|
YOBÎLA ALMASÎ Di 75 saliya Kovara (HAWAR)ê de Konê Reþ
((
Hawar zarokeke nûza ye, zarowa me ye; zarowa kurdan e. Wek her zaro bi
xweytiya dê û bav, bira û pismamên xwe dikare bijît. Her kurd dikare arîkariya
Hawarê bike. Tu
kes mebêje ko, ez mirovekî reben û nekêrhatî me. Ji min ji diayê pêve
tiþtek nayê. Belê tu kes vê xeberê mebêje, her kes bi tiþtekî, bi
awakî dikare bê hawara Hawarê…)) Mîr
Celadet Alî Bedirxan: (Hawar,
hejmara pêþîn, rûpelê pêþîn,15 ê gulana 1932) Bi
hatina 15 ê heyva gulanê, sala îsal 2007, kovara Hawarê dikeve Yobîla
Almasî de. Ango 75 sal di ser derçûna (HAWAR)ê re derbas dibe. Ev
kovara ku yekem car e di dîroka kurdan de, bi tîpên latînî hatiye weþandin
û ji hingê ve zimanê kurdî bûye zimanekî xweser.. HAWAR,
kovareke panizdeh rojî bû, di warê ziman, ferheng û rewþenbîriya kurdî
a têvel de þoreþeke nû bû û dûrî siyasetê bû. Her wiha xwediyê wê
Mîr Celadet Bedirxan di rûpelê pêþîn û rêza pêþîn de, armancên
Hawarê diyar kirine û dibêje: ((Hawar
dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e, xwenasîn ji me re riya felat û
xweþiyê vedike...Hawara me berî her tiþtî heyîna zimanê me dê bide
nas kirin. Lewma ko ziman þerta heyînê a pêþîn e...Hawar jû(ji iro û)
pêve bi her tiþtê ko kurdanî û kurdîtî pê bendeware, dê mijûl
bibe. Tenê siyaset jê dûre, xwe naêxe siyasetê. Hawarê siyaset ji
civatên welatî re hiþtiye. Bi siyasetê bila ew mijûl bibin. Em jî
di
warê zanîn,
huner û sinetê de dê bixebitin.)) Wek
ku hûn tev dizanin xwedî û
berpirsiyarê
kovara HAWARê
Mîr Celadet Bedirxan bû. Cih û warê çapa wê wek ku li ser hatiye nivîsandin: Çapxana
Tereqî 1932 Þam / Taxa Kurdan. Di
destpêkê de, bi tenê Mîr Celadet û birayê xwe Dr. Kamîran bi nivîsarên
xwe, Hawara kurdan dineqiþandine, û bi gelek navan, bi tenê Helbestvan
Qedrî Can, ji hejmara pêþîn de bi wan re beþdarî kiriye. ango ew
nuxuriyê Hawarê ye. Di hejmara dudiwan de, Osman Sebrî xwe berdaye nav
kerwanê nivîskarên Hawarê. Di hejmara sisyan de, Hemîd Ferec ji
Kurdistana Baþûr Hawar piroz kiriye û Dr. Ahmed Nafiz beg Zaza, wek bijîþkê
Hawarê, di quncika bijîþkî de nivîsandiye. Lê ji hejmara çaran û pêde,
hawar bi helbest û nivîsên van kesan hatiye xemilandin wek:: Cegerxwîn,
Mustefa Ehmed Botî, Nûreddîn Zaza, Lawê Findî, Hesen Hiþyar, Reþîdê
Kurd, Ehmed Namî û Qedrî Cemîl Paþa..Hwd Hem jî ji Kurdistana Baþûr
van nivîskarên bi nav û deng di Hawarê de nivîsandine wek: Fayiq Bêkes,
Goran, Tewfîq Wehbî, Þakir Fetah, Hevindê Sorî, Abdulxaliq Esîrî, Pêrût,
Lawikê Kurd ..hwd. Her wiha rûpelên Hawarê ji wan kesên ku nû xwe fêrî
xwendin û nivîsandina kurdî kiribûn vekirî bû...Belê beþê fransîzî,
ji bil ku Mîr Celadet û birayê xwe Dr. Kamîran, bi gelek navan di vî beþî
de dinivîsandin, van kurdenasên biyanî ew beþ dixemilandin wek: Pr.G.
Michaelian û R. Lescot. Emê
vegerin ser kovara (Hawar)ê, ewa ku me got kovareke 15 rojî
bû, belê cihê daxê ye ku ev kovar ji ber rewþa aborî û ciyopolotîkî,
tev hejmarên wê li ser hev nehatine çapkirin li gor programê xwedîyê wê,
û paþê jî hatîye rawestandin. 57
hejmar ji HAWAR ê, di navbera sala 1932 an û sala 1943 an de,
hatine weþandin. Ev kovara bedew û spehî, ji ber rewþa abûrî di sê
qunaxan re derbas bûye, ta ku hatiye rawestandin. Di gotara bi navê (sê
tarîxên Hawarê) de, hejmara 27sala1941, mîr Celadet wiha dibêje: Tarîxa
pêþîn, 15 gulana 1932an, di vê tarîxê de, gazî û hawara kurdanji dil
û devê wan ketine nav rêz û û xêzikên çend rûpelan û kovarek kurdî
anîne pê, ji kurdan re Hawar, hawareke nû, hawara zanîn danzanînê
za..Temenê Hawarê yê aktiv sê sale, lê ji ber rewþa abûrî , ya ku Mîr
têre derbas dibû, yazdeh salan pêre dirêj kiriye. Hejmara
pêþîn (1) ji vê kovara bedew di 15 ê gulana 1932an de
hatiye weþandin, hejmara dawîn ( 57 ) di 15 ê tebaxa 1943 an de
hatiye weþandin Hawar,
ji hejmara 1- 23, di roja 25 tîrmeha 1933 de, bi dûv hev de hatiye
weþandin, hejmara 24 an di roja 24 ê nîsana 1934 an de derketiye,
hejmara 27an di roja 15 nîsana1941 ê de hatiye weþandin,
ta ku hejmara dawîn 57di roja15 ê tebaxa 1943 an de hatiye weþandin
û êdî nema Hawarê ronahî ditiye. Ku
mirov bi kurahî, di wan salên dawîn de, li rewþa mîr Celadet mêze bike
û gotara wî a bi navê:( Emelyata ko di koxikê de hate çêkirin)
bixwîne, ev gotarê ku di Ronahî de, hejmara 25 an, sala 1944 an belav bûye,
hingê wê xweþ jêre diyar bibe bê Mîr di çi rewþek xerab de derbas
dibû, dema dibêje: Niho ez didim aqilê
xwe û dibînim;... ez bûme serserîkî dinyayê, bê mal û menal û war.. Dibêjin
ku ev kovar wek zêdeya kovara (Hawar)ê bû.
Bi
vê helkeftinê dixwazim li ser kovarên ku bi kurdî têne weþandin
rawestim. Bi rastî, em kurdên Binxetê û Libnaê, ta roja îro, em negîhane
ku em kovarekê an rojnameyekê wek HAWAR û ROJANÛ, zengîn bi naverok û
bi berdewamî derxînin. Tevî ku va di ser / 75 / sal di ser derçûna
Hawarê re derbas dibe.. Di heyamê Hawarê de, û tevî ku mîr Celadet bi
tena xwe Hawar derdixist, kovara wî di Þamê de, ji çêtirîn kovar di
nav kovarên Erebî û Farisî de di hat hejmartin . . . ... Mixabin
û sed mixabin, bav û kalên me Hawar ne xwendin ku em ji wan fêrbibin, þagirtiên
mîr jî alîkarî pêre nekirin û di pey re li ser þopa wî nelivîyan..
Her yekî ji wan xwe li alîyekî qirt, ji Cegerxwin bigire ta bi Dr Nûredîn
Zaza, Osman sebrî, Qedrî Can û weha...Vê yekê hiþt ku rojnamegerîya
kurdên Binxetê li paþ bimîne, tevî navên pir, ji kovar û rojnameyan,
nexasim navên ku, ji sala 1991 ê û bivirde derketine, lê naverok û
derketina her hejmarekî piþtî salekê an du salan tiþtekî xerabe, dûrî
þert û mercên rojnamegerîye. Wek nimûne, kovara ku piþtî Hawarê
dinav kurdên Binxetê de derketîye kovara Gulîstan e Cegerxwîn di
redakisyona wê de dikir û yek bû ji damezrênerên wê, ta niha bi tenê
34 hejmar jê hatine weþandin û weha Gelawêj û Stêr û Xwunav..hem jî,
ne redakisyon, ne navnîþan û ne berpirsên van kovaran diyarin û.. û Bi
vê helkeftina ku heyva gulanê, ji berî 75 salan ve sînga xwe ji kovara
Hawarê re vekirîye, û mizgînîya zayîna kovara(HAWAR)ê daye me,
em xwe gelkî bextiyar û kamîran dibînin û sed rehmet li giyanê Mîr
Celadet û Dr. Kamîran Alî Bedir-Xan û tev neferên malbata
wan bibare, buhiþt cih û warê wan be. Not:
Wek kurdekî guhdariyê li malbata Bedirxaniyan û rojnamegeriya wan
dikim, û bi berdewamî vê yekê diþopînim. Bi helkeftina hatina 75
saliya derçûna kovara Hawarê, ewa ku Mîr Celadet Bedirxan di roja 15
gulana 1932 an de li Þamê weþandiye, ku Yobîla wê a Almasî ye..Û li
ser daxwaza min û zimanhezên peyva kurdî a resen, me ji tev berpirsên
kovar û rojnameyên kurdên Binxetê xwestiye, ewên ku guhdaneke durist bi
rojnamegeriya kurdî dikin û xwedanên kovarên kurdî ne, ku ji her kovar
u rojnameyê berpirsekî wan di vê rojê de bi me re amade bibe, da ku em
bi hev re gengeþeya derketina kovara Hawarê di nav xwe de gifugo bikin,
hem jî, em li pêvajoya rojnamegeriya kurdên Binxetê vegerin û berpêl
bikin; bê di çend qunaxan re derbas bûye û sedemên paþketinê wê çine...Li
Jor, gotina mine ji bo wê rojê. Konê
Reþ 12/05/2007 / Qamiþlo |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org