|
Sersaxî
bo Sînemxan keça Mîr Celadet Bedirxan malbata
nivîskarê kurd Selah Sadellah Û Birêzan
! Malbata
Sadellah li Zaxo Sînemxana
Mîr Celadet Bedirxan Azad
û Dilnaz, zarokên rehmetî Ezbenî,
bi dilekî xemgîn me nêçeya oxirkirina dawî a nivîskar û rewþenbîrê
kurd Xwedê jê razî Selah Sadellah sehkir…Dereng bû ji çûna wî re, hêj
gelek kar û barên xebatê li hêviya wî bûn, gelek projeyên wî di nêvî
de man..lê em çi bikin karê dinyê waye, dinya baqê nîvciye…Qedera bê
ewle jî bi rola xwe radibe…Belê tevî wiha, rehmetî kêmanî nekir û
pirtûkxana kurdî bi berhemên xwe dewlimend kir.. Bêguman
em jî bi we re beþdariya þîna wî dikin, sersaxiyê ji we û gelê kurd
re hêvî dikin û bi dengekî bilind dibêjin bela serê we, serê gelê
Kurd û rewþenbîrên kurd sax be, cihê rehmetî bihiþta rengîn be. Konê
Reþ Qamiþlo
19/10/2007 Nivîskarê
Kurd Selah Sadellah kî bû ? Selah
Sadallah Nivîskar
û rewþenbîrekî
Kurd bû,
zavayê Mîr Celadet Bedirxan
bû, ango hevserê
Sînemxan bû.
Îro (19/10/2007), li
baþûrê Kurdistanê, bajarê
Hewlêrê koça dawî kir û di eynî rojê de, ew
bi awayekî rêk û pêk, bi beþdarbûna cemawerekî mezin ji dost, heval
û kesayetiyên berpirsyar li bajarê wî Zaxo hat veþartin. Rehmetî
xwediyê xebateke dirêj bû di warê çand û edebiyata kurdî de zêdetirî
20 pirtûkan
nivîsandiye. Selah Sadellah
bi ferhenga xwe ya
Ingilîzî - Kurdî a bi navê (Ferhenga Selaheddîn)û
her wiha bi pirtûkên wergerên ji Îngilîzî bo Kurdî,
wek Berfên Kilîmencaro, romana Ewê Dîplomatik,
hem jî
ji Erebî bo Kurdî dihate naskirin. Vê
dawiyê rehmetî Selah Sadellah pirtûka Ehmedê Xanî (Mem û Zîn) ji Kurdî
wergerandibû Ingilizî, ew berî mirina xwe bi çapkirina wê berhema xwe
re mijûl bû. Hem jî pirtûkek li dor kurdên Suriyê amade dikir.. Konê Reþ Qamiþlo
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org