Zeriya Min !

Dema Sira Bayê Xerbî Radibe..

  

Konê Reþ, 03/05/2004

 

Zeriya min  !

Dema sira bayê xerbî

Bi ser min de radibe û

 Xwe li min dipêçe

Meh û demsal

Li ber çavên min

Di ser hev re

Diqulibin û difitilin ..

Baran li ser peravê dilê min

Di bare û

Gemî di nav bêrîkirina

Evîna deryaya te de

Binav dibin..

Tevzînok bi laþ ve

Hildikiþin..

Xwîn

Di damarên rehên min de

Dikele û

Êdî nema tilî

Bi daxwazên dest

Radibin ..

Wiha hestê þeþan

Di nav demsal, baran û reþewran de

Ji xew þiyar dibe.

*     *     *

Zeriya min !

Dema bayê xerbî radibe

Te,

 Di ciwantirîn, naziktirîn û spehîtirîn

Rewþ de dibînim û

Xwe,

Di bilindtirîn

Pileyên helbestvaniyê de

Dibînim ..

Pêre-pêre jî

Li biçûkaniya xwe

Vedigerim û wiha

 Hilma te

Dengê te û

Wêneyê te

Di hiþ û xeyala min de

Diçin û tên...

*     *     *

Zeriya min !

Dema bayê xerbî bi ser min de

Dibare ..

Dengê awazê pêlan

Di nav damarên xwîna xwe de

 Seh dikim û

Hezkirina min ji te re

Di girêdana di nav demsalan de

Di þoreþa volqanan de

Di reqsa gulan de

Di afirandina bilbilan de

Diyar û eþkere dibe ..

Dawî dibînim ku

Hezkirina min ji te re

Çîrokek ji çîrokên

Pirtûka evîndara ye.

*     *     * 

Zeriya min !

Dema bayê xerbî radibe

Êdî nema karim wek

Evîndarekî þaristanî

Bi te re bigirnijim û bikenim

Tev þaristaniya xwe

Di ser guhan re davêjim

Tev nivîsandinên xwe didirînim

Pirtûkên xwe diþewitînim û

Biryarê distînim ku

Ezê bê pêþwazî

Te hembêz bikim..

Bê þahî û govend

Bê pênûs û xame

Te li rex xwe deynim..

Nivîsandina di navbera

Yekî weke min û

Zeriyeke weke te de

Gunehkarî ye Zeriya min û

Bidûrxistina qederê ye