|
Seydayê
Keleþ 1930
- 2007 Stêreke
din ji asmanê helbesta kilasîk a kurdî rijiya Konê
Reþ
Di roja 18 meha cehzeran de 2007, Seydayê Keleþ( Mele Hisênê Bizgûrî)
xatirê dawî ji me xwest û çû ber dilovaniya Xwedê, di mala xwe de li
bajarê Qamiþlo.
Di eynî rojê de, di gel cemawerekî zexim ji evindarên peyva kurdî
a resen û rêxistinên kurdî, termê wî hat spartin xaka sar û cemidî,
di rex gora Kemal Ehmed, Þêxmûs û þêx Maþûq de, di goristana Qudûr
Beg de li Qamiþlo.
Seydayê Keleþ di sala 1930 î de li gundê Bizgûrê ji wîlayeta Mêrdîne
li kurdistana Serxetê(Tirkiyê), hatibû jiyanê. Di 6 saliya temenê xwe
de bav û diya wî diçin ber dilovaniya Xwedê, ji feqîrtî Binxet dibe.
Li Binxetê, di temenê 10 salî de, dest bi xwendina olperestiyê
kiriye, di sala 1945 an de, dest bi karê welatparêzî û xwendina kurdî
kiriye û dan û standinên wî bi rewþenbîrên wê hingê re çêdibin
wek Cegerxwîn, Qedrî Can, Mele Ehmed Namî, Seydayê Tîrêj.. û bi wan
re dest bi hunandina helbestê dike.. Ji ber ku wî ji biçûkaniyê ve,
gelek zilm û zor dîtibû û di gelek cûreyên kar û xebatê kiribû, ji
bo pêkanîna gepa nanê xwe û zarokên xwe; ji cotkariyê, þivantiyê,
palayiyê û avakirina xaniyan, ji ber van yekan, piraniya ristên wî bi
dijwarî û xurtî êrîþî zordestiyê, sitemkariyê û bindestiyê dike,
û li dor rewþa gel û welatê xwe bi xurtî sekiniye; ji serketinên
welatiyên xwe re lîlandiye û ji têkçûnan re hawar kiriye.. Seydayê
Keleþ Xwedî 8 dîwanên Helbesta ye: Ji Dîwanên
wî yên çapkirî: 1 – Em
û Dijmin 2 – Rêka
Gel 3 –
Derdê Millet 4 –
Ronahî 5 –
Xebat 6 –
Gotinên Pêþiyan Yên
destnivîs sê dîwan û bîranin e: 1 –
Helebçe 2 –
Berbang 3 –
Baxistan 4 – Bîranînên
Min
Di guhestina termê wî de, çend gotin hatin xwendin, ji wan gotinan
a rewþenbîrên kurd li Binxetê, ya ku min bi devikî, li ser daxaza heval
û hogiran got:
Çax û demê we xweþ be, hun bi xêr hatin û bi xêr vegerin Spas ji
we re, ji hatina we re, ji beþdariya we re..
Bêguman iro stêrek ji asmanê helbesta kurdî a kilasîk rijiya. Ew
stêr Seydayê Keleþ e. Seydê Keleþ rewþenbîrekî ji nifþê piþt
Hawarê bû, yek ji wan kesan bû, ewên ku xeleka rewþenbîriya kurdî di
nav kurdên sûriyê de, bi zimanê kurdî bi berdewamî gerandine, mîna
Cegerxwîn, tirêj, mele Namî, Qedrî Can.. Ango ew jî li ser rêbaza
kovara Hawar ê û Mîr Celadet Bedirxan meþiya ye. Wî jî dengê xwe tevî
dengê Mîr Celadet Bedirxan kiriye û gotiye:( Kuro ! Eybe, þerme, fihête
an hînî xwendin û nivîsanina zimanê xwe bibin an mebêjin em kurdin…)
Erê seydayê Keleþ xelekek qewîn bû di navbera rewþenbîrên
kevin û nû de..
Em wek rewþenbîrên kurd li Binxetê, bi coþeke gur û gerim
Seydayê Keleþ bi oxir dikin û spasiyên xwe ji hemî kesên ku beþdarî
xatixwestina wî bûne pêþkêþ dikin. Seydayê
Keleþ, yê me tevaye, yê civata xwe ye, yê Kurdewariyê ye…Em bi we re,
jêre dilovanî û bihiþtê ji Xwedanê gewre hêvî dikin. Konê Reþ Qamiþlo
18/06/2007
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org