Zeriya Min !

Minê bêtir hez te kiriba..

Kone Reþ

-1-

Zeriya min !

Minê bêtir hez te kiriba ku;

Te Doda ji xeyala min

Avêtiba

Dêmê Xensê ji ber cavê min

Windakiriba

Besta Zixur û Kevirê Birûskê

Ji bîranînên min

Biriba..

Minê

Bêtir hez te kiriba.

-2-

Zeriya min !

Minê bêtir hez te kiriba ku;

Te karîba rêka kerwanê min

Dageranda

Te bihiþta çûk û çivîk

Bê xem

Sirûdên þahiyê bibêjin

Te kefa deryayê li ser

Bênderên Doda

Komkiriba û

 Agir bi rewrewka çolistanê

Xistiba..

Tu zanî Zeriya min ?!

 Hingê minê bêtir hez te

Kiriba .

-3-

Zeriya min !

Minê bêtir hez te kiriba ku;

Te dilê min ji hezkirina xwe

Daweþanda

Dilê xwe ji hezkirina min

Vala kiriba

Minê bêtir ji te hez kiriba .

Minê bêtir ji te hezkiriba ku;

Min bakur ji baþûr

Naskirina

Cudahî

Di navbera havîn û zivistanê de

Dîtiba ..

Wê hingê minê bêtir ji te

 Hez kiriba

-4-

Zeriya min !

Minê bêtir hez te kiriba hu;

Te ez ,ji vê sergêjekê,tayê,

halê û nexweþiyê

rizgar kiribama

ji vê heyr û belê

serbest kiribama

Bê guman minê bêtir

 hez te kiriba ..

-5-

Zeriya min !

 Minê bêtir hez te kiriba ku;

Xezalên mîna te

Careke din bi azadî

Di Beriya Mêrdînê de

Bi çêryana

Koçerên  zozana

 Bê tirs ji tixûban

Berê xwe bidana germiyana

Ava çemê Ceqceq û Xabûr

Wek heyamê berê

 Bi herikya..

 Hingê Zeriya min ;

 Wê nêçîrvaniyên mîna min

Xwe li ser xezalên mîna te

Kujtibana ..

Û roja îro ,

Tu ji min re ne dibû

kul û keder..

-6-

Zeriya min !

Minê bêtir hez te kiriba ku;

Min;

 Kul û xemên xwe ji te re

Bi dar vekiribana

Te;

Hêvî û daxwazên xwe ji min re

 Bi gotina

Me herdiwan

Bi destê hev bi girta

Hev birevanda Amedê

Xwe bavêta tor û bextê

 (Þêx Seîd Efendî)

 Þehîdê þehîdan

 

Ma, wê kê henek û tenazê xwe

Bi me kiriba Zeriya min ..?!

Ez hez te dikim

Vê hezkirinê

Ev gotinên taþomaþo

Deranîne Zeriya min,

Zeriya min.

 

 

Konê Reþ

Qamiþlo 13/05/2004

 

Doda: Gundê ku Xwedê Helbestvan lê daye.

Xensê:Diya Helbestvan e.

Besta Zixur û Kevirê Birûskê:Du cihên navdarin li gundê Doda.