Zêrevano
!
Konê Reþ
Þiyar
be
Zêrevano !
Destên
min
Bi
stêrkan dagirtîne
Ez
hawar hawara
Di
navbera (Serxet û Binxetê) de
Kom dikim
Bi
dûv gotina (Nan û Avê) de
Dibezim..û
Tu
zêrevaniya min dikî ?!
Çi
dinivîsim, bi kûde dirim û têm,
Bi
kêre didim û distînim..
Waweylê
li vê sosretmayê !
Raweste
zêrevano !
Ez
gelekî zelalim;
Girnijandinan
Ji
ser dêmê dayika xwe û te
Didim
hev,
Bismaran
ji henekpêkirina li xwe û te
Radikim
û hêjî
Tu
zêrevaniya min dikî.. !
Zêrevaniya
deryayê
Neke
Di
deryayê de
Nebe
nêçîrvanê masiyan
Ji
neyaran re,
Masiyan ne tirsine !
Xemgîniya
qeyikvanyan
Dûbare
neke !
Û
refê qitkan
Ji
ser xaka welatê birîndar
Bi
zêrevaniya xwe
Dîl
neke û
Ne
firîne.. !
Cihê
tu têre
Derbas
dibî
Nakokî
û berberî
Têde þîn tê û
Bêhna
genî
Belav dibe...
Pêlekê
raweste;
Tu
nikare gerdûnê bi zêrevaniya xwe
Zindan
bikî an
Aso
bi gelaciya xwe
Zinar
bikî..
Pêlekê
raweste
Da
ku sibe tu dîn nebe
Û
zarokên te nifiran li te ne kin
Çima
evqas Zêrevanî ?!
Gelo
raste :
Nav
li ber tavaheyvê
Têne nivîsandin ..?!
Pêlekê
raweste
Her
berê kerwan li oxirê ye
Seh
li dorê bi kewt kewtin
Xuyaye
tu nikare xwe
Ji
Zêrevaniyê biþo
Tu
ne bawere ku
Berik
ji kenê zarokan
Þerm
û fedî dikin û
Baran
tê xak pesnê xwe dide...
Xwe
bide alî
Zêrevano
û
Pêlekê
bigirî
Da
ku tu nêzîkî Xwedê bibî
Bigirî
da ku
Em
ji te bawer bikin ku
Tu
mirovî,
Tu
sitêrkan
Gulebaran
nakî,
Tu
darên bilind
Gunehkar
nakî..
Hay
be
Zêrevano
!
Yê
çê her li pêþiyê ye
Pozbilindî
nayê tewandin
Devê
elfabêya mirovantiyê
Qet
nayê dirûtin...
Tev
eynik wê bêne þikestin
Lê
bîranîn xwe ji pîjikên wan re
Xûz
nakin..
Bawer
neke ku
Bi
hebûna te
Berbang
di nav xwîna me de
Der
nabe ..
Û
çiya li xaka welat siwar
Nabin
..
Bi
dûr keve Zêrevano !
Tu
jî mîna Beko ye
Her
bi zêrevaniya xwe
Ji
neyaran re
Tu
çê ye.
27/04/2005
Qamiþlo
copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org