Di Sedsaliya Bûyîna Seydayê Cegerxwîn de (1903-2003)


Konê Reþ


Wek ku me (komîta xelata cegerxwîn a yekemîn) li bajarê Qamiþloîku ji van kesan pêk tê: Rezoyê Osê, Konê Reþ, Îbrahîm Elyûsif û Hefîz Abdulrehman, me diyar û belav kir ku sala 2003an bi navê sala CEGEXWÎN bê bi navkirin, û wek ku me sehkir; gelek navend û Înstîtuyên Kurdî li dervî welat jî, belav kirine, ku wê tev çalakiyên xwe yên rewþenbîrî û torevanî di bin navê sala Cegerxwîn de li darxînin.

Hem jî me sehkiriye, ku PENa kurdî bi serokatiya Dr. Zerdeþt Haco, wan jî ev sal bi navê sala Cegerxwîn pejirandiye... Di gel ku malbata Seydayê Cegerxwîn malperek ji vê salê re, bi navê (Malpera Cegerxwîn), di tevna cîhanî ya Înternêtê de terxan kirine ...

Ez jî wek nivîskar û helbestvanekî Kurd ji bajarê Qamiþlo, bajarê Cegerxwîn, min her sal di roja (22ê Çêriya Pêþîn)de, gurzên gulan li ser gora Cegerxwîn datanîn, û çend carekî ez di bîranînên wî de beþdar bûme, va ne ew çend beþdarbûnên min, ez wan diyarî sedsaliya zayîna Seydayê Cegerxwîn dikim, û bela dilovaniya Xwedê bi ser de birije.


Þîna Cegerxwîn

Va Cegerxwînê delalî    Xatir ji me xwest û çû
Li dûriyê der bi derî    Serxwebûn kula dil bû
Nav û dengê vî hozanî   Li cîhanê belav bû
Ne kêmî( Lork û Nîroda)   Ji gelê xwe re dan bû

 
Weke (Taxûrê) Hindokê      Ew Cegerxwînê Kurda
Navê xwe di dîrokê de      Serbilindî wî hilda
Pir bi bêriya welat bû       Hildigirt barê derda
Perîþan û belengazî          Pesnê miletê xwe da
 
Li tev perçên Kurdistanê    Ew geriya û dêra
Êþ û janên miletê xwe      Dinivîsî wek mêra
Her dem bi êþ û birîn bû  Xwezî bi derbê kêra
Bihuþt danê got; min navê   Ma ev ne rengê þêra!
 
Dil û ceger xwe diyar kir    Bo hemû gelên bindest
Ji ol û êlê xwe naskir         Pêþketin here serbest
Ne tenê Niþtimanî bû         Mirov bû, aþtî dixwest
Bi azadî, serbilindî              Dijî cengê ma, newest
 
 
Ew dîwanên pir giranî        Ji me re bûn dibistan
Kul û xeman þevîn tanî      Dîwan çêbûn ji ristan
Ra û tevdîr têde danîn        Sorgul geþ dike gulîstan
Bi merdî ji dil û canî           Bû hevalê bindestan
 
Oxir bihuþt be lo kalo          Va te xweþ kir ev jiyan
Nav û zarê miletê xwe          Te bilind kir li cîhan
Sed xwezî yên wek te hebin  Weke XANÎ ji Botan
Va dîroka çanda kurdî           Bi pelên nû te tevdan
 

25-10-1984 Qamiþlo

Konê Reþ


Min ev helbest di roja (25-10-1984)an de hûnandiye, dema me sehkir ko Seydayê Cegerxwîn li Swêd çûye ber dilovaniya Xwedê, û di çilrojiya wî de, sala 1984an, li bajarê Qamiþlo min xwendiye.

 Di bîranîna 3-saliya koçkirina Seydayê Cegerxwîn de jî min ev helbest li ser gora wî xwendiye:

 

Gelî dost û hevalan, vaye em dibin civîn
Bîranîna sê salan, ser nemiryê Cegerxwîn
Yek û neh heyþtê û heft, meha çêriya pêþîn
Li van þar û van gundan, hunerên wî tên kirîn
 
Em zor spas in ji we, êvara we tim bi xêr
Hûn dilsoz û partîzan, em guhnadin yên bêkêr
Govend xweþ e bi sazê, ne giring e komên zêr
Pesnê wî va em didin, þahê mêrgê ew e þêr
 
Þêrê kultura kurdî, Bavê Kesra yê me dî
Mîrê helbestvanên Kurd, dengê Çiyayê Cûdî
Hevalê Mîrekên mêr, wek Bedirxan û Qadî
Bi dengekî pir bilind, her dem dixwest azadî
 
Ji gel re xwe kir nîþan, ji êþê re bû derman
Wî êþa miletê xwe bilind kir li nav însan
Yek jê ew û yek Yelmaz, dû qehremanên bi þan
Bikin spas û bijî, Kurd nema dibin talan

Di dehsaliya koçkirina Seydayê Cegerxwîn de min ev helbesta bi navê (CEGERXWÎN) li ser gora wî xwendiye;


CEGERXWÎN

Di axbeyarek Kurdistanî de
Sinbilek þîn hat
Bi navê CEGERXWÎN
Bi ba re dixiliya
Lê qet ne tewiya
Di zivistanî de
Tevî berf û bahozên ko
Dihat
Piþkivî, zîlda û bû kat
Di buharî de
Bû þîndar lê
Bi tenê, bê dost û heval
Ta ko bi ser de hat
Havîna germîn
Hingê ji nû
Hiþk bûn libên sinbilê Zer
Ne pûç ne kwîrik
Xurû genimê Zerik
Çaxa dem zîvirî û bû payîz
Ba leyîzt fîze-fîz
Hingê ji wî sinbilê Genim sor
Lib pekiyan
Yeko-yeko û
Dor bi dor
? tev di wê axbeyarê de
Belavbûn,
Tovekî nû di xakê de hat werbûn
Ji wê libê
Sed libî zîlda, piþkuvîn û
Bûn sinbilên genim sor
Dema ko bayê Nû rabû
Ew sinbilên nû bi wî bayî re
Xiliyan û gotin:
CEGERXWÎN...CEGERXWÎN

Ev gotin jî min di roja (23-10-1999)an de, li ser gora Seydayê Cegerxwîn xwendiye, bi helkeftina derbasbûna 15 salan di ser koçkirina wî re, pêþberî kebaniya wî rehmetiya (Kehla) û hersê Keçên wî û biraziyê wî (Zibêr), di gel endamên partiya pêþverû û cemawerekî mezin ji beþdaran:


Di 15 saliya koçkirina Seydayê Cegerxîn de

Berî her tiþtî, ez xwe ji navê Cegerxwîn û malbata Cegerxwîn re xûz dikim; rêz û silavên germ ji tev endamên mala wî re pêþkêþ dikim.

Cegerxwînê dest zêrîn, Cegerxwînê ko sedê þagirtan bi saya afirandinên wî, fêrî xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî bûn, Cegerxwînê ko 60 salî bi berdewamî xebat û bizav kir, 60 salî di pêvajoyeke pîroz de liviya û xwe jê neda alî, ta ko þagirtên berhemên xebata wî pêve gîhan....

Bi saya wî, ew þagirt çêbûn, û bi saya gel ew çêbû, di navbera vê hûnandinê de zimanê kurdî bi pêþ ket û afirandinê cihê xwe di nav berhemên me de dît.

Ji vê sibê ve, çend carekî di guhê min de hat xwendin; çima ev rêxistin CEGERXWÎN ji milk û malê xwe dibêne..?!.Cegerxwîn yê tevayî gelê Kurd e, ji tevayî gelê Kurd re xebitîye ...?!

Bi rastî ez þaþomaþo bûm, û nema min dizanî çi bibêjim hem jî ez ketim nav gûmanan de :

Gelo! Hin rêxistinan ji bilî vê rêxistinê xwestine ko bîranîna Cegerxwîn saz bikin û hina nehiþtiye ?! An vê rêxistinê bi xwe nehiþtiye ?!An malbata wî nehiþtiye ?!

Heger wilo be, ev tiþtikî din e û þaþîtiyeke mezin e ...  

Tiþtê ko ez zanim; Cegerxwîn yê tevayî gelê Kurd e, ne yê vê rêxistinê ye û ne yê wê rexistinê ye, wek ko ji malbata xwe re cihê payebûnê ye weha jî ji gelê Kurd re.

Cegerxwîn ji gelê Kurd re sermiyanekî sembolî ye, ji mafê her kesekî Kurd e, ko di nav xelkên cîhanê de xwe pê paye û berz bike, lê ne ji mafê rêxistineke kurdî ye, ko di nav Kurdan de xwe pê paye bike, û li ser navê wî hêviyan ji rêxistina xwe re ava bike.

Em bi hêvî ne, ko ji îsal û pêve tev rêxistinên kurdî bi hev re weha bîranînê li darxînin, û wek nivîskar û helbestvanekî Kurd nikarim xwe ji ber weha bîranîn bidim aliyekî, û kîjan rêxistin bîranîneke weha li darxîne em jêre amade ne û spas ji we re.

Konê Reþ....Qamiþlo 23-10-1999