Zimanê te nasnameya te ye

 

Konê Reþ

 

Gelî Kurdan!
Eger hûn naxwazin ji hev tarûmar û winda bibin, berî her tiþtî, bi zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin. Lê eger dixwazin xwe nas bikin û xwe bidin

naskirin û hezkirin, û bi hevaltî û dostaniya miletêndin re pêþ ve herin û bi rûmet û serbilind bijîn, dîsa zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin.


Dr. Nureddin ZAZA

 

 

   Ji do çar salan ve belavoka ZIMAN di bin vê duriþmê de tê weþandin: (Zimanê te nasnameya te ye) û (Fêrbûna Kurdî mercê serekî yê gelperweriyê ye). Ev belavoka ku ji rex (Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî) ve amade dibe û di nav kurdên Binxetê de tê belvkirin. Tevî ku berpirsê komîtê / Derwêþê Derwêþ/ dijwariyên zor çetîn dibîne, lê her ew ji girê xwe nayê xwarê û karê xwe bi mêranî, di coga parastina zimanê kurdî re derbas dike..Û wiha her sal þagirt û qutabiyên komîtê zêde dibin, kec û xort, ji hezkerên peyva kurdî  xwe li dor didin hev...

   Ev komît di roja15/07/2003 an de, hatiye avakirin, bi taybetî ji bo fêrkirina keç û xortên kurdan, da ku zimanê bav û kalên xwe jibîr nekin û di warekî kurdî de xwedî bibin...

   Þagirtên ku komîta fêrbûna zimanê kurdî wan fêr dike, di pênc qunaxan re derbas dibin, ew qunax jî evin: Seretayî, serbestî (bi du korsin), rênivîs û rêzimanî.

   Ta roja iro, vê komîtê di ser 3000 bawernameyên seretayî yên fêrkirina zimanê kurdî li qutabî û þagirtan belav kiriye, di herêmên ku kurd lê dijîn û bajarên ku kurd lê hene wek: Qamiþlo, Amûdê, Dêrikê, Serê Kaniyê, Efrînê, Kobanê, Helebê, Þamê û wiha ta bi Beyrûtê..Ji berî salekê ve tîmekî gogapê(fotbulê) Ji þagirtên vê komîtê hatiye pê, bi navê Tîma ZIMAN..Hem jî vê komîtê grûpekî rewþenbîrî a fêrbûnê bi nav kiriye, ji mercên endametiya vî grûpî ku, her neferek jê mamoste be û þagirt û qutabiyên wî hebin...

  Ez jî, wek nivîskarekî zimanê kurdî, wek hezkerekî zimanê kurdî, ku biraniya nivîsandinên min bi zimanê kurdî ne, û ku ez pak serwextî çîroka geþbûna hin zimanên rojhilatanavîn im, bêgûman ziman kurdî jî, zimaneke  ji zimanên rojhilatanavîn e, belê, min di dîroka miletan de, di dîroka þerê zimanan de wek ku þerê zimanê kurdî hatiye kirin þerê ti zimanî nehatiye kirin..! Û bi taybetî di kurdistana bakur de..Vêca ez ji dil û can piþtevaniya vê komîtê dikim û dergehê alîkariya min ji re vekirîye…Ji xwe fêrkirin û belavkirina zimanê kurdî di nav kurdên Binxetê de, ji armancên min yên sereke ne. Ji ber ku em bi zimanê xwe kurd mane, kesayetiya me di zimanê me deye û neyarên me ji 80 salî ve þerê zimanê me, bi rêk û pêk dikin, veca çendî em li zimanê xwe bi xwedî derkevin û biparêzin wiha em hebûna xwe a kurdî diparêzin…Her wiha ez bi kêf û þahî spasiya redakisyona komîta fêrbûna zimanê kurdî dikim û di her çax û demî de, ez ji alikaria wan re amade me..û di vê deheqê de ev gotina Mîr Celadet Bedirxan xwe bi xurtî tîne holê:

 ( yekîtiya miletê kurd bi yekîtiya zimanê kurdî tête pê. Di yekîtiya zimên de gava pêþîn jî yekîtiya herfan e. Yanî ji bona nivîsandina zimanê miletekî, divêt zana û xwendewarên wî miletî bi tevayî ji bona zimanê xwe elfabêyekê bibijêrin û heke di wî zimanî de çend zar hene, zar hemî bi wê elfabayê bêne nivîsandin..) Hawar, hejmara 10 an sala 1932 an.

   Careke din ez alîkariya xwe ji vê komîtê re diyar dikim û bi hêviya berdewamiye ser vê rêbaza pîroz di xizmeta zimanê kurdî de.

 

Konê Reþ   /   15/03/2007

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org