Zeriya
min !
Konê Reþ
Were
Zeriya min were !
Bi
kûve direvî ?!
Tê
bi kûve herî û
Vî
dilê reben
Bi
xwe re bibî ?!
Te
nîvê bi evîn ji min
Dizîye
Nîvê
hîledarî,
Ji
laþê min re hiþtiye ?!
Were
vî nîvê jî ji xwe re
Bibe ..
Ne
ev nîv dikare bi hilgirtina barê laþ
Rabe
û
Ne
laþ dikare bi heza vî nîvê hejar û belengaz
Bijî ..
Were,
te ez di navbera jiyîn û mirinê de
Hiþtime..!
Tu
û mirin li bal min bûne
Wek hev..!
Hêza
we herdiwan
Wek
heve
Her
yek ji we min bi dûv xwe de
Di
kiþkiþîne ...
Ez
jî di vê navê de,
Bê
çare û þaþomaþo
Mame,
Serî
li min hatiye
Gerandin..
Êdî
nema bakur ji baþûr
Nasdikim,
Çiya
û geliyan ji hev
Derdixim
û
Þev
û rojê ji hev
Di
tefsilînim...
Were
Zeriya min were !
Were
û
Herdû
nîvên dil
Bi
hev ve perçîm bike
Ji
nû agirê dil
Dade
û
Bi
ardiwê evîna xwe
Gur
bike ...
Were
!
Netebitîbûn
û bêhedaniya min
Çareser
bike
Kêmasiyên
min
Þanî
min bide
Kilîta
windayên min
Bixe
destê min..
Were
,belkî tu aveke sar
Bi
ser agirê hinavê min de
Dakî
û vemirînî ..!
Penaberiya
ku ez têde
Dijîm,
Dûrbûn
û cefaya ku ez di nav de
Raketîme
Nêzîk
bikî ....
Were
Zeriya min !
Were
, min li welatê min
Vegerîne
!
Hêjî
pîne li þûna pîne
Têne
dirûtin
Di
þûn daristanên þewitî de
Derfet
heye ku em ji nû
Daran
biçînin,
Tenûra
temirî careke din
Dadin
,
Xaka
ku ji dehê salan ve beyare
Careke
din bajon û
Tovekî
nû di qata vê jînê de
Werkin.
Raste
!
likumandina
bi dûv likumandinê de
Westandine
lê Zeriya min !
Likumandin
Nîþana
berdewamî û
Hezkirina
jiyanê ye
De
were ,dem dilovaniyê nake û
Vî
dilê reben rehet bike.
Qamiþlo
copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org