Di 100-saliya rojbûyîna têkoþer
û torevan Osman Sebrî de
1993
ـ 1905
( Ziman zimanê me giþika ne?! Ne yê yekî an yê didiwane,gava ku em ji bo zimanê xwe bi xebitin em qenciyê bi xwe dikin.Lê heyfa yê ku heya niha bi ziman mijûl dibin gelekî kêmin.
Gelek
ji xortên me çavê xwe berdane nivîsandina helbestan,ev ne tiþtekî
hêjaye,divê nivîsên rastesere bêne nivîsandin.Belê helbest
tiþtekî ji edebê ye,lê ne tevaya edebê ye.
Di
vê ku mirov bizanibe bi zimanê xwe bi nivîsîne,lê nizanim hemû
ji min re helbestan çêdikin...
Em
miletekî bê ziman in. Anha pir xortên me hene xwendane,bi erebî
jî xweþ dizanin,dibêjin:( Em dê ji miletê xwe re xizmetê
bikin..)Lê mixabin hînî zimanê xwe nabin,û ezê dê çawa ji
wan bawer bikim... ?!)
Kovara
Hêvî ,hejmara (7)an,sala1990 / Parîs
Mirov
ji ber xwe ve nabin leheng û her roj leheng çênabin ,dibe ku di
nav miletekî de nifþek derbas bibe
û Xwedê lehengekî di nav lingê dayikekê ji wî nifþî
derbas neke ,ew nifiþ stewir bimîne .Û dibe ku di nifþê
miletekî de gelek dayik lehengan bînin..
Gel
jî mirovên ne leheng nake leheng .Heger teraziya dîrokê gele
,teraziya gel jî ,ji zêre ,gel bi wê teraziya xwe ya zêrîn
,lehengên xwe dibijêre û navê wan di bîr û baweriya xwe de
tomar dike û bi demê re xebat û bizava wan lehengan jêre dibe
dîrok.
Ne
gereke ez navên lehengên gelê kurd bibêjim,ewên ku navê wan
di huþê her kurdekî dilsoz û xemxur de hatiye tomar kirin,ewên
ku di zindanan de ,di bin þert û mercên dijwar de li ber xwe
dane..
Lê
wek nimûne ,bi helkeftina ku (100) sal di ser roja zayîna
Apê Osman Sebrî re derbas dibe,ez wî wek lehengekî ji
lehengên gelê Kurd dibînim..û vê panorameya kurt
ji jiyana wî, wek wefadarî ji xwendevanên zimanê kurdî
re pêþkêþ dikim .
Wek
ku me got di roja 05/01/2005 an de 100 sal di ser
roja jidayikbûn Apê :Osman Sebrî re
derbas dibe.
Gelo
! Kî
bû ta ku ez wî wek lehengekî ji lehengên gelê kurd dibînim ?
Osman
Sebrî navekî sereke û belûye di nav tevgera rizgarîxwazî gelê
kurd de li suriyê û di tevayî Kurdistanê de. Mirovekî Kurd bû
di tevayî kurdistanê de wek:têkoþerekî ,torevanekî û rewþenbîrekî
hatiye naskirin.
Ji
mafê wî û zarokên me ye ku bi bîr were û nifþên nû wî ji
nêzîk ve nas bikin,nexasim di sedsaliya jidayikbûna wî de,wek
vê sala nû 2005,ku sal bi navê wî ( Sala Osman Sebrî )
di nav rewþenbîrên gelê Kurdistanê de hatiye nas
kirin.
Vî
lehengî bi tev þiyanên xwe bervedêrî di ber mafê gelê
Kurdistanê de kiriye .ji destpêka xortaniya xwe û ta bi rojên
xwe yên dawîn,ango di 88 buharên xwe de ,bi vîneke ku
nayê tewandin li ber xwedaye û ranewestiya ye ..
Ew
jî li ser vê rêbazê, gelek caran ji rex dagirkerên kurdistanê
ve hatiye girtin û sirgûnkirin û tev jiyana xwe di miþextî û
zîvariyan de derbas kiriye .
Ew
di roja (05/01/1905)an de li kurdistana bakur ,gundê Narincê
,qeza Kextê ji wîlayeta Adîyeman (Semsûr) çêbûye
,bavê wî wek axayê hoza Mirdêsan dihat naskirin.
Di
11 saliya wî de bavê wî koça dawîn kiriye ,di peyre dayka wî
,vêca mamê wî Þikrî bi kar û barê hoza Mirdêsan
ve rabûye ,hem jî biraziyê xwe Osman bi delaliyeke mezin xwedî
kiriye .Di wan salan de Osman Sebrî xwendina seretayî li ber
destê mamoste Îsmaîl Efendî bi dawî aniye ,pêre pêre
jî hez pirtûkên dîrokî û helbestsn kiriye,belê dûrî
dibistanê çûye û li kêleka mamê
xwe Þikrî bi kar û barê hozê ve rabûye .
Osman
Sebrî
,wek dîdevanekî bû ji þoreþa Þêx Seîdê Pîran
re,di sala 1925andi,di vê þoreþê de, dû apên wî bi tewana
beþdarbûnê li Amedê(Diyrbekirê )hatine bidarvekirin,ew
jî bi gunehê þoreþê dû carî hatiye girtin û zindankirin...
Di
sala 1930 î de ,piþtî ku binxetî sûriyê bûye, xwe li mîrekên
hoza Berazan girtiye,û
bûye endamek ji endamên komela Xoybûn,beþdarî
di þoreþa Agrî de kiriye ,.di gel hoza Berazan li
Kobanî,lê mixabin ,desthilatên Fransî di suriyê de
dest danîn ser hevalên wî,û hewildana wan têkçû...
Piþtî
herifandina þoreþa Araratê berê xwe daye Kurdistana Baþûr ku
navbera Barzaniyan û Bezenciyan xweþ bike ,lê
mixabin li wir jî tev hewildanên wî beravêtî derketine ..
Osman
Sebrî
,di navbera sala 1926an ta bi sala 1971ê de,ango di
navbera(45)salan de (18)caran hatiye girtin û
zindankirin,ew girtin di navbera rojan,mehan û salan de bû.Yekemîn
car di sala 1926an de li Amedê hatiye gitin û cezê xwe
di zindana Denzlî de derbaskiriye ta bihara 1928an,di payêza
1928an careke din hatiye girtin di gel 26 axayên kurdan bi
gunehê ku karê xwe û þoreþekê dikin,piþtî 7 heyvan ji
zindana Meletya hatiye berdan Li îraqê jî dû
caran hatiye girtin,carekê ji zindana Mûsilê reviya ye ,cara
din karbidestên îngilîzî ew spartine hikûmeta Fransî ya ku sûriya
dagirkiribû,wan jî ew xistine bin rûniþtina zorê de li Þamê,wek
tevayî endamên komela Xoybûn..
Di
sala 1935an de dû carî li Libnanê hatiye girtin û di
eynê salê de ew sirgûnî girava Medegeþker ,li Afrîqiya
kirine û salekê lê maye ..
Li
Sûriyê 12 caran hatiye girtin ,cara paþîn sal û nîvekê
di zindana Kelehê deli Þamê
razaye ,piþtî ku vê carê ji zindanê hatiye der di sala
1971ê de ,êdî ji nû li mala xwe li Þamê rûnþtiye ,xwe dûrî
karê siyasetê kiriye û dest bi fêrbûna zimanê Kurdî kiriye
..
Bi
weþandina kovara Hawarê re di gulana 1932 an de
,ew duwemîn kes bû ,piþtî Qedrî Can ku bi berhemên
xwe ew kovar xemiland ,û ji wê hingê ve berê xwe da warê nivîsandina
bi zimanê kurdî ,û li kêleka Bedirxaniyan sekinî ,beþdarî
di tev kovar û rojnameyên wan de kir wek Ronahî ,Stêr û Roja
Nû.Hêjayî gotinê ye ku Osman Sebrî yekemîn kes bû ku ziman
û nivîsandinên wî ji
yên tev nivîskarên wê hingê tekûztir ,rastir û xweþtir bû
li gor ku Mîr Celadet Bedirxan gotiye .
Di
sala 1938 an de yanek li Þamê bi navê (Yana Selahedîn ya
rewþenbîrî û werziþî)damezirand
Di
sala 1942 an de( Yana kurdistan) li Þamê vekir
Di
sala !949 an de (Yana Henano)
Di
sala 1954 an de (Yana Cezîrê)
Osman
Sebrî di van Kulûp û yanan de xort û keçên kurdên Þamê fêrî
xwendina zimanê kurdî dikirin..
Di
14/06/1957 an de wî di gel çend ronakbîrên Kurd mîna Dr.Nûredîn
Zaza ,Reþîd Hemo û Hemîdê Derwêþ û hin din yekemîn
partiya kurdî li sûriyê damezirandin û wî serokatiya wê
partiyê kir ...
Ji
berhemên Apo Osman Seberî:
Bahoz
:di sala 1956 an de
Derdên
me :
di sala 1956 an de
Çar
leheng :di
sala 1984 an de
Di
gel ku wî du Alfabeyên kurdî jî behevkirine
Di
sala 1981 ê de li almaniya komek hebestên wî ji rex buhiþtî
Hemereþ Reþo ve hatiye çap û belav kirin.
Di
16 saliya wî de apê wî Þikrî ew zewicandiye ,ji wê jinê
kurek bi navê (Welato)jêre çêbûye (Welato di sala 1970 î de
li welat hatiye kuþtin).Di sala 1944 an de ,li Þamê careke din
jineke Çerkezî ji xwe re aniye ,ji wê jinê sê kur :Hoþeng,Hoþîn
û Heval çêbûne û du keç:Hingûr û Hêvî,belê Kewê ya
herdem pêre bû keça
birayê wî ye .
Osman
Sebrî bi navê APO di nav gelê kurd de hatiye naskirin ,ev
naznav Rewþen Xanim Bedirxan lê kiriye ,ji ber ku wê bi çavekî
mezin li Apo Osman Sebrî mêze dikir û rêzgirtinek zor jêre
digirt.
Osman
Sebrî ,di roja 11/10/1993 an de li þamê ,di mala xwe de koça
dawîn kir ,yadinî rojê termê wî guhestin gundê Berkevirê
,navça Derbasiyê ,ew di goristana þehîdan de veþartin.
Sed
rehmet li canê wî û canê tev þehîdên rêka axzadiya
kurdistanê bibare.
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org