- Mîr
Celadet Bedirxan û Zilamek û Zimanek
-
-
- Konê
Reþ
-
-
-
-
-
Va di 15 vê meha Tîrmehê de (15/07/2008), 57 sal di ser koçkirina
rêberê zimanê kurdî, mîr Celadet Bedirxan re bibuhire,
gelo kesî gotiye emê vê rojê bi bîr bînin an haziriya xwe û vê
rojê bikin ?! Tevi ku bêtir ji "10" navendên kulturî û
çandî yên kurdan di van her "10-15" salên dawî de
hatine dameziran, çi li welat û çi li dervî welat( sirgunê). Û bêtirî
"20-30" kovar û rajnameyên kurdî bi tîpên latînî têne
weþandin. Ew tîpên ku mîr Celadet Bedirxan ji zimanê kurdî re
bijartine, piþtî xebateke dûr û dirêj, ku 13 salan pêre dûmkir
û bi wan tîpan hawar û gazî kurdan kir û got:
-
((Bavo li dinyê
ji me kêmtir kes nemaye, heçî milet hene
tevde bûne dewlet û hikûmat, xwedan kitêb û dibistan. Bi tenê em
miletê kurd bi þûnde mane, reben, feqîr, Nezan, belengaz di destê
xelkêde lihîstok…Xelkê hevsarê me kiriye destê xwe li gor kêf
û menfîeta xwe, berê me ji bakur dide nîvro, ji rojave dide rojhilê,
ji lewra divêt em jî bixebitin, xelkê xwe hînî xwendin û nivîsandinê
bikin, vî miletê belengaz ji tariyê xelas bikin, berê wî bidin
tav û ronahiyê…))
- Ez
jî bi vê helkeftinê, ji vî gotarê Mîrê zirav Celadet Bedirxan
çêtir nabînim ku wek bîranîn, di yadvegera koçkirina wî a 57
salî de, ji xwendevanên tîpên wî re pêþkêþ bikim:
-
- Zilamek
û Zimanek
-
- Herekol
Azîzan: (Mîr Celadet
Bedirxan)
-
-
-
Belê heke ew zilamê xurt û bi vên
peyda bû zilamek dikare zimanekî jihevdeketî saz bike û carina
zimanekî mirî vejîne. Herwekî emê niho bibêjin ew zilam peyda bûye
û zimanekî mirî vejandiye û ew xistiye nav zimanên zindî, nav
wan zimanên ko mirov pê daxêvin û mexsedên xwe pê eþkere dikin.
-
Me got zimanên mirî
zimanên zindî. Bêdiro, ji awirê jiyînbariyê ve ziman jî wek
mirovan û wek her heybera rihber dizên, dijîn û dimirin.
Ji zimanên mirî hin hene warkor û kordûnde diçin, di pey xwe re
tu tiþtî nahêlin; ne kêl ne kitêb. Hinên din di pey xwe re
eserine mezin, kitêbne hêja dihêlin û ew kitêb hetanî îro jî têne
xwendin. Lê ew ziman bi xwe mirî ne, ji ber ko êdî ew ne zimanê
devkî ne û tu kes bi wan napeyive.
-
Li Ewropayê latînî, li rohelatê nîzing ibranî zimanine mirî bûn.
Latînî îro jî zimanekî mirî ye. Lê herçî ibranî êdî ne
zimanekî mirî, lêbelê zimanekî zindî ye.
-
Belê ew mirovê bivên di nav cihiyan de derket û zimanê ibranî
vejand. Ibranî zimanekî samî, zimanekî kevnare, hevalê erebiyê
ye. Tewrat yek ji çar kitêbên mezin pê hatiye gotin û nivîsandin.
Bi tenê zanayan pê dizanîn û di kiniþtan de tewrat bi vî zimanî
dihate xwendin.
Herçî cihî bi zimanine din, bi zimanên welatên ko tê de rûdiniþtin
xeber didan. Yanî cihiyan zimanekî milî, zimanekî xweser nîn bû
û ji lewre wan bi zimanên xelkê xeber didan.
-
Di sala 1877an di þerê ûris û tirkî de zora tirkan çû bû û
herçî miletên Belqanê hene ji bindestiya tirkan xelas bû bûn.
Xelaskirina dewletên Belqanê nemaze bi destê çarê ûris çû bû
serî û miletê ûris bi xwe bi vî îþî bendawar dibû û rojnameyên
rûsî gelek qala dewletên Belqanê ên nû dikir.
-
Di welatê ûris de xortekî cihî bi navê
Elyêzer bin Yehûda hebû. Kurê Yehûda
wek herkesî bi vî þerî bendewar dibû û didît ko miletên
bindest wek Sirbistan û Birxaristanê û ên mayîn ji nîrên zorkerên
xwe xelas dibûn û digihaþtin istiqlalên xwe. Yehûda bi van bûyeran
li miliyeta xwe hiþyar dibû û li ber halê miletê xwe
diket. Yehûda didît ko halê miletê wî ji halê her miletê din
xirabtir e. Cihî ne bi tenê bê welat û bê hikûmet in; lê zimanê
wan jî nîne û bi zimanên xelkê xeber didin.
-
Xortê cihî qerara xwe da û di dilê
xwe de got: divêt cihî vegerin welatê pêþiyên
xwe, welatê kurên Israîl, û dîsan divêt ko cihiyan jî weke xelkê
zimanek hebe û têkde pê baxêvin. Ev ziman jî zimanê pêþiyan,
zimanê ibranî ye.
-
Yehûda hînî zimanê xwe bû û di sala 1878an de qesta Parîsê,
qesta wî bajarê mêvanhewîn kir.
-
Li Parîsê, Elyêzer bin Yehûda têkilî cihiyên Parîsê bû. Elyêzer
ji alîkî zimanê xwe pêþ ve dibir û ji aliyê din fikrên xwe ên
milî belav dikirin. Lê welatiyên wî bi xwe lê radibûn û heye ko
digotin ev mirov dîn e. Lê Yehûda guh ne dida wan û ji esera xwe a
mezin re bi vêneke xurt û mezin û bi serê xwe dixebitî. Yehûda
kiri bû serê xwe ji miletê xwe ê bêziman miletekî biziman bîne
pê.
Yehûda bi xwe hînî zimanê xwe, hînî
ibraniyê bû bû. Niho diviya bû ibraniyê di nav civata miletê xwe
de belav bike. Ji bo çandina tovê xwe jê
re zeviyek diviya bû. Di sala 1881ê de Elyêzer keça mamosteyê xwe
ji xwe re anî û berê xwe da Felestînê. Bi vî awayî jinikek, hîmê
xanimanekê, keti bû destê wî. Zaro wê bidana pey. Yehûda bi rê
ve, di vaporê de dersa jina xwe got û hetanî ko gihaþtine erdê
Felestînê jina wî hînî çend pirsên ibranî bû bû.
Gava pê li erdê pêþiyan kirin Yehoda gote jina xwe, ji niho û pê
de emê bi tenê bi ibranî xeber bidin. Ibraniya jinikê gelek hindik
bû. Jinikê kir ne kir lê mêrê wê ji qerara xwe ne geriya. Ne
hewceyî gotinê ye ko zaroyên Yehûda hetanî ko bûne xort ji
ibraniyê pê ve bi tu zimanî ne dizanîn û ji lewre di nav xelkê
de lal dihatine hesêb. Lê bi vê laliyê miletê cihî wek miletine
din bû xediyê zimanekî, xwediyê zimanekî xweser.
-
Yehûda û xelkê mala wî di zîvariyê de dijîn. Lê çi xem. Ji
fikirine mezin re fedakarîne mezin divêtin. Ji ber ko xelk bi derbekê
bîra fikira mezin nabe. Yehûda nanê tisî dixwar lê gava didît ko
xelkê mala wî bi ibranî xeber dida, bawer bikin, xwe bextiyartirê
mirovên dinyayê dihesiband.
-
Dawiyê Yehûda rojnameke bi ibranî belav kir ji xwe re xwendevan jî
peyda kirin. Bi rê va û di hin dibistanên cihî de dest bi xwendina
ibraniyê jî kirirn.
-
Ji milê din Yehûda ferhenga miletê xwe çêdikir û bêjeyên ko di
zimanekî mirî de nînin ew jî pêk ve tanîn. Zimanê ibranî jî
di nav cihiyan de belav dibû. Di sala
1922an de gava Elyêzer bin Yehûda mir zimanê ibranî yê ko berî
30-40 salî zimanekî mirî bû, bû bû zimanê miletekî. Ev ziman
îro di Felestînê û di rex erebî û ingilîziyê de zimanekî resmî,
zimanê dewlet û hikûmetê ye jî.
Kurdino, eve zilamek û zimanek û tiþtê
ko bi vêna zilamekî tête pê. Di kar û biserhatiya vî zilamî de
pend û derseke mezin heye. Herçî miletên bindest û bêziman an bê
zimanê nivîskî divêt jê ibretê bigirin. Herçî em kurd, me
ziman, me zimanekî delal heye û em pê daxêvin û piraniya me ji vî
zimanî pê ve bi tu zimanî nizanin. Bi tenê divêt em hînî
xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin.
-
Îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê mader ji bo her miletî
êdî ne bi tenê wezîfeke þexsî lê wezîfeke milî ye jî. Heçî
bi vê wezîfê ranebûne wezîfa xwe a milî pêk ve ne anîne û bi
kêrî miletê xwe ne hatine. Ji bona ko mirov bikare xwe ji miletekî
bihesibîne divêt bi kêrî wî bêt.
-
Piþtî ko em kurd jî wek miletên din bûne xwediyê elfabeke
xweser, xwendin û nivîsandina zimanê me gelek hêsanî bûye. Tecrîbê
þanî daye ko li gora jîriya mirov kurd ji heftekê heta çar heftan
de dikarin hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin.
Belê piraniya kurdan bi tenê bi zimanê xwe ê mader dizanin û ji
lewre li mal be ji derve be bi tenê bi kurdî dipeyivin. Lê di nav
kurdan de hindikahîke kiçik heye û xelkê vê hindikahiyê an di
welatê xerîbiyê de bûne an îro tê de dijîn. Tiþtê ko ji vê
hindikahiyê re divêt, heke bi zimanê xwe nizanin berî ewilî hînî
wî bibin û piþre di nav mala xwe û bi zar û zêçên xwe re
herwekî Elyêzer dikir bi tenê bi kurdî xeber bidin.
-
Belê ji van kurdan re divêt, gava derve têne mal, herwekî cilên
xwe ji xwe dikin û wan bi cilên malê diguhêrînin, zimanê xwe jî
welê biguhêrînin û bi zimanê kûçê di nav malê de naxêvin û
zimanê malê, zimanê mader wek tiþtekî miqedes hilînin.
-
Jêder: Kovara Hawarê;
hejmara:
40, sala 1942
-
-
-
-
-