Welatîno ! Binxetîno  !

 
                                    Konê Reþ ( Di 48 saliya damezirandina Partî de )

 

Welatîno !

Niha û ne sibe,

Pêwîste em zanibin;

Em kîne, me çi divê û  me çi kiriye..?!

Îro, bi rengekî awarte

Pêdiviye ,em cih û nasnameya xwe nîþan bidin..

Pilanên paþerojê ji pêvajoya xwe re diyar bikin.

Piþtî 48 salan ka berê tevgera me li kû ye ?!

Pêwîste em bigihêjin kûderê ?!

Rêkên ku me bigihînin armancên me

Çilo û çawa ne..?!

Kîne pêþkêþ û zanyarên me,ku berê kerwan me bidin oxirê û

Bi pêþde bi livîn in ..?!

Mîna Dr.Nûredîn Zaza,Osman Sebrî û

Vê paþiyê þêxê þehîd Maþoqê Xiznewî...

 

Binxetîno !

Paþmayînê em westandine

Pirbûna navê rêxistinan em þaþ kirine...

Weþandina belavokên berberiyê em gêj kirine..

Bîranîn û serboriya damezirandina Partî ya 12 çuqlî

Em ji hev belawela kirine..

Gewlo ! Raste : Xeta xwar ji ga yê pîre ..?!

 

Welatîno !

Þiyar bin û pêlavên xwe baþ di lingên xwe de biþidînin..

Xweþ zanibin em di navbera hebûn û nebûnê de ne..

Piþtî 48 salan hêj ,

Nasnameya me,zimanê me,adat û teqalîdên me

Li ber talanê ne...Gelo ! Çare çiye ?!

 

Binxetîno !

Niha û ne sibe..

Pêwîste em di ser tevan re bin..

Welatînî di ser hoz û êlê re be..

Pêwîste em xwe amade bikin

Ji dermankirina birînên Binxetê re û

Ji birînên wê pirtir nîn in..

 

Welatîno !

Pirbûna birînên Binxetê

Bi kêrên hin welatiyan in û

Gelek jî ,bi kêrên heval û hogiran in..!

Û yên herî pirtir bi destê neyar in welatîno !

 

Mêzekin ,bê çawa mîlên demê bi paþ de vedigerin..!

Mêzekin bê çi li Qamiþlo qewimî û di qewime ?!

Û çawa nasnameya kurdî di bazara xeraban  de tê firotin  ?!

 

Piþtî 48 salan

Neyar bi xurtî li dergehê me dide û

Xweþ dizane bê çi divê ?!

Hêj em nizanin bê me çi divê ?!

Gelo raste,piraniya serokên partiyên me

Wek ku heyranên canê xwe û

Razîkirina jinên xwe ne

Wiha ne heyranên mafê gelê xwe ne !!

 

Kanî perwerdekirina niþtimanî di nav gel de ?

Kanî sirûdên Cegerxwîn, Osman Sebrî û Namî ?!

Ku naþî û xort bi wan bêne perwerde kirin ?!

Çima em dûrî perwerdekirina niþtimanî ketine ?!

Çima, em nema wan destên avakirin û danê dibîn in ?!

Û destên ku bi berdewamî dibêjin kanî ..Li ber çavên me ne ?!

 

Werin Binxetîno werin !

Em ji nû ve destpêbikin û dergehê kevin bi tev kul,

Êþ ,jan û birînan ve bigirin

Îro ne sibe, bi coþeke mezin û hêviyên gur destpêbikin;

Qamiþlo û Binxetê ji nû ve ava bikin, erê ava bikin..

 

Welatîno !

Werin, em wan kesên ku

Ji dil û can xwe di ber welat de westandine

Xelat bikin û wan

Kesên ku bazirganî bi navê welat kirine û dikin û

Kesên ku bi dizî ji europa zêrevaniya me dikin !!

Navê wan eþkere û belû bikin..

 

Welatîno !

Piþtî 48 salan

Pêwîste em pêlekê rawestin

Bi ponijin...û her yek ji me pêleke dirêj

Bi xwe tenê re raweste,

Da ku em ya rast bi zelalî bibînin

Ji ber ku em þaþomaþo,

li ser çar diryanan mane...

werin em pêlekê rawestin û

Bê ku em derewan bikin an

Em tawanên belaþ bidêrin,

Wek ku hin didêrin û

Bi dizî bi dûv kerwanê neyar de dibezin..

 

Welatîno derenge !

Pêwîste em ji niha ve bilivin û

Her yekî xwedî maf be

Em mafê wî bidinê..

Ta ku em karibin bibin welatiyên

Binxeta þêrîn, erê Binxeta þêrîn.

 

 

Konê Reþ

 

Qamiþlo  14/06/2005

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org