|
STRANEK PESIN JI VÊ ROJÊ RE
Konê Reþ
Her roj em kar û barên xwe dikin… Her roj em hev dibînin û di kêleka
hev re derbas dibin.. Carna silavê li hev dikin, bi hev re xeber didin û
carna ji ber qerebalix û xirecira kolanê, bargiraniya lazimyên rojane, em
di ber hev re derbas dibin bêyî ku em silavê li hev bikin… Her roj navê
bav û kalikên me li ser zimanê me ye, em pesnê xwe bi wan didin û xwe
bi wan paye dikin…
Her roj xelkên me kar û barên xwe dikin; Hin firax û miraxên xwe
tev didin, kom dikin, karê xwe û çûna Þam, Heleb û Beyrûtê dikin..
Hin, tevî zarokên xwe derdikevin seyrangehan.. Hin bazirganiya xwe dikin..
Hin e'rebokên xwe dehif didin û bang dikin; Werin bacana, xiyara û
petata.. Li cihekî jî çend karker avaniyekê ava dikin.. Gundiyek jî sîtilek
mast û kîsek di destê wî deye, bi lez di sikakê re derbas dibe.. Hecî
Osê jî, berjorî asman dibe, tika û lava ji Yezdan dike ku baranê bibarîne
û dibêje; ku vê heftiyê baranê ne bare wek salên derbasbûyî wê bibe
xela û wê welatyên me koçber binin…
Erê, her yek ji tûrikê xwe xeber dide û hay û bayê kesî ji vê
rojê nîne. Ev roja ku pêwendiyên me û gotinên kurdî yên nivîskî bi
hev re hatin hûnandin û girêdan.. Ev roja ku em têde bûne xwedî
rojname..
Erê, îro em bi gotinan bi hev re dijîn, gotin dihêlin ku pewendiyên
me ji hev qut nebin.. Ew gotin xweþ bin an ne xweþ bin… Bi dengekî
bilind bin an bi dengekî nizim bin… Em di wan gotinan de fikirî bin an
piþtî xeberdanê em di wan de fikirîbin… (Qenckiro bi xwe kiro,
xerabkiro bi xwe kiro..), (Li serê cara hêr hêr meke, tiþtê bi te nexweþ
bi hevalê xwe meke…)
Û wiha, em di kolan û sikakên kevin û gemorî re derbas dibin…
Ew kolanên ku berî me gelek kes di wan re derbas bûne û xwestine rexên
wan yên din bibînin û nas bikin bê çi nûbûn li wî rexê wan heye…
Belê, ez xweþ bawerim ku gelek tiþtên xweþ û veþartî di wî
rexê kolanê de hene.. Pêwîste em li wî rexî bigerin, di rêke dûz û
berfireh re, a ku hêj em têre ne meþyane, bimeþin û li cihekî aram, bêdeng
û xemrevîn rast bên..
Erê gelek ji bo vê rojê mirine, canê xwe kirine gorî… Werin em
ji navê wan re bilîlînin, gurzên gulan ji wan re bikin diyarî.. Ewên
ku ev roj nîþanî me kirin û hiþtin em bigihêjin vê qunaxê… Ewên
ku di sirgûnê de, di bin þert û mercên çetin û dijwar de, tîp danîn
ser tîpan, pir di ser çeman re bilind kirin, xaka bor bi pênûsên xwe
xepartin, gul, kulîlk û nêrgiz ji me re çandin, diyarî me kirin û
gotin: (Kurd ji gelek qewma zêdetir xweyî hiþ û zeka ne, camêrin, di
dînê xwe de rast û qewîn e. Xurrtin û dîsa wek qewmên dî ne xwendan
e, ne dolimendin. Dinyayê de çi dibe, cîranê wan Misqof çawa ye, wê çi
bike nizanin. Loma riya Xwedê de min ev cerîdeya ha nivîsî, bi îzna
Xwedê te'ala paþ niho her pazdeh roja de carekê, ezê cerîdeyekê binivîsim.
Navê wê min kiriye (KURDISTAN), vê cerîdeyê pêde ezê behsa qenciya
ilim û me'arîfeta bikim, li kûderê mirov die'lime, li kûderê medrese
û mektebên qenc hene, ezê nîþa kurda bikim. Li kûderê çi þer dibe,
dewletên mezin çi dikin, çawa þer dikin, ticaret çilo dibe, ezê hemiya
hekat bikim. Heta niho kesî cerîdekî holê nenivîsiye, ev cerîdeya mina
ha ya e'wilî ye… Gelî ûlemayên Kurda çawa hûn we'iz û nesîheta nimêjê
didin, welê dive, hûn mîr, axa û kurmancan dinasin, wan teþwîqa zanîna
ilim û me'reîfetê bikin, riya qenc nîþa wan bikin, hekî hûn wê
nekin, gunehê hemiya stûyê we ye…)
Mîr
Miqdad Medhet Bedirxan: Rojnameya Kurdistan, 22/04/1898, hejmar(1)
Stranek pesin ji berxwedana gotinê re… Stranek evînê ji vê rojê
re.. Silav û stranek pesin ji vê qunaxê re… Ji ilim û zanînê re, ji
hezkirin û mirovahiyê re, ji pesin ji qenciyê re, ji evînê re.. Evîna
ku ji her gotinê mezintir e, ji her sînorî firehtir e, ji hezkirina jin,
zarok û welat bi hêztir e.. Evîna ku me ji þînê diparêze, geþbîniyê
di hinavê me de diçîne.. Erê, gotin ronahiye û siya evînê gotine..
Bi vê helkeftina pîroz, roja pîroz, di vê buhara rengîn de mirov
dikare her tiþtî bike û dest bi her gotinê bike.. Li ber dergehê vê
rojê, vê qunaxa nû, werin em bi hev re stranek evînê bibêjin, bi hev
re bilivin, bi pêþ de herin û di bin tava heyva vê nîsane de govend û
dîlanê, ji roja rojnamegeriya Kurdî re bigerînin..
Mirov du caran gulan dike diyarî, di þîn û þadiyê de.. Berî
heyvekê, li ser daxwaza hin hogiran, min çend kulîlk ji mirovekî nesax
û têkçûyî re kirin diyarî… Va îro ez gurzek gul ji pêþeng û
lehengên rojnamegeriya Kurdî re, bi herdu destan pêþkêþ dikim û bejna
xwe ji wan re ditewînim. Dawî
dibêjin: Hevalno! Cejna we pîroz be û stranek pesin ji vê rojê re. 14/04/2009 Qamiþlo
*Min ev
gotar ji Netkurd ê re jî þandiye û têde belav bûye.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org