Silavek wefadarî

Di çilrojiya koçkirina Seyd Remezanê Berzencî de

 

Konê Reþ, Qamiþlo 21/11/2004

 

Îro(21/11/2004) çil roj di ser koçkirina dawîn ya buhiþtî Seyd Remezanê Berzencî re derbas dibe.

Seyd Remezan yek ji navdarên melayên kurd yên welatparêz û bi rûmet bû di nav kurdên herêma Cizîrê de.Ew ji mele Ebduqudusê Cemîlê Seyda û Cegerxwînê Hesarî fêrî kurdewariyê bûye,û di bin bandora helbestên Cizîrî û Cegerxwîn de xwe berdaye nav cîhana tore û wêjeya kurdî û daye pey navdarên kurdan û wiha pirtûkek ji 5 cildan amadekiriye bi navê (jînenîgariya zanyar û oldarên kurdan di kurdistanê û sirgûnê de) û yek bi navê (Jînenîgariya helbestvanên kurd ).

Di gel ku wî car caran helbest ji xwe re di hûnandin..

 

Navê wî Remezanê Silêmanê Îbrahîm bû,bi navê Seyd Remezanê Berzencî di nav kurdan de hatibû nas kirin,ew ji malbata Berzenciyane ya ku bi nav û denge di kurdistanê de .

Ew di sala 1930 î de li gundê Miherkan ,nêzîkî Tirbespiyê çêbûye,xwendina xwe li gundê Xizna ,ber destê Mele Reþîd bi dawî aniye.di sala 1949 an de li gundê Cimayê ,bareþî Qamiþlo cîwar bûye,di sala 1965 an de mala xwe barkiriye herêma Kîkan ,gundê Þora Þerqî ,lê bûye mela ta ku çûye ber dilovaniya Xwedê,û di goristana eynê gunde hatiye veþartin...

Rehmetî zanyarekî olî bû,hem jî kurdperwerekî dilsoz,wefadar û wêrek bû,di destpêka damezirandina Partî de li sûriyê ji kesên pêþîn bû ku bûye endam û xebat ji dil û can di ber de kiriye û di nav re gelek caran toþî rêtengî û bersivdanan ji rêjîmê ve bûye...

Ji sala 1992 an de xwe dûrî karê rêxistinî kiribû,dest bi danheva jînenîgarî û serboriya zanyar ,oldar û helbestvanên kudan kiribû..

Ji þîretên wî ji xortên kurdan re:

((Divê mirov nebe hevalê pîsan,heta ji mirov bê,qenciyê bike,û ya herî baþ ewe ku,mirov netwa xwe bi parêze û xizmeta gelê xwe bike,razîbûna Xwedê jî têde heye,ji ber ku her kes berpirsyarê dema xwe ye,berpirsyarê mal û malbata xwe ye..))

Silav li te be Seyd Remezanê Berzencî,silav li wî kar û barê te be,silav li bizav û berxwedana te be,silav li kurdewariya te ya resen be..

Min tu wek (Xocakî Xizir) nas kir,dema ku ji niþka ve,tevî wê kalitiya xwe, te li dergehê nivîskar û helbestvanan dida ,da ku tu jînenîgarî û berhemên wan tomar bikî... sed rehmet li giyanê te bibare ,buhiþt mala te be.

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org