Julia Evîne, ji
berî du salan ve Evîn bi neviyê Cegerxwîn Jian Bedirxan re zewiciye û
herdû li Almaniya dimînin. Dr. Cemþîd, di 10 meha dêsember a1999 an de
li Barazîl çûye ber dilovaniya Xwedê, gora wî li Elmaniya bajarê
koplinz e. Berdewamiya jiyana mîr Celadet û emîre Rewþen di di gelek
qunaxên dijwar re derbas bûye, gelek rojên bi cefa dîtine; xaniyê wan
bi kirê bû û ta roja ku emîre Rewþen koça dawîn kir di xaniyê
bikirê de bû.
Li ser rewþa wî a çetîn û xaniyê bikirê wiha ji min re got:
Kurê min binivîsîne: Haza min fezil elekrad, Ango; eve qenciya ku kurdan
e a ku bi min kirine…Tiþtê ku ji kovara Hawrê û Ronahiyê dihat destê
wan, jiyana xwe pê derbas dikirin. Tevî ku dewletên mîna Fransa, Iran,
Urdûn û Tirkiyê dixwestin alîkariyê bi mîr bikin lê mîr alîkariya
wan qebûl nedikir. Tenê razî bû bi wî tiþtê ku ji kovarên wî
dihatin destê wî, di gel mehiya kebaniya wî Rewþen. Bi van herdû
jêderên diravî jiyana xwe derbas dikirin, tevî ku xaniyê wan ne li gor
wan bû, lê ew pê razî bûn.
Bi bûyera ku mîrê mezin, rojnamevanê jêhatî Celadet Bedirxan
pê çû ber dilovaniya Xwedê, di bîra qederê de roja 15/07/1951ê,
Emîre Rewþen Bedirxan ma dil biêþ û xemgîn, rewþa wê a aburî jî,
êdî nema pêre alîkar bû û kesî ji kurdan lê ne pirsî, ne jî
alîkarî pêre kirin.. Vêca ji neçarî di sala 1972 an de mala xwe ji Þamê
barkir bajarê Banyasê, ser kevya deriya sipî, li wir xanîk ji xwe re
kirê kir û têde ma ta roja dawîn ji temenê xwe. Bi tenê pîrejinek
Çerkez, bi navê Sebahet(Xwîþka jina helbestvanê kurd Qedrê Can bû),
pêre dijiya û alîkariya wê dikir.. Hin
ji xebatên Rewþen Bedirxan di warê rewþenbîrî de:
Rewþen xanim, di navbera sala 1925 – 1926 an de, ji bo doza erebî
dijî fransîzan bi nivîsên sekiniye, û bi taybetî di rojnameyên
Felestîniyan û kovara Munîrva a Libnanî de.
Di navbera salîn 1926 – 1973 an de, gotar ji kovara Alhuriye re
dinivîsandin, ewa ku xwediyê wê Yûsif Melek bû. Di navbera salên1958
– 1959 an de, çîrokên zarokan di radiyo ya sûriyê de belav dikirin.
Di sala 1957 an de, di ber gelê xwe de çûye Yûnan, di kongerê
Antî Kolonyalîzimê de bi tena xwe amade bûye, û her çaç kursiyên ku
navê Kurdistanê li ser wan hatibû nivîsandin, bi heybet û sawa xwe
dagirtin. Tevî ku gelek kes li dij wê sekinîn û rêtengî jêr çêkirin
mîna Mîþêl Aflaq, lê wê guh li wan nekir û navê gelê xwe bilind
kir, bi tenê sefîrê sûriyê Yorkî Hekîm li piþt sekiniye, wek ku wê
ji min re got…
Rewþen xanim bi zimanê kurdî, erebî û tirkî dinivîsand û di
karîbû bi zimanê fransî û ingilîzî bi peyve wek yekî fransî û
ingilîzî..
Di sala 1971 ê de, çû kurdistana iraqê, serdana Melle mustefa
Barzanî û li Hacî Amran û bi jinên kurdistaniyan re Hevgirtina Afretên
kurd damezirand… Ji Wergerandina
Pirtûkan 1
– Bîranînên jinekê: Ev pirtûk ji zimanê tirkî wergerandiye bo
zimanê erebî û di sala 1951 de li Þamê çap kiriye. 2
– Bîranînên keçek mamoste: Ev pirtûk jî, ji zimanê tirkî
wergerandiye bo zimanê erebî û li Þamê çap kiriye. 3
– Evîna min û Jana min:Ev pirtûk jî, ji zimanê tirkî wergerandiye bo
zimanê erebî û li Þamê çap kiriye. 4
– Çend rûpel ji wejeya kurdî: Ev pirtûk di sala 1954 an de çap kiriye
wek wefadarî ji bîranîna mîr Celadet Bedirxan re. 5
– Nameyek ji Mistefa kemal Paþa re: Ji tirkî wergerandiye erebî û di
sala 1990 li Þamê bi alikariya Dilawer Zengî çap bûye. 6
– Doza Kurdî: ji zimanê tirkî wergerandiye bo zimanê erebî û di sala
1990 de, Dilawer Zengî li Þamê çap kiriye. 7
– Giramêra Zimanê Kurdî: a mîr Celadet û Roger Lescot e, ji fransî
hatiye wergerandin bo zimanê erebî û di sala 1990 de, Dilawer Zengî li
Þamê çapkiriye.
Hêjaye em li vê nivîsandina Rewþen xanim Bedirxan vegerin, ev
nivîsandina ku li ser rola kebaniyan di avakirina
welatan de ye, a ku ji berî 68 salan ve di kovara (Hawar) ê de
jimara (27) sala 1941 ê belavbûye: (
Xwehên min ên delal, herwekî hûn jî dizanin derdê miletê me ê mezin
û xedar nezanî ye. Nezanî nexweþiyek e, û dermanê wê zinîn e. Nik
miletên xudan hikûmet û teþkîlat vê nexwþiyê di xestexaneyine
xisûsî de derman dikin û ji wan xestexanan re dibistan dibêjin. Mamoste,
bijîþkên wê xestexaneyê ne. Miletê
me, ne xwediyê wan xestexanan e. Miletê me miletekî bê teþkîlat, bê
xwedî û serî ye, miletekî belewela ye û di bin hikmê miletne din,
miletine dijmin de ye. Lê dijminê me ê mezin, ê mezintir nezanî ye.
Divêt em þerê wî dijminê xedar bikin. Di vî þerî de jî ji me jinên
Kurdmanc re divêt ko arîkariya mêrên xwe bikin, zaroyên xwe
bie'limînin xwendin û nivîsandinê û wan ji nexweþiya nezanîyê xelas
bikin. Ev
xebat ji me, ji jinên Kurdmanc re ji hemî jinên dinyayê bêtir divêt.
Ji ber ko zaroyên xelkê gava
diçin dibistanê berî her tiþtî hînî zimanê xwe dibin. Lê yên me
wekê diçin dibistanê bi zimanê xelkê die'limin û carina yê xwe ji
bîr dikin, ji ber ko me dibistan nîne û zaroyên me diçin dibistanên
xelkê...) Qamiþlo
25/05/2009
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org