|
Serma
û Seqem Bîranînan Tevdidin Konê Reþ
Serma û seqemek bê deng dibare, bejna xwe li dîwarê mala min
dipêçe...Kaxet û maxetên ku ji ber ba û bahozê reviyane, tev li bin
guhê hev ketine, di cadê de kom û belawela xuya dikin...Ew jî bi navê mêraniyê
dikarin bang kin û mikur neyên ku reviyane û têkçûne...
Dara Spîndarê, eva bejinbilind a ku bahoz
wê ji qurim ve dihejîne, ew jî dikare bibêje, ku ez ji kêfa hatina
biharê re diraqisim...
Belê bilbilo! Te wek pisîkekê xwe di nav
pelên dara beriwê de, li hev pêçaye, çavên xwe beloq kiriye, guhên
xwe miç kiriye û bi lewlewî tu dixwînî...
Tu dikarî bibêje, ku tu bi gotinê sebra
xwe, bi vê dara kevnar re, eva ku bi sedê bahozan di ser re derbas bûye tîne...
Hem jî tu dikarî bibêje, ku ew dar veþartokên
jiyanê ji te re dibêje...Û tev çûk û çivîkên ku li ser datînin ji
bo te ne, ne ji bo dara beriwê ne...
Daristana di orta bajarê Qamiþlo de jî,
dikare bibêje, ku serma û seqem newêrin nêzîkî bedena wê bibin ...Di
vî heyamî de her tiþt dibe...Tiþtekî ecêb nebîne ...
Ji ber ku ev heyam, heyamê derew, xap, vir
û guhertinan e... Tu
dikarî di xewin û xeyalên xwe de her tiþtî ava bike û bibêje restî
ye ...Mînak te bawer dikir ku xwefiroþek bibe welatperwer?! An gurek bibêje
ez bûme berx û va ez di nav berxan de diçêrim?!
Bê
guman ev tiþtane ji berî bûyerên 12 azara 2004 an de dibin û bi rengekî
aktiv di pey re...Bûyerên 12 azarê û rêjîmê hiþtin ajan û xwefiroþ
bibin leheng, bizdok û newêrek bibin têkoþer, virok û derewîn bibin
rastgo û cihê baweriyê..Û Beko pir bibin...
Bûyerên 12 azarê çav kor kirin..Ta
pileyekê ku kes nema Çirto û Virto ji hev nas dike ...Çirto me girê
dide û Virto dibe leheng....Û yê ku þerm û fedî neke her tiþt li
bejin û bala wî dixwe...
Erê, serma zor e û bahoz hin caran bîranînan
di ser hev re diqulipîne ... Gelo!
Tê ji gur bawer bike dema postê berxikê li xwe bike, ku bûye berxik...?! Rojekê bîranîn bi gel re qelp
derneketine...Bîrdanka gelan di ser guhan re nehatiye avêtin, her ew bîrdanik,
warê lêvegerê ye ...
Gel bi bîranînên xwe dara beriwan û
dara derewan ji hev nas dike..
Vêca, bela tev kaxetên sikakan di quncikên
kolanên Qamiþlo de kom bibin û çendî ba û bahoz radibe bela rabe ...
Ev ne cara yekemîn e ku serma û xwefiroþ,
bi hev re, bi ser me de dibarin... Û
ne cara yekemîn e ku tûmê stiriyê çavbeloqê dibêje, ez dara beriwê
me ..
Belê bi tenê ji bo bîranînê em dibêjin,
ku dîrok tu carî namire, bi dawî nabe, ne diqele û ne ji nû ve þîn
dibe ...
Her tiþt li maka xwe vedigere, (çox nabe
pox û pox nabe çox), û ew kirasê derewîn ku hina li xwe kiriye...Ez ne
bawer im ku wê bi berdewamî karibin wî kirasî li ser bejin û bala xwe
bihêlin....Wê zû di ser xwe re bavêjin û ji xwe kin ...Nexasim pêþberî
Mamostayê xwe, û dawiya wan wê pêre eþkere bibe û derkeve...
Hingê dibe tu jî mîna min bike hawar ...Çawa
dikarîbûn ta vê gavê me bi xapînin..?!
Baranê bibar bibar, bayo bike guvîn,
bahozê bike gurîn belkî bîranînên me bilivin û þiyar bibin...Tevî vê
rewþê, me têra xwe êzing û ardû ji serma zivistana welat re amade
kiriye û daniye. 26/02/2006
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org