Þînname ji birêz Elî Qazî re

 

Mîrzayê bi rûmet Elî Qazî Serokê malbata Pêþewa Qazî Mihemed

 

Silav û rêz

Ezbenî ! Bêguman di heyamê Komara Mehabad de, bav û kalên me ji pêþewa Qazî Mihemed û hevalên wî re, di lîlandin û li çepkan didan...Va dor 60 salî di ser wî heyamî re derbas dibe...Lê hêjî dengvedana navê pêþewa Qazî Mihemed û hevalên wî di guhên me de li hev vedigere..Her ku em navê (Qazî) seh dikin,di derhal de navê pêþewa Qazî Mihemed û hevalên wî têne bîra me ...

Di van rojan de,dema me sehkir ku, Fetahxanê Seyfî Qazî, kurê Mihemed Hisênxanê Seyfî Qazî, yê ku wezîrê cenga komara Kurdistanê bû li Mehabadê û þêwirdarê serokê komarê bû ,di qezayeke tirafîkê de canê xwe ji dest berdaye ..

Em bi vê nûçeya diltejîn re,gelekî li ber ketin û pêre pêre gelek tiþt li dor komara kurdistanê û pêþewa Qazî  û hevalên wî hatin bîra me ...

Yezdanê dilovan tevan di buhiþta xwe de þad bike..

Em jî sersaxî û serxweþiyê ji malbata Qazî,ya bi nav û deng di kurdistanê tevayî de,di xwazin û ji Yezdanê gewre hêvî dikin ku wan ji belayan bi parêze ..

Ezbenî ! Heger bav û kalên me,di danîna binghê komara Mehabadê de govend gerandin û lîlandin..di sêdarkirina pêþewa Qazî û hevalên wî de þîn kiþandin,va îro em jî,bi we re beþdariya þînê,di koçkirina Fetahxanê Qazî de dikin...

Serê gelê Kurd sax be ,serê malbata Qazî sax be ,yên mayî her dem di xêr û xweþiyê de bijîn ..

 

Konê Reþ

Qamiþlo 04/11/2005   

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org